12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin şînê dikin têkoşîn

Aktîvîsta TJA’yê diyar kir ku pêşengiyê TJA’yê ya di li herêma erdhehê ji hêla erênî ve enerjiyeke pir mezin, bandoreke berbiçav li ser civakê kiriye û wiha got: “Xebata ku di pêşengiya wê de jin tunebe, xebat, ked û rengê jinan tune be ew xebat nagihîje armanca xwe.”

Erdheja ku di 6’ê sibatê de li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye, Sûriyeyê  pêk hat de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Bi milyonan kes mexdûr bûn. Jin ji ber taybetmediyên xwe yên cuda di erdhejê de du caran mexdûr bûn. Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo mexdûriyeta civakê û bi taybet jî ya jinan ji holê rake ji destpêka erdhejê ve li qadê xebatên xwe dimeşîne.

Em der barê xebatên TJA’yê û amadekariyên  wan ên 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de bi aktivîsta TJA’yê Xecê Şen re axivîn.

Di keraseta mezin a ku li Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê pêk hat de Tevgera Jinên Azad jî di saetên pêşî yê erdhejê de dest bi xebatên alîkariyê kir. Bi kurtasî tu dikarî qala vê koordinasyona pêşîn bikî?

Di serî de ez vê bêjim li gorî lêkolînên ku di dinyayê de hatine kirin erdheja ku li Kurdistan û Tirkiyeyê çêbû û bi gelemperî li Kurdistanê pêk hat ne ji aliyê pîleyê wê ve lê ji aliyê mirinê ve ne tiştekî ji rêzê ye. Polîtîkayên şerê taybet, çekirina bendavan û her wekî din qirkirina xwezayê qirkirina çandiniyê  van tev bandoreke neyînî li ser xwezayê kirine.

Her çiqas erdhej tiştekî xwezayî be jî mirov nikare encamên wê bi xwezayê re girê bide. Di 6’ê mehê dora seat çaran erdhej pêk hat. Koordînasyona me jî weke TJA, KCD, DBP, HDP û saziyên me yên din re hevpar awayekî bi lezgînî koordînasyona xwe ava kir.

Hema bibêje seat di 10-11’an de xebatkarên TJA’ê bi sazî û dezgehên kurdan re bi awayekî lezgin çûn bajarên ku erdhej pêk hatiye. Koordînasyona me hem ji aliyê rizgarkirin hem jî ji aliyê alîkariyê ve pêşiya her kesê gihiştin navendên erdhejê. Ev yek ji aliyê erdhejzedeyan ve jî tê gotin. Bi awayekî lezginî pêdeviyên wan ên jiyanî û kon ji hêla TJA, sazî û dezgehên kurd ve hatin pêk anîn. Di hevpeyîna de jî gel bang dike dibêje DBP, HDP û TJA li vir e lê dewlet tune, li ku ye!

Ji 6’ê mehê heta niha bi awayekî giştî aktîvîstên me bênavber li van bajarên ku erdhej lê pêk hatine, ji gunda bigire heta navçeya, ji navçaye heta bajaran xebatên xwe bêhempa didin meşandin. Gelek cureyên van xebatan hene. Aktivîstên me ji bilî xebatên jiyanî xebatên alîkariya derûnî jî didin. Alîkariya derûnî piştî ku aktivîstên me bi erdhejzedeyan re têkilî danîn derket holê ku pêdiviya erdhejzedeyan tenê xwarin û kon nîne.  Ji ber vê yekê koordînasyona TJA’ê ya hevbar ji hela derûnî, civaknasî û lêkolîne de xebat dike. Ji bo zarokan gelek atoliyeyên hunerî tên avakirin. Ev xebat û rêxistinbûna me hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo dinyayê bû mînak. Di rêxistinbûna me de derket holê ku rêxistinbûna jin, ciwan û gel de civak dikare bijî.

TJA’yê bi HDP, DBP, saziyên sivîl û baroyan re hat gel hev du û koordinasyoneke giştî ava kirin. Vê koordinasyonê xwe gihande kîjan bajaran û girîngiya vê yekitiya di navbera sazî û partiyan de çêbû?

Tevgera Jinên Azad ev bi salan e ji pêvajoyên gelek zehmet derbas dibe. Lê bi saya hêza xwe ya cewherî û xwe birêxistinkirinê ji bin van zehmetiyan derket.

