Weke tê zanîn dewleta Îranê ji sala 1979’an vir ve bi rêbazên îslamî tê bi rêvebirin. Bi vê rêbazê hemû qadên jiyanê ji aliyê hêzên dewletê ve tên kontrolkirin. Bertekên ku li hemberî vê pergalê derketin bi kuştina Jîna Emînî gihişt lûtkeyê.
Civaka ku ji pêkanînên dijmirovî bêzar bûye ji 16’ê îlona 2022’yan vir ve ji bo guherîna vê pergalê çalakiyan pêk tîne. Di serhildana ku pêk tê de heta niha bi sedan kes hatin kuştin. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û li gelek kesan cezayê dervekirinê hat birîn. Lê tevî vê jî serhildana li Îran û rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rantxurî, cezakirin, qeyrana aborî, polîtîkayên şaş ên navdewletî, zayendperestî û netewperestiyê bi rêbazên cur bi cur dewam dikin.
Li dijî domdariya serhildanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê jî di nav hewldanên cuda de ye. Di serdema ku çalakî gihiştibûn lûtkeyê de hêzên rejîma Îranê bi qernasên xwe serhildêran dikirin hedef. Gelek kesên ku dikaribûn ji civakê re pêşengî bikin di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan jinên ku hatin binçavkirin rastî tacîz û tecawizê hatin. Bi sedan kes neçar man ku ji xaka xwe dûr bikevin.
Di daxwaza xwe de bi israr in
Serhildêrên felsefeya Jin Jiyan Azadî piştî van çalakî û berdêlên mezin hê jî di daxwazên xwe yên guhertina pergalê de bi israr in. Ev israra guhertinê ya ku bi pêşengiya jinan pêk tê li kuçe û kolanên Îran û Kurdistanê tê hîskirin.
Di vê pêvajoya rojbera guhertinê de herî zêde jin û zarokên keç dibin hedefa rejîma Îranê. Ji meha mijdarê vir ve bi hezaran zarokên keç li dibistanên ku qaşo lê perwerde dibînin rastî êrîşên gazên bi jehrî tên. Bi taybetî di hefteya dawî de êrîşên li ser dibistanan pir zêde bûne. Malbatên zarokan li dijî van kiryaran li kolanan hewl didin ku dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstîn.
Rejîma Îranê bi êrîşên xwe hewl dide serhildana ku li dijî hemû qeyranên civakî (zayendperestî, netewperestî, dînperestî, aborî hwd.) dest pê kiriye weke tenê bi kincên jinan ve gêridayî ye bide nîşandan. Rayedarên Îranê ji qeyranên heyî zêdetir li ser kinc û tevgerên jinan radiweste. Ji çareserkirina pirsgirêkên civakî wêdetir dê çawa karibe jiyanê li jinan teng bike xebatên xwe dimeşîne.
Li aliyekî rejîm li kuçe û kolanan kamerayan bi cih dike. Jinên ku xwe li gorî pîvanên wan nenixaftinê tespît dike û ceza dike. Dikan bi dikan digere û dikanên ku xizmet didin jinên xwe ne nixaftine mohr dike. Li aliyê din serhildana ku li Îran û rojhilatê Kurdisatanê ji meha îlona par heta niha dewam dike siyasetmedaran neçarî nîqaşa guhertinan hin tiştan dike.
Siyasetmedarên wek serokkomarê berê yê Îranê Hasan Rûhanî der barê rewşa Îranê de rexneyên xwe tînin ziman. Rûhanî di axaftineke xwe de dibêje ‘Ez ji pêşeroja Îranê bi guman im. Dibe ku di xalên weke polîtîkayên aborî, siyaseta navxweyî û ya navdewletî de referandûm bê kirin’.
Ev axaftin û rewşa li Îranê ya ku jin tevî hemû astengiyan jî li kolanan li gorî dilê xwe tevdigerin nîşaneya guhertineke bingehîn e. Ev têkoşîn û biryardariya jinan dîsa ispat dike ku jin hêza guhertina civakê ne.