Her gulek bi bêhn û rengê xwe heye. Hemû gul jî bi awayê xwe xweş in. Dema dibin kom, bi heybetir û rengîntir dibin.
Ev heybera ku kêm tê hesibandin, bi rastî dikare zehmetiyên dinyayê hilgire ser milê xwe, lê di heman demê de dikare li rêyên ku ji bin wan derkeve jî bigere.
Bi rastî jî ev heybera ku lawaz e bi nifşan desthilatdar e û jiyanê didomîne. Xwezaya dayikê, zimanê dayikê, her nirx bi dayiktiyê ve girêdayî ye. Dinya li gor dilê dayikê nayê. Lê vir û wir pergala despotîk qedera jinan xistiye pencên xwe.
Hemû tundiyên li ser jinê li dijî mirovahiyê tên dîtin. Herçiqas jin di dîroka mirovahiyê de weke çavkaniya jiyanê tê dîtin jî, her tim rastî şidetên cuda hatiye û tê. Her roj jinên di temenên cuda de rastî şideta hovane ya li derveyî mirovahiyê tên. Zilm, reng û awayê diyardeya xwe diguherîne, di rêyên cuda de tevgera xwe didomîne.
Qehreman her tim li dijî pergala mêtinger û baviksalarî derketine ku çalakiyên wan jî rastî tundiyê tên. Jinan ji carekê zêdetir jêhatîbûna xwe û ruhê xwe yê lehengiyê îspat kirine. Ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe dane. Bi hezaran tevgerên azadiyê yên hatine avakirin bi fedaî têkoşîna xwe didomînin.
Rastiya şer û felaketên îroyîn nîşana têkçûn û paşketina pergala dîktatorî û kapîtalîst e, ku di encamê de rê li ber komkujiyan vedike. Di roja me de hejmara tawanên li dijî jinan zêde dibin.
Jin nifşan dide jiyandin û ger jinên azadîxwaz li dor armancekê bibin yek, wê demê dikarin van nêzîkatiyan ji holê rakin û bi ser bikevin. Lê ez pirsekê bikim. Ma Civakên Pîrî mehkûmî Stagnasyon an Kêmbûna Standardên Jiyanê ne? Dibe ku hinek kes wisa bawer bikin, lê ez ê nîqaş bikim ku guhertina rastiyên demografîk ên pîrbûnê dikare bi tevgerên adaptasyona wêrek bê pêşwazîkirin.
Çalakiyên ku balê dikişînin ser potansiyela nekarkirî ya mirovan hewce ne. Mînak; dibe ku çalakî bên kirin da ku jêhatîbûna zanîna mirovên pîr ji bo xebata hilberîner di jiyaneke xwedî xebateke demdirêj de bê xurtkirin.
Heger tevlîbûna jinan li qada siyaseta derve, di cewhera siyasetê de guhertinan çêneke jî wê demê tevlibûna jinan a di jiyana siyasî û civakî ya navxweyî de dibe sedema guhertinên mezin.
Pêwîst e jin bi mêran re bibin xwedî derfeteke wekhev ji bo beşdarbûna jiyana civakî û siyasî, ji ber ku ev hemû bandoreke erênî li ser pêşketin û ewlehiya welêt dikin.
Di civakan de gelek caran têgihiştineke şaş heye ku jin xwedî risteke diyarkirî ye, ku bi giranî bi xemên malbatê ve girêdayî ye û argumana sereke ew e ku jin nikare çend tiştan bike. Nîqaşa ku jin nikare di artêşbûnê de baş bimeşe û derdor ne cihê jinê ye ev e.
Avaniya civakî, bi giştî, tevlibûna piraniya jinan a jiyana giştî û siyasî sînordar dike. Di rastiyê de, rista jinan ne diyar e, girêdayî pêkhatina civakê ye û bi derfetên ku ji wan re tên peydakirin, jin dikarin siyaseta derve bimeşînin, beşên cuda yên aboriyê bi rê ve bibin. Divê jin li her qadê zêdetir bibin xwedî derfet ku civak jî ji kiryar û xebarên wan zêdetir sûd werdigire û azadtir û bi hêztir bibe.