25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin Jiyan Azadî zimanê hevpar ê têkoşîna jinan e

Piştî Serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistanê, hemû kesên ku di lêgerîna azadiyê de ne xwe li dora vê dirûşmê bi rêxistin kirin. Jin Jiya Azadî niha ji bo hemû kesan bûye zimanê hevpar ê jiyana wekhev

Di 16ê îlona 2022yan de dema jina ciwan a kurd Jîna Emînî ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hat kuştin, li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê li dijî rejîma Îranê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” çalakî hatin destpêkirin. Bi van çalakiyên ku destpêkirin re ji bo hemû jinên cihanê jî pêvajoyek nû dest pê kir. Ev dirûşma ku li Rojhilat dihat berzkirin tevî ku gelek kesan nû bihîstibû jî di esasê xwe de dirûşmek nû nîn bû. Dirûşm ango felsefeya Jin Jiyan Azadî keda bi dehan salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinên kurd ên ku li dora wî kom bûbûn hat vê astê.Dirûşma Jin Jiyan Azadî di destpêkê de ji sala 1990an şûnve di nav şervanên PKKê de hat bikaranîn û bi demê re li qadên civakî, çandî û siyasî belav bû. Bi taybet jî nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ku li ser kolekirina jinan û têkoşîna jinan a ku li dijî vê ferasetê meşandine, di avakirina vê felsefeyê de bû bingeheke xurt. Rêber Apo kolekirina jinan wek ‘mêtîngeriya yekem’ dinirxîne û li dijî vê kolekirinê dibê “Heta jin azad nebe civak azad nabe.”

Pratîkkirina dirûşmê

Wek tê zanîn di 2011an de “Bihara Ereban” dest pê kir. Bi “Bihara Ereban” re gelên bindest li dijî desthilatdariyên heyî ketin lêgerîna mafên xwe. Ev pêngava ku li hemû Rojhilata Navîn belav bû, helbet bandora xwe li Sûriyeyê jî kir. Kurdên ku bi salan bû li wir tune dihatin hesibandin, hewldanên xwe yên azadî û wekheviyê hêj xurttir kirin û di sala 2012an de Rêveberiya Xweser li Rojava îlan kirin.

Di nav vê pergala ku hat avakirin de fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas hat girtin. Di nav vê pergalê de jinan bi têkoşîna ku di qada siyasî, çandî, civakî û leşkerî de dan, xwe bi hemû gel dan qebûlkirin û derz li wê civaka baviksalar xistin.

Bi demê re hevserokatiya ku pêş ket bandora xwe li ser civakê zêde kir û di hemû sazî û dezgehan de kotaya ji sedî 50 jin esas hat girtin. Kotaya ku esas hat girtin rê li ber avakirina komîsyon û meclisên jinan vekir. Her wiha jin di bin banê Yekîneya Parastina Jin (YPJ) de di nav şer de jî xweseriya xwe îlan kirin. Ev pêşketinên ku pêk hatin nîşan dan ku Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşm e, lê di heman demê de modela rêveberiyek û civakek nû ye.

Felsefeya ku di nav jinên kurd de bi rêberiya Abdullah Ocalan de pêş ket û li Rojava jiyanî bû, di 2022yan de bi kuştina Jîna Emînî gerdûnî bû. Dema Jîna Emînî li goristanê dihat binaxkirin gelek kes tevî êrîş û zextên rejîma Îranê jî bi girseyî kom bûn û dirûşma Jin Jiyan Azadî berz kirin. Ev dirûşm ji bajarê Seqizê bi rê ket û li hemû bajarên Îran û Kurdistanê belav bû. Her kesên ku li dijî rejîmê dixwest dengê xwe bilind bike bihîstin, dirûşma Jin Jiyan Azadî berz dikirin. Ev dirûşma efsûnî ji ber wate û keda di avakirina wê de hatiye dayîn, ji bo hemû kesên ku di hewldana xelasbûna ji bindestiyê de ne bû hêvî.  Ew qêrîn ne tenê dirûşmeke ji sê peyvan pêk tê ye. Ew felsefeya jiyanê ye. Ji ber vê yekê ye ku li Parîs, Berlîn, Stockholm, New York, Stenbol û gelek navendên mezin belav bû.

Wek tê zanîn dîroka têkoşîna jinan bi qasî desthilatdariya mêrperest kevn e. Di her demê de jinan têkoşîna xwe domandiye. Di demên dawî de femînîzma ku li rojava pêşketiye, di mijara jinan de zêdetir derdiket pêş. Lê ji ber ku femînîzm zêdetir ji bo mafên takekes têdikoşiya û destkeftiyên ku bi dest xistiye mayînde nedikir, nikaribû xwe bigihanda hemû jinan. Lê felsefeya ku Jin Jiyan Azadî heyî dike bi azadiya jinan re guhertin û veguhertina civakî jî esas digire. Belkî ji ber vê yekê ye ku dikare ji Hîndistan heta Amerîkayê, ji Amerîkayê heta Ewropayê û hemû Rojhilata Navîn xwe bigihîne hemû jinan û bibe felsefeyek hevpar.

Dîsa di roja me de ji bilî jinan her ferdek civakê yê ku bixwaze di nav jiyaneke aram û bê şer de bijî zêdetir xwe nêzê vê felsefeyê dibîne.

Qedexekirina dirûşmê

Wek ku me li jor jî anî ziman dirûşma Jin Jiyan Azadî ji ber ku encama felsefeyekê ye, di gelek deman de bûye hedefa desthilatdarên mêr. Li Tirkiyeyê dirûşma Jin Jiyan Azadî bi taybet piştî 2010an zêdetir hat bikaranîn, ji ber vê yekê hikûmetê kesên ku ev dirûşmê berz dikir, hedef digirt.

Li Îranê jî di serhildana Jin Jiyan Azadî de bikaranîna vê dirûşma bi kurdî, ji bo Îranê wek xetere dihat qebûlkirin. Belkî ji ber vê yekê bû ku wergera dirûşmê (Zen Zendegî Azadî) hat kirin û bi vî halê xwe jî li gelek bajarên farsan hat bikaranîn.

Di sala 2023yan de dema Meşa Jinan a Parîsê hat lidarxistin, jin li dora dirûşma Jin Jiyan Azadî kom bûn. Dîsa saziyên wek Amnesty International, Human Rights Watch, UN Women ev dirûşmê di çalakiyên xwe de bikaranîn.

Dîsa di 2023yan de Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî rapor li ser dirûşma Jin Jiyan Azadî amade kir û gotin Jin Jiyan Azadî zimanê hevpar ê têkoşîna jinan e.

Dema em îro lê dinêrin di hemû çalakiyan de dirûşma ku esas tê girtin Jin Jiyan Azadî ye. Xwedîderketina li vê dirûşmê pir xurt e. Kesên ku dixwazin dirûşma Jin Jiyan Azadî fêm bikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir dixwînin. Her ku wî dixwînin hêj bi dengekî bilindtir vê dirûşê berz dikin. Ev jî nîşan dide ku Jin Jiyan Azadî ne tenê dirûşm e, felsefeya jiyana azad e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê