Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û di heman demê de jî bang li dewletê kir ku komîsyonekê ava bike. Herwiha li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 5ê tebaxa 2025an de li parlementoya Tirkiyeyê, bi navê “Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî” komisyoneke ku 9 jê jin bi giştî ji 51 kesan pêk tê hat avakirin. Komisyonê Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê jî di nav de bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin pêk anî.
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li ser rola jinan a di vê komisyon, pêvajo û taybet sazkirina makezagoneke nû de û daxwazên wan çi ne, di 24ê tebaxê de bi daxuyaniyekê “Komisyona Hiqûq û Jinan di Avakirina Aştiyê de” ava kir. Li ser mebesta komisyonê û rola jinan di pêvajoya aştiyê de, li Mêrdîn û Amedê komxebat pêk anîn.
Em li ser mebesta avakirina komisyonê û rola jinan a di vê pêvajoyê de, bi aktivîsta TJAyê û endama ‘Komîsyona Hiqûq û Jinan di Avakirina Aştiyê’ Ayla Akat Ata re axivîn.
Ayla Akat Ata di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêwistiya makezagoneke nû û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê pêwistiya bi magezagoneke ku azadî û wekheviyê di nav xwe de dihewîne tim mijara nîqaşê ye. Bi taybet jî ev nîqaş di dema hilbijartinan de dibe rojev. Dema behsa demokratîkbûnê tê kirin, ya ku ewil tê bîra mirov, Makezagona 1982yan e ku ruhê Makezagona 1924an a yekperest li xwe digire. Darbeya 1980ê bandor li tevahiya civaka Tirkiyeyê kiriye, çi çepgir çi rastgir. Ev rastî hîna jî di bîra mirovan de ye û ji ber vê jî daxwaza civakê ya hevpar ew e ku Makezagona 1980ê biguhere. Lewma wek TJA gava ku em behsa makezagonê dikin, em bi wan kesan re ku daxwaza makezagoneke demokratîk, pirreng û azadîxwaz dikin re tevdigerin.”
‘Jin dikarin vê îradeyê nîşan bidin’
Ayla Akat Ata diyar kir ku bingeha hemû newekheviyan, newekheviya di navbera jin û mêran de ye û wiha axivî: “Elbet ji bo me ya ewil wekheviya jin û mêran e. Ji ber ku ji bo me çavkaniya hemû newekheviyên di civakê de bingeha xwe ji newekheviya di navbera jin û mêran digire. Di makezagona heyî de pênaseya giştî ya madeya 10an ku behsa wekheviyê dike, di vê mijarê de nikare bibe bersiv. Lewma em her tim tînin ziman ku nêrîneke wekhevîxwaz û azadîxwaz pêwîst e ku rengê xwe dide hemû makezagonê û em dibêjin îradeya ku vê yekê ava bike jî em jin in.”
‘Hesasiyetên herkesî hene’
Ayla Akat Ata di berdewamiya axaftina xwe de got divê hesasiyetên tevahiya civakê û gelan li ber çavan bên girtin û wiha pê de çû: “Ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya meseleya kurdan divê hin gav werin avêtin. Nîqaşên ku heta îro li ser makezagonê hatine kirin (bê ku guh bidin tiştên ku em dibêjin), zêdetir li ser çar madeyên makezagonê yên ewil bûn. Vê yekê jî kir ku di civaka Tirkiyeyê de hestyariyek çêbe. Haya me ji van hestyariyan heye û em fêhm dikin, lê belê di heman demê de em dixwazin ku em jî werin fêhmkirin. Gava ku perwerdeya bi zimanê dayikê mimkun be, pênaseyeke nû ya welatîbûnê were kirin, rê li ber nenavendîbûnê were vekirin û her ol û bawerî bikare xwe bi awayekî azad bîne ziman, wê demê makezagoneke nû dikare pêk were. Berovajî vê yekê, mixabin tenê dê bibe dubareyeke xerab. Belê, me di 24ê tabaxê de bangewaziya ‘Gotina Jinan di Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk û Makezagonê de’ kir. Me xebata xwe bi dirûşmeya ‘Çareserî Bêhiqûq Nabe, Hiqûq Bêjinan Nabe’ ragihand. Lê belê zêdetir aliyê makezagonê derkete pêş. Elbet em vê yekê ji pêvajoya heyî cuda nanirxînin.”
