Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navdewletî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, tecrîda giramkirî li ser tê meşandin ket meriyetê. Beriya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bînin Tirkiyeyê, girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de veguhestin girtîgehên cuda û girtîgehê ji nû ve ava kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya 5’emîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de der barê Girtîgeha Îmraliyê wiha dibêje: “Îmraliyê weke girtîgeheke ku cezayê li rayedarên payebilind ên dewletê dihate birîn, lê dihate bicihanîn û bi vî rengî navdar bû. Ji aliyê avhewayê ve hem gelekî bi nêm e, hem jî hişk e. Ji aliyê fîzîkî ve dikare mirovan têk bibe. Tecrîda li odeya girtî jî dema li vê zêde dibe, hingî bandoreke girantir li mirov dike.”
Astengkirên destpêkê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta sala 2009’an bi tena serê xwe di nav van şertan de hat hiştin û di vê demê de her çiqas karibe bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike jî nehiştin tu girtî bînin gel wî. Cara yekemîn bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ hevdîtina bi malbatê re hat astengkirin. Bi daxwazên parêzeran ên hevdîtinê hinceta ‘keştî xerabe ye’ veguherî ‘rewşa hewayê ne baş e’. Hinceta ‘rewşa hewayê ne baş e’ jî di demên dawî de cih da cezayên disîplînê. Bi van hincetan rê li pêşiya hevdîtinan hat girtin.
Parêzerên Abdullah Ocalan herî dawî di 2011’an pê re hevdîtin kiribûn. Di nava 8 salan de Abdullah Ocalan bi tu awayî nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re di sala 2018’an de bi pêşengtiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê piştî 200 rojan gihîşt encamê û bi Abdullah Ocalan re 5 hevdîtin pêk hatin. Hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hat kirin û piştî vê hevdîtinê bi hincetên cur be cur tecrîda heyî hat girankirin.
Hêzên hegemon
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de zêdetir tê girankirin. Hêzên hegemonîk tecrîdê bi armanca ku li ser axa Rojhilata Navîn planên xwe têxin meriyetê, girantir dikin. Ji ber ku birdozî û fikrê Abdullah Ocalan panjehra şerê li ser Rojhilata Navîn e û her wiha çareseriyeke ji bo civakan datîna holê, ji aliyê dewletên komploger û hegemonîk ve tecrîd tê girankirin. Di rewşa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de tu guherîn pêk nehatiye û îşkence, tecrîd û qirkirina heyî jî didome. Her cureyên çewisandinê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Li dijî vê hewldanê ji aliyê Rêber Gelê Kurd ve berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Bi vê berxwedana xwe nahêle komploya ku lê hatiye kirin bi encam bibe.
Daxwazên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê nayên qebûlkirin, cezayên disîplînê didomin. Daxuyanî û serlêdanên ku derdorên hiqûqî dikin nayên bihîstin. Biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya herî dawî, di 31’ê cotmeha 2023’yan de hat dayîn. Parêzeran naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê xwestin lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” û “dê li çapemeniyê were weşandin”ev daxwaz red kir. Dest ji agahdarkirina cezayê dîsîplînê berdin, biryarên cezaya dîsîplînê nadin parêzeran. Dewleta tirk hewl dide hemû tiştên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji cîhanê veşêre. Ev bi serê xwe pêkanîneke derveyî mafên xwezayî ye.
Çalakiyên ku tên kirin
Tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin bandora xwe li hemû cihanê dike. Ji ber vê yekê îro bi milyonan kurd û dostên wan li dijî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan li 74 navendên Ewropayê bi daxuyaniyan dest bi xebatan kirin. Li çar parçeyên Kurdistanê gel li dijî tecrîdê çalakiyan pêk anî. Li bakurê Kurdistanê gelek sazî û dezgeh di 18’ê mijdarê de Meşa Gemlîkê li darxistin. Bi salane li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Stragburgê nobed tê digirin.
Herî dawî di 27’ê mijdarê de girtiyên PKK û PJAK’ê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja damezrandina PKK’ê de bi bedenên xwe yên dîlgirtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Çalakiya girtiyan wê heta 15’ê sibatê bidome.
Sedemên çalakiyan
Dema mirov lê binêre hemû çalakî, kampanya û xebatên ku tên meşandin xwedî cihek girîng in. Kesên ku îro ji bo Rêberê Gelê Kurd têdikoşin bi xebatên wî yên ku demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinan bawerin. Paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye malê mirovahiyê. Bi rêya vê paradîgmayê êdî her kes dizane ku bi hişmendiya desthilatdariyê pirsgirêkên civakê nayên çareserkirin û hemû krîzên ku pêk tên bingeha xwe ji vir digirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salane di hucreyeke yek kesî de ji bo van krîzan çareser bike ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Jixwe ji ber vê yekê ye ku dibe hedefa hêzên hegemon.
Îro jinên ku bi paradigmaya Rêber Gelê Kurd li ber xwe didin dibin diyarkerên serdemê. Bi taybet jî li Rojhilata Navîn bi têkoşîna ku didin mînak tên girtin. Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd bi pêşengtiya jinan di bîra civakê de guherînan pêk tîne. Bi vê paradîgmayê jin hem xwe hem jî civakê ji kodên mêrperest rizgar dikin. Ji ber vê ye jin di her kêliyen têkoşînê de dibin pêşeng. Êdî jin gihîştîne wê hişmendiyê ku heta ew azad nebin nikarin civakê azad bibin. Ji bo vê jî jinan dibin pêşengiya PKK û PAJK’ê de xwe nas kirin û xwe azad kirin. Jinên azad îro li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin pêşengiya çalakiyan dikin. Jinên azad wê bi çalakiyên xwe tecrîdê bişkînin û civakê azad bikin. Jinên azad bi azadbûna xwe re Şoreşa Rojava pêk anîn û bi şoreşa jinê ya Rojava re wê gerdûnê azad bikin.