12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jina astengdar a serokê terîqetê tecawiz lê kiribû xwe kuşt

Serokê Komeleya Belavkirinê Ilmî ya Uzletê Alperen Sade tecawiz li jina astengdar E.D. kir. E.D. ji ber tecawiza lê hatiye kirin, xwe kuşt.

Jina bi navê E.D. ku ji sedî 50 astengdara zîhnî ye û li Stenbolê dijiya. E.D. rastî tecawiza serokê Komeleya Belavkirina Ilmî ya Uzletê Alperen Sade hat. Têkildarî bûyerê li Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê ya Stenbolê doz hatibû vekirin û bûyer bi vê dosyayê re derket holê. Li gorî nûçeya Halk TV’yê; bûyer di 7’ê gulanê de pêk hat. Wê rojê bapîrê E.D.’yê neviya xwe danî dibistanê. Lê belê E.D.’yê ji peywirdarên dibistanê re got “Bêhna min teng dibe” û ji dibistanê derket. E.D., heta tesîseke civakî ya li nêzî dibistanê meşiya. Li vir ser bankekê rûnişt. Di wê navberê de kesek hate cem E.D. Li gorî dosyaya dozê ev kes Serokê Komeleya Belavkirina Ilmî ya Uzletê Alperen Sade bû ku bi navê “Xoce Efendî Alî Riza Sade” bû. Ev komele jî nêzî Cemaeta Îsmaîlaga ye.

Li malê xwe mehra mela birî û piştre jî tecawiz lê kir

Sade, ji astengdara zîhnî E.D. re got; “Tu dixwazî te li Tuzlayê hinek bigerînim?” Piştre jî E.D. li wesayîta xwe siwar kir û bir Tuzlayê. E.D. dema di wesayîtê de xwest li bapîrê xwe bigere lê Sade destûr neda. Li gorî îdiayê; Sade ji E.D. re got; “Ez ê te bikujim” û nehişt li bapîrê xwe bigere. Piştre jî bir mala xwe ya li Çekmekoyê. Sade, li malê mehra mela birî û piştre jî tecawiz lê kir. E.D. gelek caran E.D. tecawiz kir. Sade, bi şev saet derdora 01.00’an jina ciwan di bin pireke li nêzî AVM’ê danî û reviya. E.D. heta pêşdibistana lê dixebitiya meşiya. Dema mala xwe nedîtî jî heta serê sibehê li dibistanê ma. Mamosteya E.D. ya ku serê sibehê hatî dibistanê, agahî da malbata wê.

E.D. bûyera bi serê wê hatî bi xwişka xwe re parve kir. Li ser vê yekê malbatê tavilê serî li emniyetê da. Piştî îfadeya E.D., polîsan bi pergala şopandina plakayan li qeydên MOBESE’yê nihêrt. Li ser vê yekê 10 roj piştre Alperen Sade binçav kir. Alperen Sade ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ve hate girtin. E.D. jî 15 roj piştî bûyerê anku di 23’yê adarê de xwe ji qada çaremîn a apartmana ku tevî malbata xwe lê dijiya de xwe avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Çend roj berê derheqê Alperen Sade de li Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê îdianame hate amadekirin.  Di îdianameyê de hat gotin ku Sade ji pirsgirêka zîhnî ya E.D. sûd girtiye û mehra mela birî ye û E.D. jî ev îstîsmar ranegirtiye û întîhar kiriye.

Di îdianameyê de hat xwestin ku Sade ji ber sûcên “Ji bo îstîsmara zayendî gef xwariye û kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “Bi xistina lebatê êrişa zayendî” bê cezakirin. Hat destnîşankirin ku lêpirsîna têkildarî întîhara E.D. jî cuda tê domandin. Ji 3 salan heta 26,5 salan cezayê hefsê bo Sade hate xwestin.

Komeleya behsa xeberê ji hêla Sade ve di sala 2020’an de hate avakirin. Hêj niha jî xebatên komeleyê didomin. Komeleya behsa xeberê niha “perwerdeyê” dide gelek zarokan. Ev komeleya ku girêdayî Cemazeta Îsmaîlaga ye, gelek caran ji bo serokê cemaetê Mahmût Ustaosmanoglû bernameyên xwendina Qur’anê li dar dixe.