Di vê kerasetê de em neketin şînê ji ber ku kerasetekî xwezayî nîn e ku mirov bikeve şînê. Ji bo vê yekê me şîna xwe kir sedema têkoşîna xwe. Bi her kerasetê re em hewl didin xwe bi hêztir bikin. Ev koordînasyona ku hat avakirin jî hêza xwe ji vê bingehê digire. Kesên ku di bin koordînasyona me de li qadên erdhejê xebatên rizgarkirinê dikin bihezaran kes ji bin kavilan rizgar kirin.

Ji ber ku li her qadên ku dewlet tune bû em hebûn û gel jî vê yekê didît li Mereşê qayûm avêtin ser koordînasyona me. Dema me vê yekê bihîst ji me re gelek ecêb hat. Şaredarî heta astekî tê fem kirin sazî heta astekî tê fem kirin le vê koordînasyona ku ji bo parastin û rizgarkirina mirovan hatiye avakirin nayê fêmkirin. Dilxwaz û endamên me kiribûn bin dorpeçê. Lê TJA bi têkoşîna ku li dijî vê zihniyetê dide niha bi hezaran kesî xebatên xwe dimeşîne.

Li qadên erdhejê li maseyên krizê herî zêde aktivîstên TJA’yê di nav xebatên alîkariyê de cih digirtin. Vê yekê bandoreke çawa li ser xebatên giştî kir?

Di koordînasyona hevpar de TJA’yê pêşengtî kir. Koordînasyona ku me ava kir xwe gihand hemû bajaran û alîkarî da erdhejzedeyan. Jixwe me di serî de jî got ji ber ku xwe gihand li her derê bûn hedef. Weke her xebatan ev xebat jî bi pêşengiya jinan hat kirin.

Vê pêşengiyê ji hêla erênî ve enerjiyeke pir mezin bandoreke pir mezin li ser civakê kir. Xebata ku pêşengiya wê de jin tune be, keda jinan, rengê jinan, xebata jinan tune be ew xebat nagîhije armanca xwe.

Ji roja ku erdhej pêk hatiye heta niha bi pêşengiya TJA’yê xebat tên meşandin. Bi hezaran dildarên ku ji Ewropa û bajarên cudatir bi dildarî dixwazin tev li xebatan bibin tên serî li koordînasyona ku me ava kiriye didin. Çepên tirk jî di vê kerasetên de ji bo koordîneyê serî li TJA û HDP’ê dan.

Vê baweriya civakê ya ku çêbûye hem kêfxweşî hem jî berpirsiyariyên girantir bi xwe re tîne. Hinek hevalên me yên li qadan ji 20 rojî zêdetir e xebatên xwe bê navber dimeşînin. Her çiqas xebatên heyî zehmet bin jî em bi moral, xwedî derketin û erka xwedîderketinê bi hêzeke xurt xebatên xwe dimeşînin.

Ji xebatên we yên hevpar cudatir we çima pêwistî bi erebe ango TIR’ên Mor dît?

Weke Tevgera Jinên Azad em di warê pêdivî û alîkariyan de xwedî tecrube ne. Em bûn şahidên erdhejan weke ya Wanê, Îzmîr û Elezîzê. Her wiha me şahidî ji pêvajoya Xweseriya Demokratîk re kir.

Di van pêvajoyan de me dît ku pêdiviyên jinan bi pedên hîjyenîk û pêdiviyên paqijiyê hene. Her wiha ji bo zarokan pêdiviyên cudatir hene. Di vê erdhejê de jî ji ber tecrûbeyên me, me bi jinên femînîst ên Tirkiyeyê re xebatên temînkirina pêdiviyên jin û zarokan dan meşandin û bi TIR’ên Mor ji bo heremên erdhejê hatin şandin.

Ji bilî van xebatên hevpar weke TJA’yê me li heremên erdhejê bi reng û pankartên xwe kombajar ava kirin. Di nav xebatên me de bi taybet ji bo jin û zarokan xebat tên meşandin. Em ji bo jinan pakêtên alîkariyê amade dikin û pêdiviyên jinekê bi çi hebe em dikin nav wê pakêtê û digihînin wan.

Li aliyekî TJA  li herêmên erdhejê xebatên xwe didomîne li aliyê din jî ji bo 8’ê Adarê di nav amadekariyan de ye. Di Roja Jinan a Cîhanê de dê TJA kîjan xebatan bimeşîne?

Her wekî ku me di deklersyona xwe de anî ziman ji ber erdhejê me hemû xebatên xwe betal kirin. Em neketin şînê. Me got şîna me sedema têkoşîna me ye. Ji ber vê yekê me bi dirûşmên ‘Dem Dema Azadiya Jinan e’, ‘Şîna me Sedema Têkoşîna me ye’ û ‘Hevkariya Jinan Dide Jiyandin’ deklerasyona xwe amade kir.

