Bi baweriya ku jin dikare rê li ber vejîneke rewşenbîrî û civakî, hunerî, aborî, diplomasî û ekolojî veke, Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” li bajarê ku yekemîn car Mandêlayê sedsala 21’emîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lingê xwe lê danî, di 2012’an de dest pê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşek bû ku yekem car piştî pênc hezar sal ji cihêkarî, zayendperestî, netewperestî, binpêkirina mafê jinan û azadiya wan, dengê wan tê bihîstin bi xwe dikevin nav şoreşê û rastiya şerê gelê şoreşgerî ku bi azadî û pêşengtiya jinan temam dibe, radixin ber çavan.
Ji pêjxaneyê ber bi şoreşê ve
Li vir li Rojava, ji jina ku çarenûsa wê bi sînorên mal û pêjxaneyê ve ji hêla hişmendiya baviksalarî û zagonên mêr ve dihat sînordar kirin, bûye hevseroka komîn û komîteyên wê, meclisa bajar kanton û herêmê. Bi aqilê jina ku ji kaniya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastiya xwe wekî jin naskiriye û di bin felsefeya “Jin Jiyan Azadî” de têdikoşe, êdî di hundirê xwe de ew hestên dişibin yên zilam dikuje, evîneke rast raberî jinên dora xwe, civak û welatê xwe dike.
Jin mêran perwerde dikin
Bi aqil û nêrîna jinan îro pergala Rêveberiya Xweser û projeya Neteweya Demokratîk birêve diçe. Îro li komînan, meclis, akademî, zanîngeh û di hemû sazî û dezgehan de jin mêran perwerde dikin, jin mêran bi dîrok, desthilatdarî û zilma ku dikin dide nasîn û li ser fikrê Neteweya Demokratîk û azadiya jinan jin hewl dide mêrên azad li kêleka jinên azad ava bike, da ku sîstema heyî şêwazekî hîn bêtir balkêş bigire û ji cîhanê re bibe modelek ku bikaribin jê sûd werbigrin. Tenê li Rojava ev çêdibe û rûdide, ku mêr ji hêla jinan ve tên perwerdekirin. Li gorî lêkolînan di 7 salên dawîn de zêdeyî hezar mêr di 50 dewreyên akademiyan re derbasbûne û li ser azadiya jinan û Neteweya Demokratîk, çawa bikaribin di kesayeta xwe de guhertin û veguhertin çêbikin de, perwerde dîtine û ev dewre jî didomin. Ev jî yek ji destkeftiyên Şoreşa Jinan e. Li vir êdî tenê mêr biryaran nadin jin û mêr di bin sîwana hevserokatiyê de tên cem hev nîqaş dikin û piştre biryar tê dayin. Lê di sazî, rêxistin, deste, kombûn û meclisên jinan de jin bi xwe dibin xwedî biryar.
Malên parastinê
Li Rojava Malên Parastinê yên Jinan ji hêla Desteya Jin ve hatine avakirin. Da ku bi awayên herî hov ji hêla mêr, malbat û civaka xwe ve neyê kuştin, jin xwe dispêrên malên parastinê yên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, ligel Kongra Star û Malên Jinan. Herwiha yek ji qadên girîng ên têkoşîna jinan jî sîstema dadweriyê ye. Meclisa Edaleta Civakî a Jinan di 2016’an ve hat damezrandin û Mala Jin, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî di bin sîwana wê de cih digirin. Li vir mafê jinan tê garantî kirin.
