27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Jin bi xurtkirina yekîtiyê dikarin li her qadê pêşengtiyê bikin’

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir jin bi xurtkirina rêxistinbûn û yekîtiya xwe dikarin li her qadê  ji civakê re bibin pêşeng û serkêş.

 Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê bi munasebeta 25ê Mijdarê nirxandin kirin.

Şîlan Kobanê destnîşan kir ku meha mijdarê gelek rojên girîng û dîrokî digire nav xwe û got: “Weke tê zanîn yek ji wan rojên dîrokî jî kuştina Xwişkên Mîrabal e. 25ê Mijdara 1960an li Komara Domînîk Xwişkên Mîrabel Patria, Minerva û Marîa ji aliyê hêzên dîktator Trujîllo ve hatin kuştin. Trujîllo yê weke her dîktatoran zext û îşkence sepandibû ser jinan û civakan. Piştî 21 salan jinên têkoşer û berxwedêr ji bo bîranîna Xwişkên Mîrabel dîroka 25ê Mijdarê ji bo têkoşîna li hember tundiya li ser jinan weke sembol qebûlkirin.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê anî ziman ku çalakiyên jinan gelekî girîng, watedar û encamgir in û wiha axivî: “Ji 1981ê ve li tevahiya cîhanê her 25ê Mijdarê bi çalakiyên cihêreng tundiya li ser jinan protesto dikin, ji bo jiyana azad û wekhev dengê xwe bilind dikin. Li her devera cîhanê jin berteka xwe ya li hember desthilatdarî û rejîmên zilamperest bilind dikin, ji bo xweparastin, rêxistinbûn û yekîtiyê bang li tevahî jinan dikin. Bêguman di çalakiyên 25ê Mijdarê de divê mêr jî cihê xwe bigirin. Ji ber hemû şer û tundî li ser navê wan weke zayend tê kirin. Hewce ye bi van çalakî, civîn, semîner û aktîvîteyan xwe bidin efûkirin.  Divê diyar bikin ku ew bi kiryarên pergala desthilatdar û mêrperest re nînin, ew jî dixwazin tundî û şer li ser civakê rabe.”

Şîlan Kobanê bal kişand ku jinên her di nava çar dîwaran de dîl dihatine girtin û hemû mafê wê yê  jiyanê ji destê wê hatiye girtin û îro ji bo azadiya xwe û hemû beşên civakê têkoşîn dike wiha got: “Ev di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de berbiçav û şênber bûye. Rêber Apo bi hezaran jin ji koletiyê xelas kirin. Ew anîn merheleya bibin partî û artêş. Ew kirin pêşeng û serkêş ji civakê re. Rêber Apo jin perwerde kirin û ew anîn asta xwe perwerde bikin, bibin fermandar û rêveber. Ji bo di cîhaneke bê şer û bê tundî ya hemû mirovahî têde serbilind û azad bijîn, pêşeroja xwe bi destê xwe xêz bikin û wateya jiyanê fêm bikin, Rêbertî berxwedan û têkoşîneke bi heybet meşand. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe derfet da jinan ku xwe bi rêxistin bike, bibe xwedî nasname û zimanê xweîfadekirina azad.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê îşaret bi têkoşîn û berxwedana jinan kir û got: “Her kes dibîne bê çawa jinan xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin kirin, bûn xwedî bawerî û hêza têkoşîneke pir xurt. Ev jin roj bi roj çalak bûn û gihiştin asta pêşengtiyê. Jinan li rojavayê Kurdistanê di şer û jiyanê de pêşengtî kirin. Ev nîşan dide ku jin eger xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe xurt bikin dikarin li her deverê ji jin û civakê re bibin pêşeng û serkêş. Asta zanebûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng  û rengê xwe da hemû cîhanê. Her kesî şahidî ji vê berxwedan û qehremaniyê re kir. Jinên şoreşger li hemberî çeteyên DAIŞê şerekî bêhempa kirin, her kes matmayî hiştin. Helbet ev berxwedan û ceng berhema fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”

Endama Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziya şer Şîlan Kobanê axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir, “Pêwîst e bi wesîleya 25ê Mijdarê em yekîtî û rêxistinbûna jinan di asta herî bilind de pêş bixin û ji bo vê bixebitin. Ji ber tundî, zext û destdirêja li ser jinan dewam dike. Hewce ye her roj û her kêlî bertekên xwe bidin nîşandan û çalak bin. Ez jî bertek û helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinan didim nîşandan û dibêjim, ‘Ey jin û mêrên cîhanê werin em hemû bi hev re’, helwesta xwe deynin holê û çalak bibin. Careke din ez tundiya li ser jin û civakê şermezar û rûreş dikim. Tenê bi têkoşîn, hevgirtin û xweparastin em ê karibin jiyaneke têde azadî, wekhevî û xweşî hebe ava bikin.”