Komeleya Dema Jinan li Taxa Tarlabaşi Çukur bi dirûşma “Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat?” ji bo Rojîn Kabaîş ku di 27ê îlona 2024an de di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da, çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin beşdarî meşê bûn. Pankarta bi nivîsa “Çi bi serê Rojîn Kabaişê hat” hat vekirin û dirûşmên wekî “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştina jinan polîtîk e” gelek caran hatin berzkirin. Daxuyaniya bi kurdî ya çapemeniyê ji aliyê Newroz Unverdi û ya tirkî jî ji aliyê Dilek Başalan ve hat xwendin.
Newroz Unverdî di daxuyaniyê de ev bang kir : “Bila mirina Rojînê were ronîkirin. Bila lêpirsîn bi awayekî zelal were kirin. Bila her kesê ku di îhmalkariyê de tiliya wan heye werin darizandin. Bila tedbîrên lezgîn werin girtin da ku ewlehiya jinan li zanîngeh û wargehan were misogerkirin. Herwiha em bang li hemû rêxistinên jinan û endamên têkoşîna jinan dikin: Werin em bi hev re daxwaza xwe ya edaletê ji bo Rojînê zêde bikin. Werin em bi hev re li dijî polîtîkayên bêcezatiyê bisekinin û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber ku em dizanin ku tenê bi têkoşîna rêxistinkirî em dikarin mafê jiyanê yê jinan biparêzin û pêşî li windabûnan bigirin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.