24 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin avakara civakê bû

Rohlan Mislim

Ji ber ku civak bi jinan ve hatibû girêdan ji bo wê yekê her tim ji bo hemû pêwistiyê xwe xwe dispartin jinan û jinan jî bi vê berpirsiyartiya xwe hemû pêwistiyê civakê yên di milên rêveberî, aborî, siyasî, exlaqî û çandî de pêk dianîn.

Ji destpêka kombûna mirovan li derdora hev, avabûna civakbûyînê û di bin şert û mercên xwezayê de, herwiha li gor pêwistiyên civakê jin erk û berpirsiyartiyek mezin da ser milê xwe. Ji bo ku ev civak berdewam bibe û tune nebe bi zekaya xwe ya hestyarî hişt ku hemû neferên wê civakê di hindirê wan klanan de pê ve werin girêdan. Ji ber ku civak bi jinan ve hatibû girêdan ji bo wê yekê her tim ji bo hemû pêwistiyê xwe xwe dispartin jinan û jinan jî bi vê berpirsiyartiya xwe hemû pêwistiyê civakê yên di milên rêveberî, aborî, siyasî, exlaqî û çandî pêk dianîn. Ji ber ku jin bi van hemû pêwistiyan radibû civak gihişt asta ku jinan pîroz bibînin û wan bikin xwedawend ji bo xwe. Bi vê wesîleyê jî ew hêza jinan a çêker û afrîneriyê hîn bihtir xurt dibû û daxwaza berdewamkirin û parastina vê civakê zêdetir dibû. Li ser vî esasî hemû çand û kevneşopiyên heyî bi reng û nêrîna jinan hatin avakirin. Lê bi derketina zihniyeta xapandin û ya baviksalar re û bi rêya şikenandina îrade, reşkirin, kolekirin û hepskirina jinan a di nava çar dîwaran de hemû destkeftî û afrîneriyên jinan ên çandî ji dest hatin girtin.

Mirov dikare hin mînakên vê bide: Nanê ku jinan ji hevîrtirş çêdikir îrobi destên mêran di firinan de tê çêkirin. Tevn û teşiya ku jinan pê ber û cil çêdikir îro bûne fabrîqe. Dermanên ku jinan ji giya û şînahiyê çêdikir îro bûne dermanxane ku bi madeyên kîmyewî tên çêkirin. Bi vî rengî hemû berhem û çandên ku jinan dane avakirin ji nifşekî derbasî nifşekî nû bûye di bin navê pêşketin û teknolojiya de bi zihniyet û tundiyek pir qirêj ji destê jinan hatine wergirtin.

Ji ber zihniyeta ku dibêjin jin nizane, nikare, milk e, kole ye, lewaz û hestiyar e, bi hezarên salan e di bin serweriya zihniyeta mêr, zayendperstî û olperestiyê de maye.

Ev rewş bi rengekî giştî li Rojhilata Navîn heye. Li vir ez dikarim herî zêde bal bikşînim ser Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango rojavayê Kurdistanê. Wekî ku me li jor anî ser ziman jin xwediya afrandina her tiştîbû lê îro roj tu tiştek di destê wê de tuneye. Rêber Apo di manîfestoya xwe ya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk de dibêje: “Jin gihiştiye astekê wisa heke mêr kar neke wê jin ji birçîna bimre.”

Ev tê wateye ku jin di milê aborî de pir lewaz maye û ne tenê di milê aborî de, lê belê jin beriya Şoreşa Rojava li Sûriyeyê ji hemû qadên jiyanê bêpar mabû heta bibû xizmetkarek bê bûçe, fabrîqeya anîna zarokan, mirova ku tundî û kuştin jê re heq e. Herwiha di milê rêveberiya welat de tu rol û misyonek wê nebû. Ji bo vê yekê dema ku şoreşê li Sûriyeyê dest pê kir û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan du şoreş bi hev re dan meşandin. Yek şoreşa serxwebûn û azadiya gelan a duyemîn jî şoreşa azadiya jinan bû.

Li ser vî esasî jinên rojavayê Kurdistanê bûn mînak û sembol ji bo hemû jinên cîhanê. Ji ber ku jinan çek danîn ser milê xwe û bi hevalên xwe yên mêr re mil bi mil li hemberî dijmin şer kirin. Li kêleka vê yekê sîstema hevserokatiyê dan avakirin ku ji jin û mêran pêk tê. Bi vê yekê jinan karîbû cihê xwe di hemû qadên jiyanê de bigrin. Ji ber ku jin bû hêza parastinê, bû xwedî rêxistina KONGIRA STAR, bû xwedî siyaset ji ber di hevseroktiya partiyan de cih girt, bû xwedî maf ji ber ku Zagonên Malbatan dan avakirin, bû xwedî zanist ji ber ku zanista JINEOLOJÎ pêş xist û bû xwedî hebûn ji ber ku di sîstema rêveberiya xweser de piranî jin bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê jî rêjeya jinan ji sedî 50 ye. Ji ber ku jin di rojavayê Kurdistanê de gihişt vê astê û dijmin jî ji jinên bi hêz û zane ditirse her tim jinên pêşeng û rêvebir bi rêbazên cûr bi cûr hedef digire û jinên ku di nav xebatan de cih nagrin bi rêbazê ne li gor pîvanên şoreşê û civakê bi kar tînin.

Lê bi ketina rêjîma Baasê re hêviya hemû jinên di Sûriyeyê de ew bû ku rewşa jinan were guhertin. Lê HTŞê yan jî hikûmeta nû ya demkî ew hêviyên jinên li Beravê, Siwêda û Şamê bin pêkirin. Ji ber bi zihniyetek olperest, zayendperest û nijadperest nêzî jinan û civakê bûn. Ew di komkujiyan re derbaskirin û kiryarê destdirêjî, kuştin û revandin bi serê gel û pêkhateyan de anîn. Herwiha zihniyeta DAIŞê jî pêk anîn ji ber ku cilên reş û sergirtî ji bo jinan dan belavkirin. Û di bin navê ku wê mafê her kesî biparêzin çend jinên ku zihniyeta wan wekî mejiyê dewleta demkî, xistin nava wezîran û rêjeya jinan ji sedî 20 dan diyarkirin. Heger ewqas sal piştî şoreşê hikûmeta nû jinan û pêkhateyan vegerîne wekî beriya şoreşê û sîstema navendî dîsa bide avakirin em nikarin bêjin li Sûriyeyê şoreşa gelan çêbû.