Rejîma Îran, Iraq û hikûmeta Tirkiyeyê di salên dawî de zextên li ser rojnamevanan û bi taybetî rojnamevanên jin zêde kirine. Bi taybetî Îran û Iraqê herî zêde aktîvîst û rojnamevanên jin dikin hedef. Di salên dawî de Rojnamevan Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Nagîhan Akarsel, Zelal Zagros û Denîz Cewdet bi suîkastê hatin qetilkirin. Sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kirin. Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Rojnamevan û Çalakvan Pexşan Ezîzî. Hikûmeta PDK’ê 3 sal ceza da Rojnamevan Silêman Ehmed.
Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) rojnamevan Newroz Demhat, der bare zext û tundiya li ser rojnamevanan û bi taybetî li ser rojnamevanên jin pirsên rojnameya Xwebûnê bersivand.
Jin bûn diyardeya herî pîroz a mirovahiyê ye
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Newroz Demhat anî ziman ku di tu dema dîrokê de mina sedsala 20-21’an êriş û komkujiyên li dijî jinan ne hatibûn xemilandin û wiha got: “Her ku moderniteya kapitalist xwe li her derê bi gewde kir û mina şerbetê li her kesê da vexwarin, pergala netew-dewletê jî cureyê bêdengkirin, bê vîn, bê nasname, bê rengkirina jinê bi dewlemend kir. Ev şêwazê ku herî zêde li Rojhilata Navîn û di serî de Îranê şemaya xwe ya dawî dide nîşandan. Dewleta Îranê ku xwedî mîrateya destpot, çewsîner û zayendperest e temenê wê ji 2500 salî derbas kiriye. Ya ku dewleta Îranê evqas sal li ser piyan hişt çi bû? Bêguman mina hemû hêzên hegemon xwe li ser bingehê zayendperestî, nîjatperestî, olperestî û zanîstperestiyê bi rêxistin dike.”
Tunebûna Dewleta Îranê dê bi destê jinên tekoşer be
Rojnamevan Newroz Demhat, anî ziman ku hêzên serdest bêdengkirina civakê û jinê wekî şêwazek jêneveger dibîne û wiha axivî: “Darvekirina û recimkirina jinan jî kiriye xilasiya xwe. Jiyana herî bi rûmet a jinan bi rêya vê jehrê dixwazin tune bikin. Rastiya welatekê, siyaset û şêwazê li ser jin û gelên wê dide nîşandan. Ango ne pêkane,ji bo Îranê behsa demokrasî, edalet û wijdanê bê kirin. Li Îranê kirinên xwe dide nîşandan, durî exlaq pîvan û rêgezên mirovatiyê ye. Dewleta Îranê ya ku xilasiya xwe di darvekirina jinan de dibîne, wê dawiya wê jî bi destê jinên têkoşer û azadîxwaz be. Her darvekirinek, di rastiyê de hejandina erşê desthilata îranê ye. Rejîma Îranê sedsalan e ku li dijî ramanên azad, azadiya jin û civakê ye. Ger îro bi awayek hovane êrişî aktivist, rojnamevan û hêzên demokratîk dike bingehê xwe ji vê rastiya tirsnak a rejima Îranê digire. Piştî serhildana Jin, Jiyan Azadî ku mina felsefeyekê li her derê cihanê belav bû, xelekên azadiyê bi destê jinan hat honandin, rastiya çewsîner a rejima Îranê hîn zêdetir bi hemû zelaliya xwe hat dîtin. Ji bo civaka ku li ser himê azadiya jinê di nava civaka Îranê de pêk neyê rêbazên darvekirin û kuştinan tên dayîn. Carek din derket hole jinên têkoşer ên pêşengî ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” kirin, îro ji mirinê jiyanê diafirînin. Ango biryara darvekirina wan jî dibe, tirsa desthilatê.”
Hêzên desthilatdar di taritiyê de, yên azadîxwaz di ronahiyê de israr dikin
Rojnamevan Newroz Demhat, da zanîn ku hêzên desthilat bi polîtikaya bêdeng bike, bi perçiqîne û bi rêve bibe, tev digere û wiha lê zede kir: “Ev rêbaza herî kirêt ku hêzên desthilatdar li dijî gel û civakan didin rêvebirin. Vê yekê jî bi rêya ragihandinê dike. Ji bo temenê desthilata xwe dirêj bike, rastiyan berevajî dike û mina rastî dide. Desthilata xwe qenc, demokrat, azadîxwaz dide nîşandan. Lê di rastiyê de hemû binpêkirinên mafên mirovan li dijî civakê tên meşandin. Nemaze ev dewletek bi rêbazên zayendperest, olperest e. Îro hêzên desthilatdar, sistema li Başûrê Kurdistanê didin meşandin nîşaneya vê yekê ye. Ji maf, azadiya ramanê re destûr nine. Dema mijar dibe jin ev yek hîn zêdetir zehmet dibe.”
