Veysî Aktaşê ku di 25ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Îmraliyê ji cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû berdan, ji bo mitînga ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê çileya 2026an de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxisitn, banga beşdariya mitîngê kir. Mitîng bi dirûşma “Hêvî û Azadiyê” dê bê lidarxistin. Aktaş bi vîdeoyekê banga beşdariya mitîngê kir.
Veysî Aktaş diyar kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe sermuzakereyan di şertên azad de bike ev mitîng girîng e. Veysî Aktaş banga tevlibûna mitînga “Hêvî û Azadî” yê kir û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi bicîhanîna Mafê Hêviyê bi roleke girîng rabe. Lewma jî em di wê baweriyê de ne ku bi dirûşma ‘Azadiya gelê kurd azadiya Rêbertiyê ye, azadiya Rêbertî azadiya gelê kurd e’ her kes nêzî mitîngê bibe û tev li bibe.”
Veysî Aktaş Anî ziman ku ev miting ji bo pêşveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek girîng e û wiha axivî: “Divê gel bi berpirsyarî nêzî mitîngê bibe. Di wê baweriyê de me ku dê ev mitîng rê li ber pêşketina gavên siyasî û hiqûqî veke. Ji ber ku qada siyasetê erk û berpirsyartiya xwe bicih nayîne, di nava civakê de bêhêvîtî û bêbawerî heye. Daxwaza gel ew e ku ji bo sermuzakerevan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û merc bên avakirin ku bikaribe di şertên azad de siyasetê bike. Avêtina gavekî wiha û bi taybet naskirina mafê hêviyê dê baweriya gel xurt bike. Xwedî li pêvajoyê derkevin. Bi naskirina mafê hêviyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê baweriya gel a ji bo pêvajoyê xurt bike.
