25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jîna Mahsa Emînî li gelek bajaran hat bibîranîn

Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Emînî ya ku ji hêla polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve li Tehranê hat kuştin li Amed,Cizîr, Wan û Enqereyê hat bibîranîn.

Jîna Mahsa Emînî ya ji Rojhilatê Kurdistanê di 16ê Îlona 2022an de bi destê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Di 3yemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî de bi pêşengiya Platforma Dîcle Amed a Jinan (DAKAP) ji Qada Şêx Seîd a Yenîşehîra Amedê heta mizgefta Uluyê meş hat lidarxistin. Partiyên siyasî û gelek nûnerên saziyê sivîl tevlî meşê bûn. Bi  meşê de pankarta “Jin jiyan azadî” û wêneyên Jîna Mahsa Emînî hat vekirin. Dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan Azadî, azad dike Rêbertî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Endama DAKAPê Çagla Sanay daxuyanî xwend. Çagla Sanay diyar kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” her aliyê cihanê bûye dengê berxwedana jinê û wiha got: “Di sala sêyemîn de felsefeya “Jin Jiyan Azadî” vegeriyaye serhildanê. Jinên li dijî feodalîzm û kapîtalîzmê bi zagonên jiyana azad a bi pêşengtiya jinên kurd re di çalakiyên “Jin Jiyan Azadî” de têkoşîn û rêxistinbûnê nîşan dide.”

Çagla Sanay di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de jiyana xwe dest dane û wiha domand: “Serhildana “Jin Jiyan Azadî” bûye berxwedaneke cîhanî. Li seranserê cîhanê bûye nasnameya jinan, bûye ziman, peyv û qêrîna jinan. Em berxwedana “Jin Jiyan Azadî” mezin kirine silav dikin û di serî de Jîna Mahsa Emînî û yên ku berxwedanê de jiyana xwe dest danî bi rêzdarî em bi bîr tînin.”

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Sevîlay Çelenk axivî. Parlamenter Sevîlay Çelenk Jîna Mahsa Emînî bi bîr anî û got: “Tekoşîna ku Jîna Mahsa Emînî yê dayî li her aliyê cîhanê bûye pêşeng. Em ê tekoşînê wê berdewam bikin.”

Piştî axaftina Sevîlay Çelenk Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer berxwedana Jîna Mahsa Emînî silav kir. Di sawiyê de banga tevlîbûna ji bo meşa 17 Îlonê ku Amedê bê lidarxistin li gel kir.

Daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî”  dawî bû.

Cizîr

Li navçeya Cizîr a Şirnexê endamên Tevgera Jinên Azad, meclîsa jinan a DBPê û DEM Partiyê li ber Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek kom bûn û li hember kuştina Jîna Emînî ku di 16ê îlona 2022an de ji aliyê Rejîma Îranê ve hatî qetilkirin ber bi parqa Birca Belek ve meşiyan.

Jinan di meşê de dirûşmên, “jiyan jiyan azadî” û “Jin jiyan e jiyanê nekuje” berz kirin. Piştî meşê jinan wêneyê Jîna Emînî bi diwarên Birca Belek ve daliqandin.

Piştî daliqandina wêneyê Jîna Emînî ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Cizîrê Fîlîz Acû ve daxuyanî hat xwendin.

Acû diyar kir ku ew ê li her qadê serhildana Jîna Emînî bilind bikin û wiha axivî; “Em careke din ji her cihê ku em îro lê ne, serhildana jinan bilind dikin ku li Îranê bi kuştina Jîna Emînî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dest pê kir û li seranserê cîhanê belav bû.”

Acû destnîşan kir ku zîhniyeta Jîna Emşnî kuştî îro jî dixwaze jinan qetil bike û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Em baş dizanin ku heman hişmendiya ku Jîna Emînî kuşt, îro jî li çar aliyê cîhanê maf, jiyan û destkeftiyên jinan desteser dike. Jinên ku li dijî rejîmên serdest ên mêrperest serî hildidin û ji bo maf û jiyana xwe têdikoşin, tên hedefgirtin. Rejîma faşîst a ku Jîna Emînî kuşt, îro çalakvanên jin Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhamedî mehkûmî mirinê dike. Li Îranê polîtîkayên bêdengkirin û tirsandina jinan bi rêya cezayê darvekirinê, ji polîtîkayên şer ên ku hêzên emperyal ên cîhanî li Rojhilata Navîn dimeşînin ne cudatir in. Emperyal dixwazin li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve teşe bidin Rojhilata Navîn, vê armanca xwe jî bi dijminkirina gelan pêk tîne. Rejîmên mêrperest xurt dike û jin ji hêla van rejîman ve tên hedeftirtin.”