PDK dijminê xwe xwedî dike û gelê xwe dide kuştin
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Newroz Demhat, li ser helwesta PDK’ê jî rawestiya û ev agahî dan: “PDK bi awayek yekser ji aliyê dewleta tirk ve tê rêvebirin. Ango her gotin û biryarên ji Enqerê derdikevin PDK pêk tîn e. Xiyanet, hevkarî kirine jêdera dirêjkirina desthilata xwe. Êdî PDK yek ser bi xwe fikirandin ne gengaze. Ji xwe MIT’a Tirk û parastin xwe li ser devera Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye. Yên ku li dijî wan derdikevin jî tên girtin, kuştin. Niha hêza herî xurt a li dijî PDK’ê jin û rojnamevanên azad, rewşenbîr siyasetmedarên azadîxwazin. Rojnamevan jin rastiya PDK’ê radixine pêş çavan. PDK dijminê xwe xwedî dike, civak û gelê xwe yê Kurd birçî dike û dide kuştin. Çiqasî xwedî li dijminê xwe derkeve ewqas dikare zextên xwe li ser civaka xwe zêde bike. Ji bo tu astengiyan li pêşiya xwe nebîne jî yekser êrişî jinên pêşeng û têkoşer dike.”
MÎT’a tirk li axa Başûr komkujiyê pêk tîne
Rojnamevan Newroz Demhat bal kişand ser kesên ji aliyê MÎT’ê ve tên qetilkirin û wiha berdewam kir: “Bi rêka sixurtî û hevkariya bi dewleta tirk li Silêmaniyê rojnameger û Edîtora Kovara Jineolojiyê û Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, aktîvîst û akademîsyen Nagîhan Akarsel, Zekî Çelebî, Ferhad Dêrik ( Hisên Şiblî) li gel 3 hevalên xwe yên din, Suheyl Xurşîd Ezîz bi nasnav Mamosta Şemal, Ebûzêd Dêrhînî, Huseyîn Turelî, Hûseyîn Arasan, Denîz Cewdet, siyasetmedar û têkoşera Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) hatin armanc kirin. Lê ya herî balkêş jî ew e ku kujerên wan hemûyan jî winda bûne. Çima kesên tên hedef girtin dibin çavdêriyê de ne û di her dimenên kamereyên wan de hene. Lê çima kujerên wan nayên dîtin. MÎT’a tirk sinorê welatê xwe derbas dike, dikeve nava xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê û komkujiyan pêk tine. Bi awayek zelal tê xuyakirin ku dewleta tirk û hevkarên xwe dixwazin rihê welatparêziyê û werekiyê ji Başûrê Kurdistanê xilas bikin. Heta niha kukumeta Iraq û ya Başûrê Kurdistanê li hemberî vê yekê helwest ne daniye. Jin, têkoşer, pêşengên gel tên qetilkirin, kujerên wan ji aliyê Hukumeta Başûrê Kurdistan û Iraqê ve tên parastin û xelatkirin. Carek din xuya dike, ku li Başûrê Kurdistanê dijminatiyek vekirî li dijî jinan tê meşandin. Di her êrişa li ser mamoste, rojnameger, çalakvan û hemû mafê azadîxwaz de jin hedefa hêzên desthilatdarin. Ji ber yê ku dawî li desthilata wan ya noker, paşvero, hevkar û xayîn bîne wê jin bin. Ji bow ê her cure êrişan pêk tînin.”
