Demên dawî girtina deriyê Sêmalka di navbera başûr û rojavayê urdistanê de ketiye rojeva kurdan. Propoganda hate kirin ku ji ber astengkirina rayedarên ENKS’ê ya tevlêbûna şahiya muzexaneya Barzanî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve deriyê Sêmalka hatiye girtin. Piştre Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) eynî sedem nîşan daye û ji gelê rojavayê urdistanê xwestiye ku li dijî rêvberiya xweser nerazîbûna xwe nîşan bidin. Heke mirov bi nerîneke ji rêzê li van sedeman binêre wê bibêje mafê PDK’ê ye ku deriyê Sêmalka bigire. Lê heke mirov baş li ser mijûl bibe û buyer û geşedanên siyasî bîne rûberî hev tê bigihîje ku hincetên ji bo ENKS’ê maskeyeke rizyayî ne û pêkenîna bi hişê microvan e. Girtina deriyê Sêmalka ne girtineke wiha ji rêzê ye û ne jî ji ber wan sedemên ji rêzê ne. Ji bo ku em zelal bikin pêwîst e em hin xalan diyar bikin.
Piştî salên dirêj ê şerê Îran û Iraqê (1980-1988) ku her du dewletên cîran lawaz û têkçûyî ji hev geriyan, li Iraqê yên bûn qurbanî li başurê Kurdistanê gelê kurd bû. Ji aliyê rejîma Bexdayê ve bi çekên kîmyayî êrîş li wan hat kirin û kurd tarûmar bûn. Piştî şerê yekemîn ê Kendavê ku di salên 1990-1991’ê de ji bo rêzgarkirina Kuweytê ji dagerkeriya Bexdayê rû dabû, başûrê Kurdistanê li hemberî rêjîma Bexdayê serî hilda û bi navê raperîna 1991 hat nasîn. Di encamê de koçberiya gel a bi milyonî ya ber bi sînorên bakûr û rojhilatê Kurdistanê ve dest pê kir. Di heman salê de qedexeya rabûna balefiran a ser başûrê Kurdistan hat ragihandin.
Ev guhertin ji bo kurdên başûrê Kurdistanê bûn derfeteke zêrîn. Bi saya van guhertinan Herêma Kurdistanê hat avakirin. Lê mixabin Kurdistan veguherî navenda şerê navxweyî yê di navbera PDK û YNK de. Ji ber vî şerî di sala 1994’an de zêdeyî 5 hezar qurbanî ji pêşmerge û sivîlan hatin dayîn. Di sala 1996’an de dûbare şerê naxweyî di navbera PDK û YNK’ê de rûda. Bi mudaxalekirina Îran û Iraqê ji her du aliyan bi hezaran kes hatin înfazkirin. Di sala 1997’an de bi alîkariya Tirkiyeyê PDK’ê êrîşî PKK û YNK kir û di encamê de bi hezaran qurbanî çêbûn. Di sala 1998’an de Amerîka her dû aliyan li hev anîn û di sala 2007 de her du partiyan serwerî li hev parve kirin. YNK di sala 2016’an de peymana 2007 red kir. Di nav van nakokiyan de PDK di sala 2017’an de çû referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê û di encamê de Kerkûk û herêmên binîqaş winda kirin.
Çima Tirkiye PDK hevalbend dibîne?
Yek ji bîrdoziya Tirkiyeyê ya bingehîn redkirin û tunekirina gelê kurd û doza wî ya neteweyî ye. Armanca sereke dagerkirina welatê kurdan û pêkanîna mîsaqa milî ye. Tirkiye her dem bi çavê tirsê li avabûna herêmeke federal a li başûrê urdistanê nêriye û tucarî ew nepejirandiye. Lewre li dijî şerê Kendavê yê duyemîn bû û alîkariya bi Amerîkayê re li dijî Bexdayê red kir. Lê belê ji ber guhertina rewşên siyasî yên li herêmê, ketina rêjîma Bexdayê, hebûna hêzên Amerîkî, metirsiya ji bilindbûna asta serweriya PKK li başûrê Kurdistanê û teyisandina pêşketina hestên neteweyî li tevahiya urdistanê hiştiye ku Tirkiye têkiliyên xwe bi herêma Kurdistanê re bi pêş bixîne. Hem têkiliyên siyasî, aborî û ewlehî daye pêş û hem jî di navbera partiyên kurd de bi rola gurkirina nakokiyan rabûye.
