27ê mijdarê rojeke pîroz e ji bo gelê kurd. Biryara birêxistin û birêkûpêk mudaxeleya dîroka kurd û Kurdistanê roja 27ê mijdarê hatiye dayîn. Biryara azadbûna ji hemû qeyd û bendên xwe ya gelê kurd e. Gelê kurd bi vê biryarê li xwe vegeriya û bû hêzeke bi milyonan.
Ajansa Welat jî roja 27ê mjdara 2024an hat avakirin. Di piştperdeya biryara Ajansa Welat de ev hişmendî heye û reh û rîşiyên xwe digihîne vê rojê û vê biryarê. Roja 27ê mijdarê, bi têkildariya salvegera avakirina Ajansa Welat û bi şahiya salvegera wê, me careke din ev hişmendî bi bîr anî û salvegera wê pîroz kir.
Ajansa Welat li ser kevneşopiya rojnameya Azadiya Welat ku daboriya wê jî ji rojnameya Welat û Dengê Welat tê, êdî li ser lihevkirineke giştî heye ku em hemû vê mîrateyê bi navê Azadiya Welat bi bîr bînin. Bi rastî jî navê Azadiya Welat li vê mîrateyê tê.
Rojnameya pêşîn bi navê Welat heftane hat weşandin. Rojname piştî rojnameya Welat bi destê dadgehê hate qedexekirin, bi navê Dengê Welat weşana xwe domand. Sala 1996an bi navê Azadiya Welat weşana xwe dewam kir. Sala 2003yan ji Stenbolê hate ser axa welat, navenda xwe li Amedê ava kir. 15ê tebaxa sala 2006an weke rojane dest bi weşana xwe kir, di dîroka rojnamegeriyê ya bakurê Kurdistanê de bû rojnameya pêşîn a rojane. Azadiya Welat di 28ê tebaxê sala 2016an de bi destê hikûmeta pergala serokkomariyê ji binî ve hat qedexekirin. Xebatkarên rojnamegeriya kurdî serî netewandin, weşanên xwe bi awayê dîjîtal li ser înternetê bi navê e-rojname, Welat berxwedana xwe ya li ser esasên rojnamegeriya kurd dewam kirin. 21ê kanûnê sala 2019an rojnameya Xwebûn weke rojnameya heftane ya bi kurdî, li ser kaxiz dest bi weşana xwe kir.
Şert û mercên civak, çand, ziman û geşedanên siyasî, li ser erdnîgariya Kurdistanê ji bo ajanseke xwerû bi kurdî hewcedarî derxist pêş. Li ser bingeha vê hewcedariyê, 27ê mijdara 2024an, Ajansa Welat bi dirûşma ‘Deng û Rengê Welat’ dest bi jiyana rojnamegeriyê kir. Di şertên Ajansa Welat derxistin ser platforma rojnamegeriyê de, ji aliyê kadro, teknîk, daxwaz û berdewamiyê ve civaka kurd kemilîbû û pêdivî bi ajanseke kurdî hebû. Xebatên wê yên di saleke borî de ev yek pişrast û pesend kir. Ev yek, ew nîşane bû ku ev biryar di cihê xwe de hatiye dayîn, têrê dike ku jiyana xwe weke ajans dewam bike û xebatên xwe kûr û berfireh bike.
Ajansa Welat li ser wê kedê û wan nirxan ava bûye ku pişta xwe dide bi dehan, hezaran cangoriyên vî welatî, bi taybetî jî cangoriyên di rêya çapemeniya azad de meşiyane, jiyana xwe feda kirine. Bi satoran, bi gule, serwindakirin, îşkence, girtinan re rû bi rû maye û ji van qewmînên giran niziliye, hatiye îro. Ev nirxeke giranbuha ye. Kurteya vê têkoşînê ev e ku her tim xwe ji nû ve ava kiriye, berdêl dane û bi vîneke mezin di rêya xwe de meşiyaye.