‘Jin cerebeyên xwe yên aştiyê dinirxînin’
Ayla Akat Ata di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser mebest û girîngiya komisyona ku avakirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me navê komîsyona xwe danî ‘Komîsyona Hiqûq û Jinan di Avakirina Aştiyê de’. Pêvajoyên çareseriyê yên demokratîk û aştiyane yên meseleya kurdan ku ji sala 1993yan ve çêdibin û ew liv û tevgera jinan a di van pêvajoyan de tecrubeyeke girîng derxistiye holê. Em rola xwe ya di avakirina aştiyê de bi vê tecrubeyê re dinirxînin û em avakirina civaka demokratîk ji vê pêvajoyê cudatir nanirxînin. Dema ku Tirkiye aştiya xwe pêktîne, zemîna wê dê zemîna civaka demokratîk be. Ev zemîn çiqas xurt be, avakirina wê çiqas bi hêz were kirin, avakirina aştiyê jî dê ewqas mimkun be. Tenê rêyeke vê heye: Ew îradeya ku ji bo çareseriyê derketiye, divê bi hiqûqa çareseriya demokratîk were pêşwazîkirin û ev jî bi gavên wêrek û biryardar dibe. Civakîkirina aştiyê wek peywirekê li pêşiya me ye û di vê mijarê de karnameya me xerab e. Em dizanin ev yek tenê carekê, bi daxwazekê û bi pêngavekê pêk nayê; bi têkoşîn û xebateke demdirêj pêk tê. Ev yek jî bi rêya bihêzkirin û berfirehkirina torên tifaqê dibe.”
‘Jin dê temaşe nekin’
Ayla Akat Ata da zanîn ku jin dê li vê pêvajoyê temaşe nekin û di avakirinê de cihê xwe bigirin û wiha got: “Em wek TJA civakîkirina aştiyê wek peywira xwe ya bingehîn dibînin. Civakîkirina aştiyê wek armanca sereke ya bangewaziya me dikare were nirxandin. Baweriya me xurt e ku aştiyeke birûmet dê bi pêşengiya jinan pêk were. Lewma me hemû jinên ku li vê erdnîgariyê dijîn, vexwend têkoşîna hevpar. Jin dê temaşe nekin, dê li hêviyê nesekinin ka çi dibe; tenê dê beşdar nebin, dê cihê xwe di mekanîzmayên biryargirtinê de bigirin, dê xwe rêxistin bikin û çalakiyên xwe pêk bînin.”
‘Jin nîvê civakê ne’
Ayla Akat Ata li ser kuştina jinan, azadiya jinan û îdîaya xwebûnê rawestiya û wiha got: “Em nîvê civakê ne, lê belê di civakê de di nav têkiliyên serdestiyê yên bingehgirtî de wisa tê kirin ku hebûna me neyê dîtin. Jin nîvê civakê ne û divê em hiqûqa jinbûnê bi vê rastiyê pêk bînin. Em dizanin azadî û wekhevî bi wekheviya herdu zayendan pêk tê. Kuştina jinan gihîştiye asteke wisa ku divê em bi kûrahî li ser bisekinin. Em ji xwe bawer dikin û em têkoşînê esas digirin. Nêrîna ku jinan aydî xwe dibîne û sînorên jiyana wan xêz dike, em bi angaşta xwebûn û azadiyê li hemberî wê derdikevin û em ê bi ser bikevin.”
Berdêla parastina jiyanê
Ayla Akat Ata di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku pêş dixin û êrişên ku li ser wan pêk tên û got: “Em berê jî rastî êrişên wisa hatin. Berdêleke parastina jiyanê heye. Bi salan e em vê berdêlê didin, lê me dest jê berneda. Ji ber ku em bi bawerî têdikoşin. Lewma em zêde guh nadinê. Hefteya bihurî me xebata xwe ya yekem li Mêrdînê kir. Em bi kelecan bûn, ji ber ku li bajarekî wekî Mêrdînê ku ji hêla entîsîte, ol û baweriyê ve gelek cudahî lê hene, em bi rojeva aştiyê bi jinan re hatin ba hev. Wan deng da bangewaziya me û hêz da me. Fikar dihatin fêmkirin, me guh da rexneyên wan û pêşniyarên wan girtin. Em ê dîsa bi wan re werin ba hev, lê ew ê vê carê plansaziya xwe bikin û gazî me bikin. Tiştekî berbiçav e ku pêwîstiya civakê bi aştiyê heye. Jin vê yekê dibînin û ji bo pêkanîna aştiyê xwe rêxistin dikin. Kesên ku ji vê yekê aciz bibin, dê hebin; em pêşbîniya vê yekê dikin. Ev yek tenê ji bo me dibe sedem ku em zêdetir kedê bidin û bileztir tev bigerin.”