Acû herî dawî da zanîn ku ew ê hevgirtina xwe ya bi jinên Îranê re zêde bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Bi serhildana Jîna Emînî re, em ê hevgirtina xwe bi jinên Îranî û çalakvanên jin re zêde bikin, têkoşîna xwe ji bo bi dawî anîna cezayê darvekirinê û avakirina jiyaneke azad û wekhev bilind bikin.”

Daxuyanî bi berzkirin dirûşm û çepikan bi dawî bû.

Wan

Platforma Jinan a Wanê, bi boneya 3yemîn salvegera kuştina jina Kurd Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû kuştin, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jîna Emînî serhildana me ye, jin jiyan azadi” hat vekirin û dirûşma “jin jiyan azadî” hat berzkirin. Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê aktîvîsta TJAyê Ayşe Mînaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku Jîna Emînî di bîranînên jinan de weke birîn û serhildanekê cihê xwe girtiye. Ayşe Mînaz da zanîn ku kuştina Jîna Emînî ne tenê îfadeya herî zelal a zordariya li ser beden û jiyana jinan e, lê di heman demê de ya pergala serdest a mêran e ku îradeya jinan paşguh dike. Ayşe Mînaz wiha got: “Mirina wê ne tenê rastiya hevpar a jinên li Îranê, lê di heman demê de ya jinên li seranserê Rojhilata Navîn dijîn jî aşkere dike. Weke Platforma Jinan a Wanê, em dizanin ku têkoşîna jinan nayê bêdengkirin, ne li Îranê, ne li Tirkiyeyê, ne jî li tu deverek din a cîhanê. Mafê jiyan, azadî û wekheviya jinan nayê nîqaşkirin. Bîranîna Jîna û Rojîn berpirsiyariya têkoşînek xurttir, rêxistinkirîtir û bi biryartir li ser me bar dike.”

Enqere

Platforma Jinan a Enqereyê bo salvegera kuştina Jîna Amînî li ber peykerê Mafê Mirovan a navçeya Çankayayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin Jiyan Azadî Jîna Emînî raperîna me ye” hilgirtin. Jinan dovîzên li ser, “Jin Jiyan Azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” û wêneyê Jîna ‎Emînî hilgirtin.

Endama platformê Zelal Angay daxuyaniya kurdî xwend. Zelal Angay anî ziman ku ew ji bo Jîna Emînî û jinên hatine qetilkirin li kolanan in û ev tişt got: “Çawa ku jinên Îranî teslîmî desthilatdariya faşîst-olî nebûn, îro li seranserê Rojhilata Navîn jin li dijî polîtîkayên îslama siyasî ya ku dijmine jinan e şer dikin. Jin, ji Filistînê bigire heta Afganistanê, ji Tunisê bigire heta Sûriyeyê, bi parastina aştiyê li ser şer û azadiyê li ser dagirkeriyê, ala têkoşînê li her derê bilind dikin. Em li kêleka têkoşîna jinên Îranî û gelên Rojhilata Navîn li dijî rejîmên faşîst-olî ne. Têkoşîna jinên îranî, yên ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” wekî ala xwe bilind dikin, serhildan organîze kirin û berxwedana li dijî serdestiya mêran zêde kirin, li her derê deng vedan. Me ji vê serhildanê cesaret girt û me têkoşîna li dijî îslama siyasî û tundûtiya dewleta mêran hîn xurttir kir.”

Di berdewama axaftina xwe de Zelal Angay destnîşan kir ku ew ê li dijî serdestiya pergala mêr têkoşîna xwe bilindtir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha di demên ku hewl tê dayîn ku hemû mekanîzmayên demokratîk werin hilweşandin, saziyên jinan bi rêya qeyûman têne bêbandorkirin û baweriya bi edaletê bi polîtîkayên bêcezatiyê tê şikandin de dijîn. Jin û zarok her roj tên kuştin. Tundûtî jî normalîze dibe. Lê em vê rewşê red dikin. Em dizanin ku berxwedana jinan dê edalet û demokrasiyê bîne.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedan jinan” bi dawî bû.