5 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li ser ‘Hezkirina zayendê’ axivîn

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê sêyemîn paneleke rêze-civînên “Ji Zanatiya Qedîm ber bi Jiyana Azad ve!” organîze kir. Panel li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê bi beşdariyeke zêde pêk hat.

Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê sêyemîn paneleke rêze-civînên “Ji Zanatiya Qedîm ber bi Jiyana Azad ve!” organîze kir. Di civînê de mijara “Hezkirina Cins” bi pêşkêşiya panelîst Gulay Tekîn hate nîqaşkirin.

Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, xebatkarên jin ên şaredariyê, endamên Meclîsa Jinê û gelek aktîvîstên saziyên jinan di civînê de amade bûn. Gulay Tekîn têgeha “Hezkirina Cins” di çarçoweya jineolojiyê de nirxand û zanîn û tecrubeyên xwe bi beşdaran re parve kir. Tekîn axaftina xwe bi mînakên ji dîrokê dewam kir û got: “Girîngiya xwenaskirin, nasname û hevgirtinê bi parvekirina tecrubeyan re watedar û bihêz dibe. Dema ku jin tecrubeyên xwe yên jiyanê parve dikin, divê balê bikişînin ser rola ‘Hezkirina Cins’ di veguherîna civakî de.”

Wê herwiha bal kişand ser girîngiya kevneşopiyên têkoşîna jinê û hevgirtina bi rolên avakirî yên jinbûnê re û wiha got: “Jin her tim li dijî newekheviyê berxwedane. Yekane rêya eşkerekirina hêz û berxwedana jinê, hebûna bi xwe, xwedîderketina li bedena xwe û nîşandana kevneşopiya têkoşînê ye.”

Rûniştin bi pirsên beşdaran û bersivên Tekîn bi dawî bû. Civîna çaremîn û dawî ya rêze-civînên “Ji Zanatiya Qedîm ber bi Jiyana Azad ve!” hefteya bê li heman cihî bi mijara “Hevjiyana Azad” û bi pêşkêşiya panelîst Ayşegul Ayaz dê pêk were.