9 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jina kurd û jiyana civakî

Jinên kurd bi rêya zar û ziman hewla derbirîna hemû hestan kirine. Hemû jiyana jinên kurd ketiye wêjeya devkî û herikiye roja îro, lehengî, serhildan, kedkarî, êş, kêfxweşî û hwd.

Dema ku mirov li pêvajoyên dîrokê dikole, dibîne ku jinên kurd di her warê jiyanê de cihê xwe girtine û tê de roleke sereke lîstine. Jinan bi xebat û keda xwe di her milî de pêşketin çêkirine, mînakên vê yekê jî xuya ne. Jinan di civaka xwezayî de derman û şênatiyên kêrhatî ji bo xwarinê bi zîretî û bi rêya tecrûbeyê vedîtine. Jinan di warê xwedîkirina zarokan de roleke sereke lîstine û zarok fêrî çand û exlaqê civakê kirine. Jinan di warê çêkirina xwarinê, di warê dermanê gelêrî, di warê zarbêjiyê û stranbêjiyê de, di warê şîret û pendan de rol lîstine. Û bi rêya zarê jinan çand û ziman hatine parastin. Jinan bi çîrok û meselokan zarokên xwe fêrî ziman û çandê kirin. Yanî jinan di gelek qadan de xebat meşandine. Di şînan de zêmar û qulûwelk gotine, di şahiyan de kilamên şînê gotine, heta mirov dikare bibêje ku jin gelek caran bûne mijara çîrok, destan û kilamên gelêrî.

Di jiyana civakî de jinên kurd

Jinên kurd di jiyana civakî de bi karê malê yê wekî xwedîkirina zarokan, şûştina cil û bergan, çêkirina xwarinê ji bo zarokan, fêrkirina zarokan ya ji jiyanê re, birêvebirina malê, karên çolê yên wekî sewalkedîkirin, anîna peydakirin û amadekirina sewalan, çûna paleyê, dotina pez û hwd. de kar kiriye. Herwiha serê sibê jin zû rabûne û nanê sêlê çêkirine. Jinan ji bo çêkirina nan, xwarin û kelandina şîr, li çolan, qirş û qal komkirine û bi meşkê dew kelandine. Jinan di karê destan, çêkirina qenewîç, xalîce û tevnan de hunera kurdî xemilandine. Di ber karê malê de çand avakirine. Û li rex vê ji aliyê mêr, bav û birayê xwe ve rastî tundiyê hatine.

Fêrkirina ziman û çandê

Di şevên zivistanê yên dirêj û sar de zarok bi rêya çîrokên dayika xwe diketin xewn û xeyalên rastîn yên dinyayê û li bere diketin xewê. Çîrokên şevê ji bo wan şîrê ku beriya xewê dayikan didan zarokên xwe bû. Di çîrokên gelêrî yên kurdî de gelek motîv hene ku temsîla pend û şîretan dikin. Ji wan motîfan lawirên derasayî, jin, dêw û gelek fîgurên ku dê şîret li zarokan tê kirin. Dema ku dayikan ji bo zarokên xwe çîrokeke jin û dêwan digot bi vê yekê dixwest zarokên xwe ji tiştên hawîrdorê haydar bike û ji bo ku zarok bi baldarî di jiyanê de tevbigerin. Herwiha dema ku çîrokeke ku naveroka xwe alîkarî be ji wan re digot, dixwest wan fêrî alîkariyê bike û bi rêya çîrokan pendên ne rasterast li zarokan bikin.

Jina kurd û zar

Beriya ku nivîs derkeve bi hezarên salan jinan bi rêya devkî hestên xwe derbirandine û hemû adet û kevneşopiyên xwe parastine. Jinên kurd jî yek ji bi rêya devkî her tişt ragihandine nifşên nû. Lewre adet û keneşopiyên xwe bi rêya devkî parastine û gihandine roja îro. Jinên kurd bi xweza û gundewariyê ve girêdayî bûn, lewre wêjeya devkî li cem wan gelekî dewlemend û bi nirx e. Ew dewlemendiya wêjeya wan ya devkî jî ji jiyana wan ya civakî û jiyana wan ya di  nava xwezayê de hatiye der tê. Jinên kurd bi rêya zar û ziman hewla derbirîna hemû hestan kirine. Hemû jiyana jinên kurd ketiye wêjeya devkî û herikiye roja îro, lehengî, serhildan, kedkarî, êş, kêfxweşî û hwd. Ew wêje ji bîra jinan hatiye. Jinan di her dewr û demê de bi zar û zimanê xwe derbirîna hestên xwe kirine. Jinan di karan, di mewlûdan de, di şîn û şahiyan de kilam gotine.  Lê em dibînin ku ji ber ola îslamê, serdestiya mêran û adetên civakî tenê li paş perdeyê de dengbêjî kirine. Ji vê yekê tê fêmkirin ku jinan di qesr û qonaxên mîr û axayan, di civatên mêran de dengbêjî nekirine.

Jina kurd û huner

Dema ku em li tiştên gelêrî yên kevnar meyze dikin, em dibînin ku bi huner û qalîteyeke bêhempa hatine çêkirin. Tevinçêkirin, cil û bergên rîs, qenewîç, çêkirina tiştên bi morîkan û hwd. Helbet yê ku ev huner vedîtiye û bi pêş de biriye jin e. Jinan di ber karên nav malê ku tê de hatiye mehkumkirin tevin çêkirine, qenewîç û cil dirûtine. Şalikên nimêjê, xalîçe, palas bi derziyên bedew ristine.