Herçiqas çeteyên DAIŞê ji milê leşkerî ve heta astekî hatibin şikandin jî, hê hişmendiya wan di ruhê çeteyên wek HTŞê de berdewam dike û jinên pêşeng dike hedef.
Jin di domdariya dîrokê de her tim ji bo parastina azadî û rûmeta xwe di nava tekoşîn û berxwedanê de bûne û li gor vê yekê jî roj bi roj asta tekoşîna xwe mezintir kirine. Jinan di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girtine û risteke bêhempa lîstine. Lê tevî ev ked û rista wan her tim mafê wan hatiye xwarin û rastî tundiyê hatine; helbet her tim jinên zana, çalak û bi hêz hebûne û li dijî tundiyê serî netewandine.
25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Jinan a Navneteweyî jî wek têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e, vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel girtiye. Patria, Minerva û Maria Teresa li komara Domînîk çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewl dide ku Minervayê tacîz bike, Minerva helwesta xwe nîşan dide û şeqamê li Rafael dixe. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku li zanîngehê beşa parêzeriyê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14ê Hezîranê ava kirin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin.
Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwişk ji girtîgehê derdikevin û di 25ê Mijdara 1960î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve tên kûştin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew jî 6 mehan piştî kuştina xwişkên Mîrebal tê kuştin.
Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17ê Kanûna sala 1999an de biryar da ku 25ê mijdarê roja kuştina xwişkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û hemû hikûmet, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dijî tundî û parastina mafên jina peywira xwe bînin cih.
Têkoşîna xwişkên Mîrabel ên 59 sal berê niha hatin kuştin niha hê berdewam dike. Beriya ku xwişkên Mîrabel û piştî wan jî bi dehan jinan li dijî dîktatoriyan li ber xwe dane. Ji Jeanned Arc bigire heta Fata Reş, ji Clara Zetkîn bigire heta Leyla Qasim, ji Rose Luxemburgê bigire heta Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef, jinan têkoşîn û berxwedana xwe mezin kiriye.
Tekoşîna li dijî hişmendiya serdestiyê
Di roja me de zext û tundiya li ser jinan tê meşandin, kêmasiya berpirsên wê desthilatdariya dewlet û hişmendiya zilamê paşverû ye. Her wiha di hin cihan de ji ber bêrêxistinbûna jinan jî kêmasî dertên holê. Lê li cihê ku jin nikaribin derfeta rêxistinbûnê bi dest bixin de dê her tim di destê dewletên faşîst û zilamê paşverû de bibin amûr. Ji ber ku jin nikarin xwe di nav vê pergalê de bi awayeke xurt birêxistin bikin lewma li seranserê cîhanê bûne wek amûreke fihûş, kirîn û firotinê. Anku bi sedan salan e rêxistineke dewletî û desthilatdar di civakê de hewl daye xwe bike hêz, xwe bi sazî bike û ji bo ku hebûna xwe bide parastin, hêza civakê ya esasî û ya sereke jinan bi rê û rêbazên cuda bigire bin serweriya xwe, li gorî hişmendî, serwerî û desthilatdariya xwe reng bide wê û wê li gor wê bide meşandin. Bi vî awayî hewl daye ku destwerdanê li cewhera jinan û hêza wê ya civakbûnê bike. Herwiha li gor xwe yan berevajî bike yan jî tune bike. Anku xwestiye jineke li gor xwe ava bike û bi toreyên namûsê ve girê bide. Lê belê her dem li dijî hişmendiya dewletê ya zilamtî, li dijî vê hişmendiya ku rastiya jinan berovajî dike her tim pêşengên tevgera jinên ku têkoşîn meşandine û serhildan bilind kirine hene, pêşengtî kirine û heqîqeta jinan parastine.
Bûyerên kuştina jinan
Axaftvan, akademîsyen û edîtora kovara Jinolojiyê û endama Navenda Jineolojiyê Nagihan Akarsal 4ê Cotmehê li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin. Nagihan Akarsel rojnamegerek bû ku di gelek rojname û kovarên jinan de kar dikir û gelek kar û xebatên wê yên rewşenbîrî û civakî hene. Nûçegihana Al Jazeera Şîrîn Ebû Aqla di 11ê gulanê bi guleyên artêşa Îsraîlê hat kuştin.
Jinên li Rojhilata Navîn
Jinan pêşengiya şoreşa Îranê jî kirine. Herî dawiyê 16ê îlona 2022yan piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di dema ku ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê (Polîsên Exlaqê) ve hatibû binçavkirin de li seranserê rojhilatê Kurdistanê û Îranê di pêşengiya jinan de serhildanên mezin pêk hatin. Li gorî Komîteya Jinan a Encûmena Neteweyî ya Berxwedana Îranê, di dema serhildana li seranserê welêt de, hêzên ewlehiyê û pasdaran herî kêm 700 kes kuştin.