Îro liserpiyanmayîna rojname û ajansên bi kurdî û hemû dem û dezgehên pergala tevgera azadiyê bi vê rastiyê ve girêdayî ye, vê rastiyê pesend dike. Hêvî, peywir û berpirsiyarî ev e; hemû ev sazî û dezgehên kurdî li gorî pêdiviyên serdema nû xwe nû û xurt bikin, di rêya Aştî û Civaka Demokratîk de bimeşin û bi hêz bibin.
Ajansa Welat bi vê piştperde û bi van nirxên giranbuha roja 27ê mijdarê ji bo salvera xwe şevek li dar xist, 27ê mijdarê bi şahiyekê pîroz kir. Peyamên hatin xwendin bi piranî li ser nirxên Ajansa Welat derxistin holê, şehîdên wê, fedakarî û girîngiya çapemeniya azad, pê re girîngiya Ajansa Welat bûn. Salon, bi xebatkarên çapemeniya azad, sazî, partî, dostên nêzî çapemeniya azad, piştgirên wê, xwîner, şopdarên çapemeniya azad dagirtîbû.
Em ji qonaxa belavkirina belavokên vaşarî hatine gihîştine salonên bi xebatkar û dostên çapemeniyê dagirtî yên aşkere û legal. Rêvebirina bajaran ketiye destê kurdan û çend rêvebirên wan jî di şahiyê de amade bûn. Ev hemû kêl bi kêl, bi kedeke bêhempa û xwîna şehîdan pêk hatine. Qonaxeke berz e, divê bi xetên stûr bê diyarkirin.
Şahiya pîrozbahiyê layiqî şevê bi govendê û konsera hunermend Arhat berpê bû. Ji bilî serkeftîbûna şevê tişta bala min kişand helwesta şaredarên bajarê mezin ên Amedê bû. Şaredar hatin weke hatineke asayî, weke her kesî; ne xwepêşdan, ne quretî, ne jî artêşeke dû wan hebû. Bi kesên wê derê re haşir û neşir bûn. Serra Bûcak derket ser dikê, şaşa û xwepêşdan tune bû. Bi kurdî gotara xwe xwend, lêborîna ji bo kêmasiya xwe ya kurdî xwest, hat û rûnişt. Dogan Hatun jî mutewazî û samîmî tevdigeriya, weke heval û dostan; ne bi jor ve. Ez kesayeta wan, xebatên wan berfireh nizanim; belkî di karê xwe de serkeftî bin, ne serkeftî bin, bi kûrahî nizanim. Lê di vê şahiyê de bala min kişand û ez kêfxweş bûm. Ji aliyê têkildariyê ve gelo ev helwest ne xweştir e?
Belê ji rojnameya Azadiya Welat heta Ajansa Welat nêzî 33 salan derbas bûye. Bi têkoşîna azadiya gelê kurd re çapemeniya kurd jî pêşde çûye, bedelên giran dane û kemiliye. Bi rastî bûye reng û dengê gelê kurd. Dengê jibîrketiyan derxistiye ber çav û guhan; ev bi her awayî ji çal û şikeftên kûr ên di dîrokê de ji wan re bûne goristan derxistine, ala hebûn û azadiyê bi nûçe, pênûs û kamerayên xwe ragihandine, xwedîîradebûn, xwedîgotinbûna wan ji bo rojane û dîrokê qeyd kirine.
Em di şexsê Apê Mûsa, Huseyîn Denîz, Gurbetelî Ersoz û Nagîhan Akarselê de cangoriyên çapemeniya azad bi bîr tînin. Hemû jî bi gule û satorên dewletê û hevkarên wan yek bi yek nemir bûn, ev roj afirandin.
Salvegera Ajansa Welat a duduyan ji niha ve pîroz be, bi hêviya domdina dengûrengbûna gel, bila berfireh bibe, geş bibe û êdî nûçeyên aştî, azadî û serfiraziyê zêdetir ragihîne.