Zagonên Jin û Malbatê
Da ku ev şoreş were parastin bêguman li kêleka çand û exlaq û urf û adetên civakî, pêwîstî bi zagonan jî heye. Bi Şoreşa Rojava re zagonên jinan yekem car ketin rojevê û piştî îlankirina Rêveberiya Xweser ket meriyetê. Lê li gorî pêwîstiyên heyî, zagona jin di sala 2020’an de veguherî û bû “Zagona Malbatê”, pê re êdî parastina mafê jinan û hem zarokan jî hat garantî kirin. Di Zagona Malbatê ya ku ji 6 beşan pêk tê de, mafên medenî yên; zewac û hevberdanê hatin sereratkirin, pirsgirêkên weke pirzewacî, di temenê zarokatî de zewicandina bi darê zorê jî sûc hatin dîtin. Zagona Malbatê, bi taybetî li kantonên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê wekî Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrezorê yên ku cihê komkujî û zextên DAIŞ’ê bûn û hatibûn rizgarkirin xwedî girîngiyek mezin e.
Bayê bihara Şoreşa Rojava
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, reşandina tovên azadiyê li warê xwedawendên jin xwedawendên serdemê bi xwe re avakir. Dayik û ax sembola bereketiyê û sembola berdewamiya jiyanê ye ku sembola her jinê ye, di her demê û her axê de Îştar heye xwedawenda jin a berdar, ew çavkaniya sereke û bingehîn a jiyanê, zayîn û nûbûnê ye. Çawa ku jin di zikê xwe de zarok hildigire, ax jî tovê hildigire ev dibe garantiya berdewamiya jiyanê. Ji lew re jin bi sebir ji bo ku ev şoreş berdewam bike, bibe malên hemû jinên Kurdistan û cîhanê û sûdekê bide têkoşîna tevger û rêxistinên jinan ku hezaran sale didin, têkoşiya û bayê bihara Şoreşa Rojava gihand jinên Rojhilata Navîn û piraniya rêxistin û tevgerên femînîst ên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin.
Şoreş 12 saliya xwe tijî dike
Têkoşîn didome, domandina têkoşînê mizîginyia gavên nû ji bo jin, zarok û her zindiyekê li ser vê axê, dide. Her çiqas êrîşên bejahî, ezmanî, şerên taybet û hwd. çêbûn, lê nikarîbûn herikîna vê şoreşê rawestînin, nikarîbûn pergala heyî hilweşînin, nikarîbûn civaka birêxistinkirî bi temamî dagir bikin, çiqas xwedawend, endezyar û pêşeng hedefgirtin dîsa jî nikarîbûn dilê jinan ku wekî volkanê li hember desthilatdariya wan û hovîtiya wan dikele sar bikin, nikarîbûn Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji cewherê wê derbixin û wekî şoreşên din veguherînin krîz û şerên navxweyî.
Ji lew re îro jinên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê nivîsandina Hevpeymana Civakî a Jinan dike. Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê tîrmehê de li kantona Cizîrê, bi beşdariya 130 delegeyên jin ji rêxistin, tevger û meclisên bakur û rojhilatê Sûriyeyê civînek berfireh lidarxistin.
Di wir de komîteyek teng ji 30 jinan pêk tê, ji bo amadekariyên reşnivîsa hevpeymanê avakirin. Şoreş bi gavên dîrokî pêl bi pêl pêvajoyên xwe derbas dike. Ji bo doza jinan dê Hevpeymana Civak a Jinan gelek xebatan bike, ku pê re mafê wê biparêze û jê re bibe stûnek ji stûnên vê şoreşê.
Ji lew re jin ji hemû pêkhateyan di nav Hevpeymana Civakî a Jinan de cih digre, ev mozayîka gelan a di hevpeymanê de nîşaneya demokrasiyê ye, nîşaneya hevgirtina jinan a piştî ewqas komkujî, ferman û qirkirinan e. Jin ji gelek rêxistin dezgeh û tevgeran anîna cem hev pêwîstiyeke sedsala 21’an e ku têkoşîneke hevpar wê ji pirsgirêk û aloziyên heyî ku jin dikin qurbana gelek polîtîkayan re encamgirtir be û ji jinên li herêmên dagirkirî re bibe hêviyek.
Ji lew re jinên kurd ên pêşeng hêja ne ku her kêlî şoreşa wan pîroz û model were dîtin.