Ji ber polîtîkayên desthilata heyî ya li Tirkiyeyê welat ketiye nava aloziyekî. Polîtîkayên şer ên ku dibin sedem ku pirsgirêkên heyî mezintir bibin, herî zêde jî bandorê li jinên karker dikin. Jinên ku bi mûçeyên herî kêm dixebitin, niha ji ber zemên zêde ji bo debara xwe bikin pirsgirêkên cidî dikişînin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jinên karker ên ku di “Mala Tenûrê ya Jinan” de bi seatan dixebitin heqê keda destê xwe nastînin. Di kargehê de ku 5 jin dixebitin û nanê sêlê û tenûrê dipêjin heta êvarê li ber agir dixebitin. Jin di bin şert û mercên herî giran de 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pêşwazî dikin.
‘Em jin têra xwe dikin’
Ji jinan Şukran Bedirhanoglû (49) ya diyar kir ku keda jin didin pîroz e, anî ziman ku divê jin xwedî li keda xwe derbikevin û wiha axivî: “Her roj saet di şeşê serê sibê de em dest bi kar dikin û heta bi şev dixebitin. Em bi vê xebata xwe debara xwe dikin. Zehmetiyên karê me gelek in. Germ e û heta êvaran nan dipêjin. Em naxwazin ku berê xwe bidin destê kesekî din. Jin gelek zehmetiyê dikêşin. Jin hem ji derve û hem jî di hûndirê malê de dixebitin. Ji ber wê jî xebata wan bêtire. Jin kedeke mezin didin û her tiştekî jî dikin. Her zehmetiyekî jin dikêşin. Dema ku diçin malê jî paqijiyê, xwarinê û her tiştekî ew dikin. Pêdiviya me jinan bi kesî tune ye. Em têra xwe dikin. Ez li vir bi saetan dixebitim û rojê 100 lîreyan distînim. Lê belê ev têra tiştekî nake. Her tişt biha kirine, bi vî pereyî kesek nikare debara xwe bike. Mesref e, faturan e û kirê ye têra nake. Kirêya mala min 600 lîreye. Mirov diçe marketê tiştekî dikire pere xelas dibe. Heçiyê ku zarokên wî hene, mesrefa wî heye. Her tiştek wêran kirin. Em jin heqê keda destê xwe nastînin, her tişt biha bûye. Heke ku em jin xwedî li keda destê xwe dernekevin kesek lê xwedî dernakeve. Heke ku em di malên xwe de xwe ker bikin, dê keda me bêtir bê binpêkirin. Ez 1’ê Gulanê Roja Kedkaran li hemû jinên karker û kedkar pîroz dikim, ji jinan re serkeftinê dixwazim. Bijî 1’ê Gulan.”
‘Em hewceyî ber destê zilaman nînin’
Ji jinan Elîf Orûç, anî ziman ku ji ber polîtîkayên desthilata heyî keda jinan di her qadan de tê binpêkirin û wiha got: “Ev 2 sal in ez li vir dixebitim. Niha li vir em 5 jin dixebitin. Yek ji van hosteya nanê tenûrê ye, yek ji hosteya nanê sêlêye û yek hevala me jî bi paketkirina nan re eleqeder dibe. Heta niha jinan her tim di hûndirê malê de ked didan, lê belê tu caran heqê wê keda xwe nedistandin. Lê niha jin derketine derve û dixwazin ku li hemberî keda wan rêz bê girtin. Êdî jin dibêjin, ’em hewceyî ber destê zilaman nînin, em dikarin debara xwe bikin’ êdî debar zehmet bûye û jin bi xwe debara mala xwe dikin. Em li vir dixebitin, lê qasî ku ked didin nastînin. Ev jî ji ber aloziya aborî. Beriya niha me bi vî pereyê ku me distand her tiştek dikirî û her pêdiviyeke xwe pêk tîna. Lê niha ne wisa ye, her tişt biha bûye û ev pereyê ku em distinin têra nake. Niha tenê torbeyekî arî bûye 450 lîre, dar biha ye. Em nikarin êdî kar bikin. Lê hêviya me heye ku ev hilbijartina pêşiya me dê bibe wesîleya serkeftinê. Bi piştgiriya dayikan, jinan em ê biserbikevin. Heger ku em biserbikevin dibe ku ev aloziya aborî ya ku em îro dikêşin kêm bibe. Bi vê wesileyê ez 1’ê Gulanê jî li dayikan û kedkarên cîhanê pîroz dikim. Hêvî dikin ku ev 1’ê Gulanê bibe destpêka jiyaneke nû.”