Mîrov dikare bi hêsanî bibêje çand her çiqas bedena tevahiya civakê û nirxên civakê be jî ew bixwe ruhê civakê yê tevahiya dîrokê ye. Şikildarê dinyaya manewî ya civaka ye. Watedariya hest û hişmandiyê ye. Ji ber wê jî yê ku mirov dike xwedî çand ev taybetmendî ye. Kesên ji vê taybetmendiyê bêpar bin nikarin berê xwe bidin civak û dîroka xwe.
Ji ber ku di bingeha her çandê de girêdaneke bi avaniya bibîranînên (an jî têkiliya kevneşopî), nasnameyên (an jî xeyalên polîtîk) û gerdîş ê re heye. Ev avanî ji ber ku di esasê xwe de ruhê cerbandina hevpar, hêvî û wateya dinyayeke sembolîk e, bi wê hêza xwe di civakê de derfeta yekitî, xwespartin û ewlekariyê pêk tîne. Di heman demêde jî ji ber ku cerbandin, gerdîş û kevneşopiyê bi teşe û zindî dike, dibe pira navbera paşeroj û pêşerojê.
Di her civakê de yên ku van pira bi hîm dikin cudan in. Ji bo kurdan hostayên pirê yên herî serkeftî jin in. Ji bo muzîkê ev hêj balkêş e. Ji neolotîkê heta van salên nêz, jin herdem vê rola xwe bi serkeftî pêkanîne. Dema em li dîrokê mêze dikin jin afirînerên herî mezin di heman demê de jî mijara muzîkê ne. Stranên kurdî yên xwedî ritma serbest ango yên navê wan ji dema akad, mîtanî û huriyan heta îro KILAM e, (yên ku ewropî jê re dibêjin Parlendo rubarto reçîtatîfe/stranên ku dengbêj li dîwana dibêje) ji sedî 95 berhemên jinan in. Ji dema akadan heta roja ku bandora dîn li ser civakê zêde bû jin bi koletî (Mî-Nar) jî û bi Banû’ti (Şubhat) jî her tim stranbêj û afirîner e. Piştî bandora dîn jin dîsa afirîner e, lê mixabin ji sedema mêr, dîn û civakê êdî nikare van berhemên xwe di civatan de bêje û ji wê sedemê jî yên ku stranê di civatê de bi lêv kiriye her tim dengbêjên mêr in. (Yek-du heke hebin jî wekî Gulê, Pero, Fatê ya bedlisî hwd…) Dema radyo vebûn bandora mêr hinek şikiya, herî zêde jî radyoya Erîvanê û ya Bexdayê.
Dema em bala xwe didin afirandina jinan û stranan, her çiqas li dor jiyana jinê û qala jinan be jî jê zêdetir rewşa civaka tê de dijî dide beyankirin. Ji ber ku her saet û demê civakê heman car jiyana jinan bi bandor û diyarde dike. Ji vê sedemê jî rewşa jiyana jinan rojane dibe mijar û berhema strana wê. Xwestek, hesret, xeyal, xweşikî û hestê wê yên veşartî û serencamên wê di stranê de bi zargotinek zelulî bi civakê re tê hevparkirin. Jin di warê afirandina muzîkê de bê sînor in.
Jin di lorîkan de ew dayika ku jê hêvî tê xwestin e. Di stranên xerîbî û hesretan de kesa ku ji bo wê kul û elem tê kişandin e. Nasnameya wê yar e, dayik e ango kesa zor û zahmetiyê dikşîne. Di stranên evîniyê de xweşika ber dilê delalê xwe ye. Dema qala xweşikiya xwe dike tu sînorekî li ber xwe nagire û xweşikiya xwe bi zargotineke mecaz pênase dike.
Jin dema stranekê diafirîne her çiqas dinyaya dilê xwe û hestên xwe bi lêv dike jî di heman demê de wekî berdevka civakê êş û hesretên civakê jî xweş dadihurîne û pênase dike. Bi lorîkan zarokên xwe mezin dike, lê di heman demê de ji bo ziman jî mamosteya yekemîn e. Di stranên jinan de derew tune ye. Lê tevahiya pirsgirêk û xweşikiyên civakê di stranên xwe de radixe ber çavan.
Jinên afirîner ên muzîkê dema stranekê diafirînin ziman û şîroveyeke gelek edebî bi kartînin. Tiştên lê haybûye, devera lê dijî, bûyerên civakî bi hestê dilê xwe distirîne û bi zimanekî gelek fesîh û hêsan bi civakê re parve dike. Heke îro stranên wekî Derwêşê Evdî, Melek Xanimê, Cebelî û hwd. hêj li civakê bandor dikin, pêwîst e em zanibin sedem fesîhî, zelalî û xweşikiya zimanê ku di stranê de hatiye bikaranîn e. Bi vê sedemê mirov kare bibêje jin ji bo zimanê kurdî stuna herî xurt e.
Lê mixabin îro ev rola jinan tê tunekirin û ji nasnameya xwe ya afîrîner dûr dikeve. Ji ber ku jin ji nasnameya xwe dûr tên hiştin di civaka kurdan de dengbêjî ber bi tunebûnê ve diçe. Îro modernîzim bandora xwe li hemû civakê dike. Ji ber wê ye ku kes xwe nas nake û bêşerm dikarin bibêjin “ Eyyyyy ma ev çi muzîk e? ”.