Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlibûna hezaran jinan bi dirûşma “Em li dijî qirqirina jinan serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” li Qada Îstasyonê ya Yenîşehîr a Amedê mitîngek li dar xist. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, aktîvîstên TJAyê Ayla Akat Ata û Gulten Kişanak axivîn.
Halîde Turkoglû ya bang li hemû jinan kir û silav ji wan re şand wiha got: “Ji birêz Abdullah Ocalan re hezar silav. Belê jinên rêzdar birêz Abdullah Ocalan bi banga xwe hêviya aştiyê mezin kir. Ev yek nîşanî hemû cîhanê da. Hemû cîhanê ev peyam bi baldarî guhdar kir. Yên ku aştiyê ava bikin dê bibin em jin. Ji ber vê yekê banga birêz Ocalan banga mezinkirin hêvî û aştiyê ye. Bila desthilat jî vê bangê baş guhdar bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna vî welatî divê guh bidin vê bangê. Îro bi vê bangê em jin dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em jin dê mal bi mal bigerin. Em ê vê 8ê Adarê bikin roja aştî û azadiyê. Azadiya jinan dê bibe azadiya civakê. Em dizanin ji 8ê Adarê heta Newrozê dê jin qezenc bikin.”
Jin amade ne
Pişt re aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî. Ayla Akat Ata 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Silav ji wan kesên ku 8ê Adarê ji me re afirandine. Îro ji bona em bibin dengê mafên jinan hatine vê qadê. Hûn bi tilîlî û dirûşmeyên xwe dikarin xwe bidin fêmkirin û naskirin. Jin jiyan azadî. Heta îro ji bo wekhevî û azadiyê gelek jinan di nava têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîd namirin.”
Ayla Akat Ata diyar kir ku girîngiya 8ê Adara 2025an ji bo wan mezin e û wiha berdewam kir: “Barê jinên kurd ê 41 salan barê şer bû. Di van 41 salan de hûn dizanin çiqewimî. Bar barê koçkirin û hefs zindanan bû. Gelê me bi salan di bin zilm û zordariyê de li ber xwe da. Îro bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihiştin asteke nû, barekî mezin li pêşiya me ye. Barê aştiya demokratik û birûmet li ser serê me, çiqas giran be. Banga aştî û civaka demokratik gihişte me, em weke TJA, dayik, jin û zarokên xwe li pey banga birêz Abdullah Ocalan in. Banga sedsala li me teva bi hezar caran pîroz be. Birêz Ocalan gaveke gelek mezin avêt, encamên wê ne tene gelê Kurd, bang banga jiyana azad û nû ye. Em dizanin bêhna nêrgizên Girava Îmraliyê dê rojekê bigihin hemû jinên bindest ên gelê cîhanê. Jinên Amedê hûn amade ne? Ji bo aştiyeke bi rûmet, pêşwaziya zarokên xwe, avakirina jiyaneke wekhev û azad hûn amade ne?”
Ayla Akat Ata diyar kir ku bilêvkirina aştiyê di têkoşînê re derbas dibe û wiha got: “Ev bar ji bo birêz Bahçelî, Erdogan û birêz Abdullah Ocalan barekî giran e. Em jin bi salan e bi hêviya aştiyê têdikoşin. Ji ber vê yekê aştiyê em ê bi rêxistin bikin. Ji ber ku pêdiviya vê axê bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê em ji bo aştiyê hene û ji bo aştiyê amade ne ku bedel bidin.”
“Emê govenda azadiyê bigirin”
Aktîvîsta TJAyê Gultan Kişanak jî diyar kir ku piştî 8 salan dîsa li qadan e û wiha got: “Me di nava çar dîwaran de kêliyekê jî dest ji hêviya azadiyê berneda. Bila herkes vê bibine ku têkoşîna azadiyê ya jinan di dile wan de ye. Wê jî çar dîwar nikarin hefs bikin. Di kesayeta Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Fîgen Yuksekdag de hemû jinan silav dikim. Heke em bi hev re bin ew deriyên hesin hemû dê vebin û em ê li vê qadê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
Gulten Kişanak bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan li dij3ı polîtîkayên şer ên tên ferzkirin, li wir di her kêliyê de li ser aştiyê fikirî û banga aştî û civaka demokratik kir. Em ji vir wê bangê silav dikin. Hûn amade ne ku pira aştiyê ava bikin. Ev bang ji me hemûyan re hatiye kirin. Li desthilatê, siyaseta demokratik, kurdan, tirkan, gelên rojhilata navîn, me jinan hate kirin. Divê em hemû tişta dikeve ser mile me bikin. Bi tene li bende mayînê nabe. Divê em kêlî bi kêlî aştiyê ava bikin. Em ji Amedê weke jinan di mijara aştî û civaka demokratik soz didin ev berpirsyartî û peywîra me ye. Em ji vir bang li Enqereyê jî dikin. Divê êdî tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Birêz Abdullah Ocalan dê weke mîmarê aştiyê tevkariyê bike. Bila kes xwe nexapîne. Rakirina tecrîda li Îmraliyê vekirina deriye aştiyê ya li Rojhilata Navîn e. Ji bo ku em civaka demokratik ava bikin divê em jinan bikin vîn em sekna xwe ya azadî û aştiyê mezin bikin. Civakeke demokratik a vîna jinê qebûl neke nikare bê avakirin. Ciwanên rêzdar, weke jinên ciwan hûn bibin pêşeng em jî li pişt we bin û bi hev re bimeşin. Divê jinên ciwan vîna xwe deynin holê. Bimeşin jinên ciwan bimeşin, ber bi azadiyê, wekheviyê û aştiyê ve bimeşin ku em jî bi we re bimeşin.”