Van rojên dawiyê bûyerên balkêş di nava siyaseta Tirkiyeyê de diqewimin. Mijara sereke dîsa kurd û pirsa kurd e. CHP bi nêzîkatiyên xwe yên dawî yên der barê pirsgirêka kurd de gelek berteka kurdan girt û awirên tûj ên kurdan kişand ser xwe. Siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê ku hîna di Osmaniyan de wekî şerê kirêt ê text, ji Tanzîmatê pê ve jî wekî şerê beşên di nava dewletê de heta roja îro tê, îro jî bi heman awayî didome. Komara ku li ser janên gelên li Kurdistan û Anatolyayê hat avakirin, bi van nakokiyan jî wekî şerê beşên desthilatdariyê yên di nava dewletê de didome ku îro serê van beşan AKP û CHP dikşîne. Komara Tirkiyeyê di pêşengiya CHPê de li ser înkar û îmhaya kurdan hat avakirin û ev wekî siyaset sed salî ajot. Hemû beşên desthilatdariyê ku hatin ser text jî vê yekê domandin. Lê yek jî bi ser neket. AKP û MHPê jî di vê deh salên dawî de wekî wêneyê sed salî li hemberî kurdan şer kûr kirin. Di encamê de hatin ser masê. Lê di sedsala duyem de Komara ku li ser înkar û îmhaya kurdan (û gel û hindikahiyên din)hat avakirin bi ser neket, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dihat wateya topavêtina vê Komarê jî. Desthilatdariya di pêşengiya AKPê de ku îro van xebatan dimeşîne, wekî rastderxistina topavêtina Komara sed salî, ji hêrsa rojên dawî ya kurdan a li hemberî CHPê jî sûdê digire û Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan CHPê û di kesayetiya wî de Komara sed salên dawî wekî qirkerên gelê kurd nîşan da. Bi awayekî şermî û sergirtî be jî qirkirina Dêrsimê û yên din di vê hêlî de bilêv kir. Geliyê Zîlan, Agirî, Şêx Seîd, 33 gule û gelekên din jî avêt pişt têgîna Dêrsimê. Ozgur Ozel ê serokê CHPê jî derket û wekî li ser sûc hatibe girtin û gotinên rûşerm û sosret anî ziman: Wê demê yek partî hebû û Komar kalikê me tevan e. Qirkirinekê hebe (heye û gelek in jî) em bi tenê na hûn jî sûcdar in.
Komara Tirkiyeyê di sed salên dawî de li hemberî gelê kurd (û gel û hindikahiyên din) gelek qirkirin pêk aniye û îro nûnerên wan jî ji bo hev du bikin zorê li xwe mikur tên. Yek dibêje we wekî partî kurdan qir kir, ê din jî dibêje jixwe yek partî wê demê hebû û hûn jî şirîkê wê qirkirinê ne. Pir hêsan hev du sûcdar dikin. Wekî ku berhevdaneke wêjeyî bikin. Qet nayê hişê wan ku bifikirin ew gelê ku hûn li ser qirkirina wan bi vê rihetiyê hev du sûcdar dikin hîna zindî ye! Her tişt di bîra wî de ye. We wir kir! Na me bi hev re qir kir! Ew qas rihet anku. Xwestina lêborînê qet nayê hişê wan. Zimanê gelê kurd ku di fermiyetê de tê înkarkirin, çanda herî kûr û dêrîn ku hat wêrankirin, bi dehan, sedan hezar kuştin, aboriyeke ku pê çend welat dikare were avakirin a ku hat zeyîkirin, bi hezaran gund û warên ku hatin şewitandin, wêrankirin, bi milyonan mirovên kurd ku hatin nefîkirin û hîna gelek trajediyên din. Sibê ku neviyên vî welatî van meriyetan bizanîbin dê ji şerman neçin ser gorên bav û kalên xwe. Lê serê her du aliyan jî pir rihet in. Ozgur Ozel qet hewcedariya lêborînê jî di xwe de nabîne: Xwe jê neşo, me bi hev re kir! Hinek rûyê mirov diêşe! Di nava Partiya te de(deng ji wan jî dernayê) qaşo çend kurd hene. Qet nebe ji wan şerm bike. Yan jî bi milyonan kurdên ku ray dan te û tu bi xêra serê wan bûyî partiya yekem. Ji wan şerm bike. Rabe vê jî bêje; we bi hev re çi kir? We bi hev re keçên Dêrsimê revand? Yan mirovan kir şikeftan û derê wan bêton kir? Yan we bi dehan hezar gund şewitand? Bi milyonan kurdên belengaz nefî kir? Ozgur Ozel! Bi dehan, sedan hezar kesî kuşt? We bi hev re çi kir? Wekî din kî şirîkê vê sûcê we ye? Derê vê jî bêje. Dewletên ku alîkariya we kirin kî ne? Kî vê hişî kir serê we ku hûn tirbeyên mezinên kurdan veşêrin? Dertêyî ber kamerayan û çavên xwe kenew ji şerman diqirpînî û dibêjî me bi hev re kir. Ên ku kirin çi qas kalikên min bin ew qas ên te ne jî, dibêjî. Ku hûn jidil bin, hemû mafên gelê kurd ên ji gelbûnê tên li gorî zagon û nêrînên navnetewî nas bikin û welat ji vê şermê rizgar bikin. We şerm û rûreşiyên dîrokî li hemberî gelê kurd kirin. Qet nebe ranebin vana nekin mijara dengên hilbijartinê. Ku hûn wisa bikin dê baweriya gelê kurd ji nêzîkatiya we neyê. Ji bo dengan bi êşên gelê kurd neleyîzin. Lêborînê bixwazin. Wekî meriyetên vê lêborînê jî hemû mafên gelê kurd bi awayê zagonî nas bikin. Ji van kirinan hîna dilê gelê kurd giran diêşe, bila hinek rûyê we jî biêşe. Ji rastiyê rev tune ye. Kirin jî mirin jî bi vî awayî dertê pêşiya mirov.
