Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navnetweyî meşiyan. Bi sedan jinên ku li Deriyê Çiyê kom bûn, heta Bircên Keçî meşiyan. Di meşê de pankarta ‘li dijî tundiya mêr jin jiyan azadî’ hat vekirin. Ligel vê Komeleya Rojanemgerên Jina Mezopotamyayê (MKG) pankarta ‘ji tundiya li dijî rojnamegeran re na, çapemeniya azad nikar bê bêdengkirin’ vekirin.
Jinan di dirûşmeyê de bê navber ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî yekitiya jinan’ berzkirin. Jinên piştî meşê hatin Keçiburcu, navê jinên hatin qetikirin bibîr anîn û bersiva ‘li virin’ dan. Jinan Navê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin bibîranîn. Ji Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê Gulîz Kaya daxuyanî da çapemeniyê.
Jin Jiyan Azadî serhildan e
Gulîz Kaya da zanîn ku ji bo aştiya civakî û azadiya jinê dibêjin ‘jin jiyan azadî’ û dîroka xwişkên Mîrabel vegot. Gulîz Kaya da zanîn ku ew dizanin ku tundiya mêr ne bi çalakiyên şexsî yên gumanbaran, bi teşeyên îdeolojîk yên dewletê teşe dibin û got ew rêxistibûna xwe bi “jin jiyan azadî” diqîrin.
Gulîz Kaya destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan bê bêcezahiştinê encam dibin û wiha axivî: “Di serî d eli Tirkiyeyê gelek dewlet peymanan li ser kaxizê dihêlin û pêk naynin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em jin wê têkoşîna azadî û wekheviyê bidomînin. Jin Jiyan Azadî li dijî binpêkirinê serhildane.”
Destûr nadin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî axivî û wiha got: “Îro ji malan ji dibistanan, ji erd û fabrîkayan yên hatine qadan; dixwestin û dikaribûn bên, yên dilê wan bi agirê azadiyê dişewite, em hemû xwişkên xwe silav dikin. Em vê rojê wek roja hatina gel hev qebûl dikin. di 25’ê Mijdarê de em li dijî tundiyê dengê xwe bilind dikin. Rojê 3 jin tên qetilkirin. Dewlet temaşevan dimîne. Em ê destur nedin ku mafên me bên desteserkirin. Em ê destu nedin ku dest bidin qanûna 6284. Nagîhan Akarsel û Hevrîn Xelef rumeta me ne.”
Hevseroka Gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û axivî û got: “Ne walî bila desthilatdarî bê, ne desthilatdarî bila pergala serdest ya mêr bê. Rehbera me ‘jin jiyan azadiye’. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bi termînolojiya rêxistinî dibêjin. Ev li dijî qetilkirinên desthilatdarî li dijî parastina gumanbaran, dirûşmeya rêxistibûna jinane.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.