Dîroknasên hunerê, keşf kirin ku di bin tabloya Pablo Pîcasso ya bi navê “Portreya Mateu Fernández de Soto” ku di sala 1901ê de çêkiriye de porteya jinek a veşartî heye.
Ev keşif, bi saya teknîkên rontgen ên li Geleriya Courtauldê hatin kirin derket holê. Analîz, nîşan didin ku porê jinê hatiye topkirin, ser milê wê xwar û tiliyên wê diyar in. Tê zanîn ku Pîcasso di salên bohem ên li Parîsê de bi armanca teserufê, li ser tuvalek çend caran wêne çêkiriye. Ev tablo, Serdema Şîn a hunermend nîşan dide û ji be întihara hevalê wî yê nêz Carles Casagemas şêweyek melankolîk nîşan dide. Vê portreya veşartî ya hatiye keşfkirin, li ser xebatên destpêkê û merheleya hunera Pîcasso agahiyên nû dide. Berhem di navbera 14ê Sibat – 26ê Gulana 2025an de dê li Galeriya Courtauld were pêşandan.