Mîtînga fînalê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya li Wanê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê serî radikin, em ji bo azadiyê dimeşin” piştî konsera muzîkê ya Jin MA bi dawî bû. Jinan demeke dirêj govend gerandin. Piştî ku konser bi dawî bû jin ji qadê derneketin û bi stranên ku ji ser dikê hatin lêxistin, demeke dirêj govend gerandin.
Fînala çalakiyên bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê bi mîtîngekê hate lidarxistin. Bi hezaran jin beşdarî mîtînga ku bi şîara “Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, ji bo azadiyê dimeşin” hat lidarxistin, bûn. Jinan pankartên “Tu bandor dikî diguherînî û tu wê mezintir dîkî”, “Li hemberi Qirqirina jinê em ê serî rakin, em ê azadiyê ava bikin”, “Aştî mafê gele Kurd e, statûyekî mayînde mafê gelê Kurd e”, “Aşitî mafê gelê Kurd e”, “Yê ku pêk tîne tu yî, spas ji bo hêza te” û “Em li dijî kuştina jinan serî radikin û ji bo azadiyê dimeşin” vekirin. Girseyê li qadê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û gelek dowîzên ku qirkirina jinê şermezar dike hilgirtin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatimogûllari, endama şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, gelek parlementer û hejmareke zêde ya jinan tev li mitîngê bûn.
Ewilî Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay peyama Abdullah Ocalan ya 8ê Adarê ku ji bo jinan şandiye xwend. Aktîvîsta TJAyê Aynûr Sarica jî tirkiya peyamê bi gel re parvekir.
‘Bersiva herî mezin jin didin’
Dû re hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal derket ser dikê û 8ê Adarê li jinên girtî û hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Bi salan e jin li qadan li dijî dewleta mêrsalar li ber xwe didin. Jin bi salan e ziman û çanda xwe diparêzin û li qadan bersiva her kesî didin. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin û windakirin. Tevî van hemûyan jî jin li van qadan bersiva herî mezin didin wan. Têkoşîna jinên Kurd bi felsefeya demokratîk û azadiya jinê didome. Me bi rêya rêveberiyên herêmî ev bajar xemilandin, lê wan ev îrade desteser kir. Jinan li dijî dagirkeriya xwe têkoşînek mezin dan. Jinên Wanî ji bo vê îradeyê bi rojan li kolanan li ber xwe dan. Jin wê ev îrade ji aliyê wan ve neyê şikandin. Niha pêvajoyeke nû dest pê dike. Em piştgiriyê didin vê pêvajoya ku bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan destpêkiriye û em soz didin ku em ê xwe bi rêxistin bikin û aştiyê pêk bînin.”
‘Em ê azadiya Rêbertiyê mîsoger bikin’
Aktîvîsta TJAyê Zekiye Îlbasan jî axivî û got: “Em rojên pir dîrokî derbas dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir. Em li vir xwe berpirsiyar dibînin û soz didin ku ji bo çi pêwîst be dê her tiştî bikin. Jiyaneke bi rûmet ancax bi azadiya jinê pêkan e. Ji bo vê jî divê em kolan bi kolan û mal bi mal birêxistin bikin. Heta ku em hesabê hemû jinên hatine qetilkirin bipirsin em ê têbikoşin. Em jin dê li dijî kuştina jinan bi ser bikevin û azadiya Rêbertiya xwe misoger bikin.”
‘Em ê vê pêvajoyê biparêzin’
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî axivî û got: “Em careke din vê zîhniyeta ku bi salan e hewl dide têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan bişkîne şermezar dikin. Min peyama Birêz Abdullah Ocalan ji gelê Wanê yê ku îradeya wan hat desteserkirin re anî. Di 8’ê Adarê de ku me hemûyan bi coşeke mezin pêşwazî kir, bi coş û ruhê pêvajoya ku daye destpêkirin, nirxandin û banga birêz Ocalan a ji bo jinan e. Di 27’ê Sibatê de bangek dîrokî hat kirin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de bang li jin û ciwanan e. Ev bangawaziyek e ku divê em hemû hembêz bikin, bi xurtî hembêz bikin û daxwaz, xewn û pêşeroja xwe berfireh bikin. Di vê bangê de bendewariya herî mezin ji me jinan e. Berî vê bangê Birêz Ocalan ji me re got, ez vê bangê jî ji bo jinan dikim. Ji ber ku ‘ev bang ji bo jinan qonaxek e. Ev ji bo jinan Ronesans e.’ Ji ber vê yekê em ê li ser vê bangê rawestin û tu carî dev jê bernedin. Em ê li dora vê bangê bibin yek û em ê vê pêvajoyê biparêzin.”
