13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jina azad civaka azad e

Jîn bi jinê, jiyan bi têkoşînê azad dibe. Jina azad, civaka demokratîk, ekolojîk û azad e.

Jin, kakilê rabirdûya nasnameya civaka exlaqî-polîtîk tê dîtin. Rîşên kurdî, kurdewarî, kurdistanî ji vê erdnîgariya qedîm a Mezra-botan şîn hatiye. Binemaliya vê nasnameyê di heyamê qilan-qabîle-êl-eşîrtî de from girtiye. Sembola bereketê ya Xwedawendên çiyayî, rêze çiyayên Rojhilat e. Serpêhatiya dîroka rêxistinî ya têkoşîna 1’emîn a jinan, ev welat e.

Erdnîgariya rojhilatê Kurdistanê, di dîrokê de yekemîn dayika şoreşa jinê ya Neolîtîkê tê zanîn. Civaka mirovahiyê ya kevnar cara ewil bi serpêhatiyên zanyar-dapîrên çiyayî mezin bûye. Ev heqîqeta ji rûpelên dîrokê ku bi keda destên jinan ava bûye, heta niha hebûna xwe ya çandî parastiye.

Her wiha jinên kurd ji bo nasnameya xwe ya neteweyî/zayendî bi dinyayê bidin hesandin/qebûlkirin, bi têkoşîna 50 salên borî hebûna xwe danîne holê, lê her cara ku gavek din nêzî azadiyê bûn, serî rakir in liqayî xezeba zihniyeta mêtingeran hatin. Nakokiya pirsgireka jinê, ji newekheviya rûpelên dîroka; desthilatdariyê tê.

Ev xaka pîroz, civaka qedîm a ku îro ji hev hatiye şeqitandin, ber bi koka wê ya dîroka kevnar ve dest bi meşa azadiyê kir. Ji ber vê ye ku jin û gelên ku piştî kuştina jina kurd a ciwan Jîna Emînî, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ rabûn ser piyan, bi berxwedana topyekûn hesap ji sîstemê dipirsin û daxwaza guhertinên demokratîk li rejîma Îslamî ya Îranê kirin. Ev sekn û îradeya azadiyê ya jinên kurd, fars, belûcî nîşana konaxa ewil a ber bi azadiyê ve ye.

Dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Îranê bû sembola serhildana jin û gelan, pêngaveke dîrokî ya têkoşîna azadiyê ye. Ji bilî vê dirûşmê, çavkaniya xwe ji têkoşîna jinên kurd ên pêşengê şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ya 50 salan werdigir e. Jin û gelên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi têgihiştina ‘kuştina jinê kuştina civak û jiyanê ye’ li qadan bi qêrîna azadiyê rabûn ser piyan.

Manîfestoya avakirina sîstemeke nû ya civaka demokratîk ku pêşenga wê jin dike, bi gavên ji xwe bawer û wêrek bi pêş ve diherik e. Bi ruhê rêxistina jinê raperîna civakî ya gelan, rista xwe qayîm dibe. Êdî em dikarin bi rehetî bibêjin ku şoreşa rizgariya jinê, di dema xwe ya jêveneger de ye. Bi sazî û dezgehên rêxistinkirî, xwe belavî ruhê raperîna civakê dike.

Serhildana jinên rojhilatê Kurdistanê piştî ku Jîna Emînî ya ku di 13’ê Îlonê de li Tahranê ji hêla polîsên rejîmê ve hate destgîrkirin û bi îşkenceyê hatibû şehîd xistin destpê kir û belavî tevahiya navêndên mezin ên Îranê bû.

Di serî de jin, civaka îranî bi vê raperîna xwe rejîma Îranê neçarî guhertinên bingehîn ên demokratîk, zagonî dike.

Serhildanên gel ên ku bi lez belav bûn, di asteke bilind a dîrokî de didomin. Ya ku pêk tê; şoreşa jinê ye, her wiha nîşaneya pêkhatina hêza hevgirtî ya komuna gelan e. Serhildanên gel ên ji rojhilatê Kurdistanê ber bi gelemperiya Îranê ve belav bûn, li dijî rejîma Îslamî ya Îranê ya zayendperez-despotîk şikandina qeydên koletiyê; pêngava azadiyê ye.

Ji serhildanên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, jin-ciwan rêbertiyê dikin. Pêvajoya nû bi raperîna jinan bi rê ve diçe ku li rojhilatê Kurdistanê û Îranê kevneşopiya ruhê têkoşînê bi pêşengiya jinê bedew dibe. Ev raperîna jinên Kurdistanê û civaka îranî di demeke kurt de bi rêya medyaya dijîtal kete rojeva cîhanê. Lewma bi hezaran çalakiyên piştgiriye yên cihêreng ên jinên cîhanê, raperîna Rojhilat û Îranê ya jinan tê silavkirin; em dikarin bibêjin ku bi vê raperînê re konaxa têkoşîna şoreşa jinên Rojhilata Navîn, derbasî serdema encamgir a azadiyê bûye.

Jina kurd, roj bi roj qurmê parastina cewherî qayîm dike; bi kemera raperînê re dibe pêşkeşvana govenda şoreşa azadiyê. Ê bêguman hêza jinên kurd, ne ev e! Ji vê gelekî zêdetir e; hetanî asteke xwedî hêz û dezgehên rêxistinkirî ya civakî ye ku pêşengiya têkoşîna yekbûyî ya jinên cîhanê bike.

Xwerêxistinkirin, xwepêşandan û daxwaza azadiyê kirin ne sûc e. Lê tevî wê jî rejîma Îranê di xwepêşandanên di pêşengiya jinan de pêş dikevin, bi sedan xwepêşandarên jin û zarok jî di nav de rasterast bi çekan hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî dîl hatin girtin. Bi qetilkirina mirovan re rejîma Îranê, dixwaze xwepêşandanan bi rêya çekean bitepisîne. Ev sûcê mirovahiyê ye.

Ji bo raperînên rojhilatê Kurdistanê û Îranê belavî seranserî welat bibin; divê civak bi riya avakirina komunên cur be cur xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Ji bo konaxa heyî bi serkeftinê bi encam bibe; pêdivî bi pergala xwerêvebiriyê ya rêxistinkirina komunên gel heye.