Xwe û medya xwe radestî dijminê xwe kiriye
Rojnamevan Newroz Demhat, li ser sekna PDK’ê jî rawestiya û got: “Ya herî mixabin ew e, ku vê desthilata ku xwe bi her awayî xwe teslîmî dijminê xwe kiriye; medya û ragihandina xwe jî radestî dijminê xwe dewleta tirk kiriye. Medyayên aligirên deshilata PDK’ê pir bi eşkereyî mina dijmina Kurdan di axive û êriş dike. Heta niha medyaya aligirê desthilata Herêma Başûrê Kurdistanê dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, komkujiyên tên kirin ne ditiye, berevajî pesnê dewleta tirk a qirker daye. Mîna erkdarên MÎT’ê kar dikin û propaganda wan dikin. Rojnamevanên azad jî her di hedefa wan deye. Ger rojnemevanek behsa maf, azadiya raman, komkujiyên li ser jinan tên kirin, dagirkerî bike yekser dibe aramanc. Lê kêmaniya sereke ew e ku rojnamegerên muxalîf, sinornenas li hemberî van binpêkirinan nabin xwedî helwest û hevgirtinê çênakin. Di pêvajoyên bi vî rengî de li şûna dilrendî (fikar) yên kes bikevin pêş, divê yên gel zêdetir li pêş bin. Lê ji ber ev yek çênabe, êrişên li dijî rojnamevanan zêdetir dibe. Bi awayek vekirî ji bo ku kirinên desthilatê neyên dîtin û neyên rexekirin, rojnamegeran dikin hedefa xwe. Erkê sereke yê rojnamegeran ew e ku bi pênûs, dimen û fikrê xwe xwedî li hempîşeyên xwe derkevin û li pey rastiyê bin. Her çiqasî rêxistinên mafên rojnamegeran yên Başûrê Kurdistanê hebin jî lê ew jî li gorî berjewendî û biryara desthilata heyî tevdigere. Girtin û cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed nişaneya vê ye. Ango daraz, qanûn jî li gorî desthilata PDK’ê tê meşandin.”
Êrîşên li ser rojnamevanên jin zedetir in
Rojnamevan Newroz Demhat, bibîr xist ku rojnamegerên jin li Kurdistan heta astek diyarker di aliyê pîşeyî, rêxistinî û fikrî de pêşketinên ber biçav ava kirine û wiha pêde çû: “Lê bêguman êrişên li dijî rojnamegerên jin tên meşandin ji yên giştî zêdetirin. Hem rastî êrişên desthilatê, hem jî yên feraseta mêr-dewletê tên. Li Bakur, Başûr, Rojhilatê Kurdistanê,Tirkiyê û tevahiya cihanê jinên rojnameger rastî her cure cudakariyê tên. Lê li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa Rojava ango Şoreşa jinê re ev feraset heta astek pir bilind hat têkbirin. Îro jin di qada ragihandinê de bûne xwedî tecrûbeyên ber biçav. Bê guman ev tecrube bingeha xwe ji têkoşîna bi salan a li Bakurê Kurdistan, tevgera azadiyê digre. Ango xwe weke şopînerên mîrasê xwe dibînin û li gorî wê têkoşîna azadiyê didin meşandin. Li Kurdistanê ger îro dengê gel evqas tê bihistin, li dijî tecrîd û dagirkeriyê têkoşîna gel bilidin dibe ev yek bi saya rojnamegerên jin û yên azadixwazin.”
Bibin dengê gel
Rojnamevan Newroz Demhat herî dawî anî ziman ku erka sereke ya dikeve ser milê her rojnamegerekê bikare soza ji bo şopandina rastî heqîqetê dayî pêk bîne û ev tişt got: “Çawa bi hevgirtina jinan wê dayî li desthilata dijminê jin, xweza û mirovahiyê bê anîn, yê ku bibe dengê wan jî wê rojnemevanên azadên bê ku bikeve bin bandora desthilatê bin. Banga min ji hemû rojnamevanan ew e ku bibin dengê gel, jin û civaka ku rastî her cure binpêkirinan tên. Yên ku desthilatê têk bibe wê wêrekiya di pênûs, dimen û ramanên rojnamevanan be. Ger îro mafên mirovan, saziyên huquqî bi erka xwe rabin, wê ne li Îranê, darvekirin, ne jî li Kurdistan û Tirkiyê girtin, binçavkirin û binpêkirina mafê rojnamevanan çênebe. Îro hêzên desthilata PDK, Îranê, Tirkiyê, Iraqê û her derê li dijî rojnamevanan êrişan pêk tînin. Erka sereke ya dikeve ser milê tevahî jin û rojnamevanan ew e ku hevgirtina xwe ya bîrdozî, fikrî bidin çêkirin. Dawî li bêmafî, darvekirinan bînin.”