Abdullah Ocalan ji bo Waniyan silavên taybet şand
Pervîn Buldan, anî ziman ku bi salan e li vê erdnîgariyê êşên mezin tên jiyîn û bedelên mezin hatine dayîn û wiha got: “Her yek ji me jiyana xwe, hezkiriyên xwe, zarokên xwe ji dest da. Di vê pêvajoyê de divê êdî zarokên me û hezkiriyên me di bin axê de neyên veşartin. Ji ber vê yekê divê kes hewl nede vê pêvajoyê sabote bike. Hêviyên me hemûyan hene, em hemû li bendê ne ku li gorî van bendewariyan gav bên avêtin. Hesasiyet heye ku ev pêvajo bi lezgînî derxistina yasayan, danîna çarçoweyê û derxistina pakêtên reforman bê garantîkirin. Em hemû vê hesasiyetê dişopînin, divê em. Ji ber vê yekê em dibêjin ku divê ev qanûnên çarçoveyê û pakêtên demokratîkbûnê yên ku civak li bendê ye û gel jî li bendê ye, di zûtirîn demê de bên derxistin. Ji bo banga aştî û civaka demokratîk pêk were ev pir girîng e. Birêz Ocalan jî silavên taybet ji dayîkên me yên aştiyê gelê Wanê re şand û got, ‘ez rêz li vîna ku ji 14’an 14 kirin, digirim.’”
‘Pergala serdest dixwaze jinan ji jiyanê derxe’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî di mîtînga fînalê ya ku li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinê serî hildin, ji bo azadiyê dimeşin” de axivî. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku jin bi sedsalan e li dijî pergala serdest a mêrsalar têdikoşin û got: “Pergala serdest a mêrsalar hewl da jinan ji jiyana civakî derxîne. Pergala serdest a mêrsalar hemû tundiya li ser jinê rewa dît. Em di malên xwe de ji aliyê zilamên ku em herî zêde jê hez dikin rastî tundiyê tên. Û birêz Abdullah Ocalan der barê kuştina jinan de got, ‘Jin ji aliyê zilamên ku dibêjin evîndarê wan in, tên kuştin’ Em ji vir careke din diyar dikin ku ‘Ne evîna me dikuje, evîna ku me zindî dihêle’ dixwazin. Dadgeriya ku kujerê jinan 3-5 salan di girtîgehê de dihêle û berdide, daraza serdest a mêrsalar e. Li dijî vê darazê em hem weke tevgera jinên Kurd û hem jî weke tevgera jinên Tirk careke din diyar dikin ku em darazek adil dixwazin. Em darazeke ku jin ji bindestiya mêr rizgar bike, dixwazin.”
‘Elewî bi komkujiyê re rû bi rû ne’
Tûlay Hatîmogullari, bal kişand ser komkujiyên li Sûriyeyê yên li dijî Elewî û kêmneteweyên din tên kirin û got: “Bi hezaran Elewî bi komkujiya herî mezin a Elewiyan a dîrokê re rû bi rû ne. Em bi jinên Kurd, jinên Tirk ên ji vir û Wanê û hemû ruhên Elewî yên li Sûriyeyê dijîn re di nava piştevaniyê de ne. Operasyonên dersînorî yên li Sûriyeyê hê jî dewam dikin. Nûçeyan de xuyadike ku gundên ser bi Kobaniyê yên Rojava hatine bombebarankirin. Em agahiyên operasyonên li dijî bendava Tişrînê distînin û heta niha jî agahiyên qetilkirina sivîlan tên. Em tu carî vê qebûl nakin. Divê binesaziya avakirina Komara Sûriyeya Demokratîk di zûtirîn demê de were dabînkirin. Xwerêveberiya ku li wir hatiye avakirin û xwerêveberiya li Rojava ku di nava peymana civakî ya jinan de cih girtiye, divê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak. Di demeke ku şer û pevçûn ewqasî dijwar in, Birêz Abdullah Ocalan serkeftinek dîrokî çêkir. Bi ve peyama xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê li ser bingeheke aştiyane û demokratîk gavek avêt.”
‘Xwe bi rêxistin bikin’
Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Di serdema navîn de jin weke shêrbaz dihatin şewitandin, jinên ku nebat kom dikirin, nexweşan didan dermankirin, weke shêrbaz dihatin şewitandin. Lê bi Ronesansê re rê li ber têkoşîna jinê vebû û tevgera jinê di dîrokê de pir mezin bû. Wateya birêz Ocalan tam jî ev e. Em hem ji cihê ku zanist, pêşketinên çandî û çanda xwe diparêze, hem jî ji cihê ku beden, ked û nasnameya me ya jinê diparêze, têkoşîna birêz Ocalan hembêz dikin û bang dikin. Em ê bi awayekî azad biaxivin, em ê bi awayekî azad mafên xwe bixwazin, em ê bi awayekî azad xwe bi rêxistin bikin û em ê bi awayekî azad li dijî pergala serdest a mêrsalar derkevin. Em ê bi hev re xwedî li jinên xwe yên delal, zarokên piçûk ên ku hatine qetilkirin, bikin. Yek ji girîngtirîn peyamên birêz Ocalan jî ew e ku divê kurdên li Tirkiyeyê û hemû gel û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn birêxistinkirina xwe misoger bikin û hemû dînamîkên civakî di serî de jin hemû qadên azadiyê biparêzin û bi rêxistin bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê teza Komara Demokratîk ji aliyê civakê ve bê hembêzkirin. Em weke Partiya DEM’ê, Meclîsa Jinan û Tevgera Jinê ji bo avakirina komara demokratîk heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Herî dawî Koma Vejîn û Jin Ma derket ser dikê û bi stranên xwe qad bi coş xistin. Biştî konsera Jin Ma yê mitîng bi dawî bû. Piştî ku pergala deng hat girtin jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ji qadê derketin.