21 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan Atolyeya Hezkirina Zayendî li dar xistin

Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de atolyeya Hezkirina Jinê li dar xist.

Meclisa Jinan a Şaredariya Peyasê di çarçoveya 25ê mijdarê de bi navê “Hezkirina Zayendî” li avahiya şaredariyê atolye lidar xist. Gelek kes beşdarî atolyeyê bûn. Gulay Tekîn pêşkêşvaniya atolyeyê kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, endamên Meclîsa Jinan û gelek xebatkarên jin ên şaredariyê beşdar bûn. Di atolyeye de rêbazên hişmendiya li ser jinê bi hûrgilî hatin nîqaşkirin. Hêza hevkariya jinan û giringiya têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê, hate destnîşankirin.

Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar anî ziman ku di têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê de hezkirina zayendî û hevkariya jinan hêmanên bingehîn in û got: “Em careke din biryardariya xwe ya belavkirina vê ruh û têkoşînê li her qadên jiyanê nîşan didin.”

Atolyeya “Hezkirina Zayendî” ku bi boneya 25’ê Mijdarê hate lidarxistin, di warê xurtbûna jinan û vîna hevpar a li dijî tûndiyê de wekî gaveke girîng hate destnîşan kirin.