Me li Şirnexê bi bîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara) starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da. Ji bo 8’ê Adarê li Şirnex, Sêrt, Êlih, Agirî, Îdir, Qers dê meş bên li dar xistin. Piştî her meş û daxuyaniyê  dê jin bi alîkariyên ku kom kirine herin bajarên erdhejê. Ji roja ku me deklarasyona xwe daye heta niha her bajarekî diçe.

Di rojên kerasetan de giringiya rêxistinbûna jinan çi ye û bandoreke çawa li civakê dike?

Xebatên me yên ku em dimeşînin di nava civakê rastî bertekên erênî tên. Bi alîkariyên ku em didin gel xwe ewlehtir hîs dike. Dema ew xwe ewle hîs dikin baweriya me xurt dibe.

Gel piştî vê kerasetê û mexdûriyeta heyî li her bajarê dibê ‘bi alîkarî û piştgiriya TJA û partiyên siyasî em zanin ku kurd li gel me ne.’ Dibêjin yên ku xwedî li hev derbikevin dîsa em in.

Xebatên me yên ku bi felsefeya yekitiya gelan tên meşandin li ser gelê tirk jî guherînê çêkir. Ew jî dibêjin dewleta me li me xwedî derneket lê hûn hatin hawara me. Yanî em dikarin bibêjin ku ev xebatên alîakriyê di nav gel de bûne cihê enerjiyeke baş. Ji bo wê ya ku em zêde derbixin herî li pêş ewlehî be.

Dema ku em wekî TJA biçin bi însanekî re sohbet bikin, em êşa wan şîna wan xemgîniya wan par ve dikin. Em didin hîskirin ku ne bi tenê ne. Ji ber vê yekê ye ku baweriya wan bi me tê. Ev a hanê di hêla parastinê de pir girîng e.

Yek bi awayekî lezgînî bi riya hunerî hinekî çalakiya wan çawa ji wê şoqê derbixin di vê rewşê de. Ev a hanê jî gelekî xweşa însanan diçe. Em ê hêdî hêdî ber bi başbûnê va biçin.

Erdheja ku bû sedema mirina bi hezaran kesan ji bo me gelek felaketeke mezin bû. Ji bo me êşeke mezin û barekî pir mezin bû ku ket ser milê tevgera me. Ket ser milê gelê me û sazî dezgehên me. Rastiyeke dinê jî heye ku bi çanda moderniteya kapîtalîst xweza tê talankirin û avahî tên sazkirin. Li dijî kapîtalîzmê modernîteya Demokratîk em çawa dikarin ava bikin? Em çawa dikarin bi rêxistin bikin ev mijar ji bo me pir girîng e. Em ê vê mijarê ji xwe re bikin mijara sereke û li ser vê yekê xebatên xwe bimeşînin.

Peyama we ya dawî ya lî ser erdhej û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çi ye?

Em serî de bang li gelê kurd û gelên ku ji erdhejê bandor bûne dikin û dibêjin bila malên xwe gundên xwe û welatê xwe terk nekin. Bila di cihên xwe de jiyana xwe bidin avakirin. Ji ber ku demografiya bajaran neyê xirabkirin di vî warî de banga ji gelê me re heye. Dîsa li zarokên ku dê û bavê wan jiyana xwe ji dest dane xwedîderketin erka civakê ye. Bi wesîleya 8’ê Adarê em dibêjin şîna me têkoşîna me ye.

Di serî de li jinên mexdûrên vê  erdhejê û li hemû jinên cîhanê em pîroz dikin. Em hêvîdar in ku êdî kerasatên bi vî rengî pêk neyên.

Xecê Şen kî ye?

Aktivîsta TJA’yê û nivîskar Xecê Şen di sala 1980’an de li gundê Reşîne yê li ser navçeya Dihê/Sêrtê ji dayik bûye. Di sala 1992’yan de ji ber êrîş û polîtîkayên dewletê yên koçberiyê bi malbata xwe re koçî bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê dike. Di sala 1996’an de ango hê ku di zarokatiya xwe de dest bi xebatên jinan û rojnamegeriya kurdî ya Azadiya Welat û Welatê Me dike. Di sala 2006’an de di xebatên TZPKurdî de cih digire û du serdeman jî berdevkiya TZPKurdî dike. Ew niha jî aktivîstiya TJA’yê ye û di ber de jî xebatên xwe yên nivîskariyê didomîne.