Gelên li Sûriyeyê ji destê hikûmeta heyî gelek êş, azar, girtin, kuştin û bişaftin dîtin. Di serî de ya ku herî zêde ji vê siyaseta ku hatî meşandin bandor bûn jî jin bûn.
Lê bi Şoreşa 19ê Tîrmehê re, di serî de jinên Kurd, tevahiya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hundirê şoreşê de şoreşek pêk anîn. Jinan di hemû saziyên rêxistinî de cihê xwe girtin.
Jinan bi salên şoreşê re karibûn baweriya civakê bêtir qezenc bikin û bandora xwe li tevahî jinên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bikin. Tevî serkeftinên ku bidest xistin jî lê heta niha pêwîstiya wê zêdetir bi têkoşîn û xebata li dijî adet û kevneşopiyên ku serbestiya wan bi qeyd û bend dikin heye. Ji ber ku tekoşîna jinan ji bona serbestiyê hê berdewame û pêwîst e ku jin bikaribe guhertinê li cem xwe ava bike, weke din hişmendiya mêran jî biguherîne û bi vî awayî guhertinekê di civakê de jî çêbike.
Hemû saziyên mafên mirovan ên qaşo bi navê parastina mafên mirovan û mafê jinan bang dikin berovajî wê yekê temsîla hişmendiya zilamê serdest û zagonên kaptalîzmê dikin. Ji ber wê yekê hemû kiryarên dijmirovî yên ku li dijî jinan tên meşandin zagonên pergala mêrperest wan rewa dibîne û hemû kujerên jinan bêhesab dimînin û kes dengê xwe ji wan re nake.
Serweriya çeteyên DAIŞê li herêmê jî bandoreke pir xirab li ser jinan û civakê bi giştî kir, bi hezaran jinên Êzidî hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin. Herçiqas çeteyên DAIŞê ji milê leşkerî ve heta astekî hatibin şikandin jî, hê hişmendiya wan di ruhê çeteyên wek HTŞê de berdewam dike û bi hedefgritina jinên pêşeng û yên ku cihê xwe di kar û xebatên rêveberiya xweser de digirin, dixwaze hişmendiya xwe bi bandor bike û bandora tekoşîn û xebata jinan a pêşengiya civakê dikin bê bandor bike.
Bi rêbazên şerê teybet û derûnî yên ku dagirkeriya Tirk, hêzên pergala Sûriyeyê û hêzên kapîtalîst li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku bi giştî li ser hemû civakê, bi taybetî jî li ser jinan dide meşandin dixwazin ku qirkirina civakê û jiholêrakirina destketiyên rêveberiya xweser pêk bînin. Ji ber ku jin pêşengên civakê û pêşengên şoreşê ne û di hemû warên jiyanê de xwe dane ispatkirin û baweriya civakê qezenc kirine, hêzên desthilatdar jinan dikin armanc û dixwazin li hemû qadan û li her cihê ku tekoşîna azadiyê lê tê meşandin wan bêbandor bikin.
Herwiha di rewşa heyî de mirov dikare bibêje ku tundiya li ser jinan bûye gerdûnî û hişmendiya mêrên serdest dixwaze li her deverê serweriya xwe pêk bîne û ji milê zagonî ve jî dixwaze kiryarên ku li dijî jinan dide meşandin rewa bike û bi civakê jî li bin navê namûsê yan jî hincetên din rewa bike. Li gelek deveran jin ji hemû mafên xwe yên bingehîn, yên wek xwendin û tevlibûna nava kar û xebatên civakî bêpar dimîne û li bin navê nepêkanîna zagonên heyî tê kuştin, girtin û îşkencekirin. Li dijî van hemû kiryarên dijmirovî yên ku li dijî jinan tên meşandin, jinan di asta pêşengiyê de çarenûsa xwe xêz kir. Di serî de jinên Kurd û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi rêya fikir û ramanên Rêber Apo şoreşa civakî pêk anîn û li dijî hişmendiya mêrên serdest rêxistina xwe ava kirin.
Jin gihîşt wê baweriyê ger ku ew bi xwe rêya xwe ronî neke û asta tekoşîna xwe bilindtir neke, dawiya hişmendiya mêrên serdest pêk neyîne, wê demê dê nikaribe bi rengekî serbest bijî û serweriya mêr ê her tim li ser wê bidome.
Herwiha jinan di Şoreşa Rojava de bi sekna xwe ya birûmet di nava jinên cîhanê de deng vedaye, ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê bûye sembol û navnîşana berxwedan û azadiyê.