12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye” şitil çandin

Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye. Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de ji bo jinên hatin qetilkirin 80 şitil danîn.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanyaya “Gotina me xelas nebûye. Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” de çalakiya xwe ya yekemîn li dar xist. Jin li Qada Parka Kent 21 hatin cem hev û ji bo jinên hatine qetilkirin şitil danîn.

Hevşaredar Serra Bucak beriya danîna şitilan axivî û wiha got: “Em neqediyan e. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Ji ber ku em li erdnîgariyeke ku tundî gihiştiye lûtkeyê dijîn. Em dibînin ku di encama polîtîkayên hikûmetê û darizandinên alîgir ên darazê de tundî û kuştinên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Em dixwazin soza xwe bi cih bînin ku em ê bibin parêzvanên jiyaneke bê tundiya li ser jinê û wekî şaredarî em ê di her qadê de bixebitin. Em ê li her qadê bajarên jinan ji nû ve ava bikin, di serî de beşa polîtîkayên jinan û hemû yekîneyên xwe.”