2 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin bi coş meşiyan

Jin di pêşengiya TJAyê de ji bo pêkanîna mafê hêviyê û avakirina civakek demokratîk bi coş meşiyan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civakek demokratîk bi dirûşma ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir. Di pêşengiya TJAyê de nêzê 300 jin dê 7 roj ji bo pêkanîna daxwazên xwe bimeşin heta Enqereyê. Di roja destpêkê de jin bi oxirkirina girseyeke mezin ji Amedê ber bi rawestgeha xwe ya yekemîn Hîlwanê ve bi rê ketin.

Em jî ji bo şopandina meşe bi jinan re bi rê ketin. Jin bi coş li erebeyên ku hatine eyarkirin siwar bûn. Jinan di erebeyan de bi yek dengî stranên şoreşgerî yên ku teşe dane jiyana wan gotin. Yuksel Genç jî di erebeya ku em tê de bûn de bû. Dema ku didît jin ji stran gotinê diwestin dest bi vegotina bîranînên xwe yên salên dirêj dikir. Yek ji bîranîna ku herî zêde jinan da kenîn jî bîranîna wê ya di sala 2005an de bû. Yuksel Genç got: “Em di sala 2005an de bi gelek jinan re ber bi Şemzînanê ve bi rê ketin. Polîs û leşkeran gelek caran me di rê de dan sekinandin. Piştî sekinandina gelek caran êdî tu hincet nemabû ku me bisekinînin. Lê dema em gihiştin Silopyayê dîsa polîsan me da sekinandin. Vê carê ji me re gotin ‘di erebeyê de kesek ku ji leşkeriyê direve heye’. Ji ber ku kesên di erebeyê de hemû jin bûn ew jî şaş mabûn. Êdî ez hêrs bûm min got ‘ji bilî min ev hemû jî leşkeriyê nekirine’.

Piştî stran û bîranînên di erebeyan de jin ji erebeyan peya bûn û ber bi Hîlvanê ve meşiyan. Jinan bi meşa xwe re stranên xwe digotin û dirûşmên xwe bê navber berz dikirin. Her erebeya ku di ber meşvanan de derbas dibû tevî ku ajovanên wan mêr bûn jî bi kornayên xwe piştgiriya xwe nîşan didan. Gelek ji wan ajovanan di dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz dikirin.

Yek ji xala ku di meşê de bala min kişand jî di tevlibûnê mêran de ji dilbûna wan bû. Kesên ku di nav vê erdnîgariya baviksalar de mezin bûne bi awayeke dilxwaz bi jinan re dimeşiyan. Elbet em nikarin bibêjin ku ew mêr ji wê hişmendiya xwe xwe azad kirine lê em dikarin bibêjin ku qet nebe ew desthilatdariya wan a li ser jinan derbe xwariye û ew jî ji vê derbê heta asteke ne aciz in.

Dema em gihiştin derveyê Hîlvanê çend mêrên temen mezin ji dikanên xwe bazdan û xwe gihandin meşvanan û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Çiqas di ferqa wateya vê dirûşmê de bûn nayê zanîn lê sekna wan watedar bû.

Meşvanan dema meşa xwe ya li Hîlwanê ku ji bo Tevgera Azadiyê xwedî wateyeke girîng e bi dawî kirin ji aliyê bi sedan kesan ve li derveyê Hîlvanê hatin pêşwazîkirin. Li vir jinan bi dilgermî hev hembêz kirin. Li kêleka kesên ku jinan pêşwazî kirin de gelek mêr jî hebûn. Jin piştî pêşwazîkirinê bi hev re govend gerandin. Li ser navê jinan Gulistan Sonuk daxwaza pêkanîna mafê hêviyê kir ku daxwaza hemû kesên li wir bûn bû anî ziman.

Meşa jinan a bi çoş dê di roja duyemîn de li Xalfetiyê bidome.