Herdem Tirkiye PDK’ê li dijî PKK’ê bi kar aniye. Her wiha PDK jî ji ber nakokiyên xwe yên bi YNK û Bexdayê re û metirsiya ji serweriya Îranê û komên girêdayî wê Tirkiye ji xwe re weke hevalbendê herî ewle dîtiye. Bi destpêkirina “Bihara Ereban” û bilindbûna rola kurdan a li rojavayê Kurdistanê re Tirkiye têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re bêtir da pêş ku bibe garantî ji kontrolkirina hestên neteweyî re û kurdên Rojava bikişîne nav şerê li dijî rêjîma Esad. Tirkiyeyê xwest bi vê kurdan bike beşeke muxalefeta girêdayî xwe û di heman demê de PDK li dijî Tevgera Azadiyê têxe tevgerê û di nav partiyên kurd de tevliheviyan bike. Rasterast PDK ketiye lîstika Tirkiyeyê, lewre avabûna ENKS’ê û tevlêbûna wê ya nava “muxalefeta” Sûriyeyê ji vê armancê hatiye ku ENKS di destê PDK’ê de be û li Rojava li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevbigere. Ev jî bo ku kurd li rojava statuyekê bi dest nexin. Tirkiye van têkiliyên xwe yên bi PDK’ê re ji bo armancên xwe yên mezintir ava dike. Ev jî rêgirtina li ber encamên piştî şerê bi DAIŞ’ê re ye ku hebe doza kurdî ne tenê li başûr û rojava her wiha li nava sînorê Tirkiyê jî li pêş bikeve û bihareke kurdî rû bide. Lewra girîng e ku kurdan li dijî kurdan bide xebitandin û di heman demê de derfeta pêkanîna mîsaqa milî li ser lawaziya tevgerên kurd û nakokiyên wan pêk bîne.
Şaneyên xweradestkirina PDK’ê yên ji Tirkiyeyê re;
Li rojavayê Kurdistanê;
-Bi pêşketina geşedanên kirîza Sûriyeyê re Tirkiye bi armancên siyasî deriyên xwe ji koçberên Sûriyeyê re vekir. Piştî Tirkiyeyê PDK’ê jî ji bo valakirina rojavayê Kurdistanê deriyê xwe ji hezaran koçberên Rojava re vekir. Bi propagandeyeke mezin diyar dikir ku gel ji ber desthilata PYD’ê û zilma wê ji Rojava derdikeve.
– PDK’ê rasterast ENKS destek kir û hemî derfet ji wan re vekir ku li dijî pêşketinên li Rojava bixebitin. Bi taybet jî li dijî Tevgera Civaka Demoqratîk (TEVDEM) û Rêveberiya Xweser ew xistine tevgerê.
– Hemû hewldanên PDK’ê ji bo lewazkirina Rêveberiya Xweser û reşkirineke mezin li ser rojavayê Kurdistanê ye. Vê bi rê ya ENKS meşandiye (PKK li Rojava serdest e, PKK dijminê şoreşa Sûriyeyê ye, PKK ereb kirine dijmin, PKK bela xwe li Tirkiyeyê dide, PKK leşkeriya neçar daniye, PKK Rojava vala dike, PKK ne kurd e). Di encamê de jî rewabûn daye dagerkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê.
– PDK ji xortên kurd ên Rojava Pêşmergeyên Roj ava kiriye û di bin navê Rojava de ew li dijî Tevgera Azadiyê xebitandine. Li şerê li dijî DAIŞ’ê de wan weke pêşmergeyên ENKS’ê nîşan dide. Her wiha YPG –YPJ’ê jî weke hêzeke PYD’ê bi nav kiriye.
– PDK piştgiriya muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê kiriye (îtîlaf) ku li ser biryarên Tirkiyeyê gelê kurd li Efrînê tarûmar kirine. PDK’ê terorîstên muxalefeta Sûriyeyê û kujerên gelê kurd ku xwezaya Efrînê berbat kirine û guhertina demografiya herêmê dane meşandin li parlamentoya Kurdistanê pêşwazî kir.
– PDK’ê deriyê Sêmalka bi dehan caran girtiye û diyar kiriye ku sedem kiryarên PKK’ê ne. Bi vê rêbazê dixwaze hêzekê bide ENKS’ê ku daxwazên xwe li ser Rêveberiya Xweser ferz bike.
Li başûrê Kurdistanê jî PDK’ê li dijî Tevgera Azadiyê bi Tirkiyê re gav avêtine. Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê çi li çiyayên Qendîlê çi li Şngalê her dem PKK’ê tawanbar kiriye. Her wiha bi armanca YNK’ê bêrol bike hewl dide serweriya xwe li tevahiya Herêma Kurdistanê ferz bike. Ji bo vê yekê jî herdem li Bexdayê êrîşên Tirkiyeyê rewa dîtiye. Herî dawî êrîşa li dijî Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya li Silêmaniyê jî rewa dît.
Deriyê Sêmalka û şerma neteweyî
Gelê kurd tucarî sînorên Saykes- Pîcot nepejirandine û Kurdistanê yek parçe dibîne, lewre ciwanên kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê li her çar parçeyan têkoşiyane û şehîd ketine. Cihê mixabiniyê ye ku di navbera du beşên Kurdistanê de dergeheke heye bi navê Sêmalka ye ku bûye alaveke ji bo zextên siyasî li ser rojavayê Kurdistanê. Sêmalka di dema destpêkirina kirîza Sûriyeyê de weke dergehekî mirovî di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de hatiye vekirin. Armanca PDK’ê ji vekirina deriyê Sêmalka- ji derveyî xizmetên mirovî- ew bû ku ENKS’ê weke destekê xwe di nava rojavayê Kurdistanê de weke hevbeşê di serweriya deverê de bi cî bike û rojavayê Kurdistanê hemtayî başûrê Kurdistanê dabeş bike. Lewre di vekirina Sêmalka de peymaneke ne fermî di navbera PYD û ENKS’ê de bi beşdarbûna serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hatiye imzekirin ku hevpar bin di serwerî û bidestxistiyan de. Lê belê ENKS ne di wê astê de bû ku bikaribe xwestekên PDK pêk bîne.
