Berf, wer xuyaye ku dê li hewşê bigihê 50 cm’î. Deriye ku bi pêlikekê em derdikevin hewşê xweş venabe, ji ber berfê. Min hebikekî paqij kir, ji pêgermokê re cih vekir. Lê wer maye ku derî bixitimîne.
Herê baş e, xweş e barîna berfê… lê ku zik birçî be!
Xizan, ên li çolê, ên li çiyê di çi alêmê de ne gelo?
Ev mirov pir dieciqîne. Germahî daketiyê bin sifirê.
- Reşemî. 2003
Zekiya û Firat hatin hevdîtinê. Pir kêfxweş bûm. Hestewariyê da ser min. Berxikê me yê biçûk bûye xortekî qeşeng, têra xwe mezin bûye.
“Bi hezaran silav li yên ku xiyanet li xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine!”.
- Reşemî. 2003
Merheba Firat, an jî Feratê me. Dizanî ez ji vegotina çîrokên navên we, navlêkirina we hez dikim. Îro dora te ye.
Bi rastî min di beşa Mirat de salox dabû, hebikî qal kiribû. Firat ava herî bi coş a herikbar a heybetwar a welat, welatê me, ya dergûşa mirovahiyê ye. Ferat, Firat ji ‘ava fireh, ava ku fireh diherike’ tê. Tê gotin ku tê wateya ava biheybet a heyrankêş. Ava xurt, bihêz û ya ku bi şirikên xweşawazî ku ji zinarên bilind dikeve… Bi kûrahî-firehî diherike. Bi heybet û hêz dide. Nimandina hêz û xweşiyê.
Yek jî di termolojiya Zerdeştî, di Avesta û felsefeya Zerdeşt de cih digire, wek Amentûyê, di wateya rêgezan, rêgeza bingehîn a baweriyê. Navê Medî yê herî berbelavî, di nav navên Medan de pir heye… Ne şaş bim navê bavê Keyakser jî Ferat (Ferates) e, bi vî navî re têkildar. A din jî wextê ku me navê Mirad (Miraz-Murat) dianî, bi pêşînayî me navê te jî dianî, nikutibû dilê me wek ku te jî dizanibû. Herdu avên binavûdeng, herdu şetên welatê rojê, yên Kurdistanê!
Apê te Tajdîn, bi darikên kufrîta çarçoveyeke risman çêkiribû û navê we li çar qoziyan nexişandibû; Xêlya (Hulya) – Mirad (Murat) – Sorgul-Firat…
Hemû kesan meraq dikir, temam sê zarokên we hene, ev navên wan in. Lê ev ê çaran navê kê ye? Bi ya min hê ji çêbûna te re 4 sal hebûn, derdora 1980’î, berî cuntayê. Me jî te, hêvîdariya xwe vedigot. A dilê xwe tanî zimên.
Carekê hevalê Memet (Huseyin Altintaş – Mihemê Hîlwanî) jî lê hilkumî, belkî tu dizanî, me jê re digot; Hopê… Em tim qala wî dikin! Ku dihat mala me, her tim bi Sorgulê re dileyst. Ji Sorgulê re digot; Hopê… Dijberî vê me jî ev bernavik lê kir. Ku li nav malê Hopê dihat gotin, ew dihat fêhmkirin. Hevalekî pir xweş bû, yekî awarte… Bêmirina wî di şewqa stêrkîn de… Sorgul li kolana xwe dikir, digerand, Sorê derdora du salî… Rojekê di wê rewşê de Sora me şiqamek li stûyê wî xist. Mihemed, rihmetiyê nemir ew daxist û bi ser de hilbû; “Me pir rû da te ha… Em ji te hez dikin, ma berdêla hezkirinê ev e!”
Va vî Mihemeda rojekê pirsî “Ev Firat kî ye?” Me çiroka xwe jê re jî vegot, keniya… Hebikî dilê xwe jî girt. Çima hûn navê wî nakin Mazlum; me jî sêrêziya xwe anî ser zimên. Tu Ferhat-Firat jî wek tu dizanî. Mazlum ji navê zarokê cotika Sosinê-Izet (Metika te Sosinê), Xeyrî jî ji navê zarokê cotika Nûrê-Sebrî (Metika te Nûrê) re hatibû veqetandin. Me di navbera xwe de nav wisa parve kiribûn. Bi rastî jî wisa bû; Mazlum-Firat-Xeyrî di heman salê de; di sala 1984’an, di mehên; reşemî-avrêl-gulanê de ji jiyanê re gotin merheba! Mihemed jî dema ku tu hatî dinyê pir kêfxweş bûbû. Pêkhatina hêviyê pir xweş… Her kes ecêbmayî mabû, hebikî jî dexesî û dilbijandî. Bi rastî xweşiyeke demdirêj a ku nayê vegotin derketibû holê. Xwedadayina te em zêde bextewar kiribûn.
Tu heft salî wan bûyî, tişta ku dizanim; tu bi ser min de hilbûyî, ez şaşwaz bûm. Te got, “Çima navê min ne Egîd e!” Bi demdirêjî me sohbet kiribû. Tu pir keniya bûyî, ez jî… Te gotibû ji niha û pê ve navê min “Egîd e!” Ev wek bîranînê ji me re ma. Di eslê xwe de navê te yê duyemîn “Egîd” e!
Neyêser… Van rojan meraqa ‘vegotina dirêj’ xwe kiriye bela serê min. De bila bi xêr be!..
Bi destûra te kurteçirokekê binivîsim. Diyarî te dikim. Gelo ka tê biecibînî? Çi hat hişê min tu dizanî? Min ji Xêlyayê re kurteçîrok nenivîsî. Ji min re bû derd. Zemanekê ez ê jê re jî binivîsim. Jixwe zarokên mezin her tim kedkarên malê ne, ji dilxweşiyên wiha bêpar dimînin. Berpirsiyarî tim barê wan e û ew bar di stûyê wan de ye. Ev jî îroniyeke dinê!.. Lê helbet hezkirin ji we gişkan re ye, ji ve tevan re…
Û hêvî ji me gişkan re…28. Reşemî. 2003
Kurteçîrok
Tu kî yî?
Tu kî bûyî?
Tu li ku yî?
Jiyan diherike.
2’yê adara 1994’an ez çiqasî kêfxweş kiribûm. Bayê azad ê çiyayên azad kezebên min biribûn cejnê, wek lêdana defê… Li ser şivistanê çi xweş min xwe dabû ber tavê. Berberoşka xwezayê, li ber tavê, li nav rez, giregira helîkopterê, ne xem. Li benda hevalan im.
Li hêla dinê di heman rojê de, destwerdana vîna gelên me ya rewa, destwerdana nedemokratîk! Ewqasî zor dabû min, nayê gotinê! Parlementerê DEPê bi bêrêzî-bêrêtî hatibûn binçavkirin. Hê di girtîgehê de ne. Li wijdana demê binihêre! Niha, îro jî li başûrê Kurdistanê parlementoyê biryareke dîrokê aşkere kir. Hestewarî ye. “Em leşkerên biyanî-leşkerên tirkan- li ser axa xwe naxwazin!” Gelo ev hişyarbûnek e! Parlementoya tirkan jî tezkereya “Ketina leşkerên biyanî li Tirkiyeyê û ketina leşkerên Tirkiyeyê li welatên biyanî” red kir. Balkêş! Gelo ev işareteke demokratîbûnê ye?..
Bi zordayînê re têkoşîn xweş e. Guhertin bi giranî be jî, guhertin.
Jiyan diherike…
Heval Memed, meraq neke. 2. Adar. 2003