Car caran PDK’ê deriyê Sêmalka li rûyê Rojava girtiye û herdem jî weke zexteke siyasî û aborî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar aniye û PYD’ê tawanbar kiriye. Herî dawî PDK’ê di 14 gulanê de bi hinceta ku PYD’ê şandeya ENKS’ê asteng kiriye dîsa deriyê Sêmalka girt. Bê guman mirov matmayî dimîne, çimkî PDK ku her dem xwe weke xeta neteweyî nîşan dide û behsa serxwebûna Kurdistanê dike, her wiha xwe nûnerê 40 milyon kurdan dibîne, radibe ji ber hin bûyerên ji rêzê biryarên hişk der barê bi milyonan kurdan de derdixe û wan ceza dike! Ne layiqî hişmendiyeke kurdistanî yan jî tevgereke kurdistanî ye. Di heman demê de tevî ku dibêje nabe tevgerên beşên din ên Kurdistanê mudaxaleyî beşên din ên Kurdistanê bikin jî ji gelê Rojava dixwaze ku li dijî Rêveberiya Xweser derkeve. Eger em bixwazin ji van hincetan dûr bikevin û li rastiya biryarên girtina deriyê Sêmalka bigerin, pêwîst e em bipirsin girtin di xizmeta kê de ye? Hingê em ê bizanibin bê biryara girtinê xwe dispêre çi mebestan.
Girtina Sêmalka
PDK, ji ber di aliyê aborî, siyasî, çandî û kesayetî yekser ketiye dibin serweriya AKP-MHP’ê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevdigere. Bi vî awayî guman dike ku xwe û deskeftiyên xwe yên başûrê Kurdistanê diparêze. Ew jî weke Tirkiyeyê piştgiriya dijberên Sûriyeyê kir. Weke Tirkiyeyê zihniyeta îslamê daniye pêşiya xwe. Weke Tirkiyeyê li dijî Rojava propagandaya reşkirinê dike û li ser daxwaza Tirkiyeyê ENKS’ê dixe nava liv û tevgerê. Her çiqasî ne rasterast be jî weke Tirkiyeyê li dijî tevgera azadiyê serî li planên qirêj dide û li pêşiya tevgerê roleke nerast lîstiye. Car caran bi destên pêşmergeyên hewl daye êrîş bike. Çawa ku Tirkiye şerê li dijî Rojava ji xwe re rewa dibîne, PDK jî hewl dide êrîşên Tirkiyeyê rewa bike. Alîgirên PDK’ê di hilbijartinên 14 gulanê hem li Rojava û hem jî li bakurê Kurdistanê piştgiriya faşizma AKP-MHP’ê kirin. Çawa ku ENKS li ser PYD’ê dibêje; “Ne kurd e”, li ser HDP jî heman tişt gotin. Lewra girtina deriyê Sêmalka berdewamiya siyaseta PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ye. Di wir de ENKS derbas dike, ger ku ne ji Amerîkayê bûya dê ji mêj ve deriyê Sêmalka girtibana.
Encam
Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê serkeftina her parçeyekî Kurdistanê ji bo xwe hêvî dibîne. Lewra avabûna Herêma Fedral a başûrê Kurdistanê, cihê hêvî û xweşiya tevahiya gelê kurd bû. Dê ji bo kurdan bûbûya despêkek, mînakek û bingehek ji bo çareserkirina doza kurd. Lê belê ji 1991’î vir ve Herêma Kurdistanê di navbera hêzên kurdistanî hatiye parvekirin. Li her herêmekê serweriya malbatekê heye. Her malbatek jî zarok û neviyên xwe ji bo mîretiya van herêman amade dikin. Li dijî hev peyman û planan didin meşandin. Hewlêr mîretiya Barzaniyan e û ji bo misogerkirina veguhestina mîretiyê ji zarok û neviyan re razî kirin. Ger bi rastî armanca PDK’ê di serî de û ya Talabanî jî di pey re serxwebûna Kurdistanê bûya wê serweriyeke demokratîk avakiribana. Ev jî ji bo çarenûsa başûrê Kurdistan û doza kurdî xetereyeke mezin e. Lewra ji xewna welatekî serbixwe ber bi mîretiyeke malbatî ve diçin. Tirkiye dê tu carî nebe parêzvanê Herêma Kurdistanê. Têkiliyên AKP-MHP bi PDK’ê re di asta herîbilind de ye. Armanaca Tirkiyeyê tunekirina doza kurd e, lawazkirina tevgerên kurd in û derfetê bibîne wê rojava û başûrê Kurdistanê dagir bike.