12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji rojnameger Mehmet Guleş re cezayê hebsê hate xwestin

Cezayê ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li rojnameger Mehmet Guleş hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin. Li ser vê yekê Guleş dîsa hate darizandin û salek û 9 meh û 25 roj cezayê hebsê lê hate birîn.

Bi sedema parvekirinên li ser medyaya civakî, derheqê rojnameger Mehmet Guleş de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hebsê lê hatibû birîn. Lê ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin û pêvajoya darizandina Guleş dîsa dest pê kir. Danişîna duyemîn a dozê hate lidarxistin.

Piştî ku Dadgeha Bilind ji bo sûcê “propagandaya rêxistinê” mafê îtîrazê da; cezayê ku ji hêla 2’yemîn dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê ve hatiye dayîn û ji hêla Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê ve hatibû erêkirin, ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve bi sedema cezayê hatiye dayîn “bêrêje” ye hate xerakirin. Li ser vê yekê doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê dîsa hate lidarxistin. Danişîna ewil ji ber erdhejê hatibû taloqkirin û niha jî duyemîn danişîna dozê hate lidarxistin. Guleş û parêzerê wî Resûl Temûr li Edliyeya Amedê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.

Dozger ceza xwest

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe pêşkeşî şandeya dadgehê kir û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” xwest ku cezayê hefsê li rojnameger Guleş were birîn.

‘Mafê xwe îfadekirinê ye’

Rojnameger Guleş jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got ku di dema behsa xeberê de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dixebitî û parvekirinên wî jî naverokên nûçeyên ajansê ne. Guleş, diyar kir ku ev parvekirinên wî xebatên rojnamegeriyê ne û da zanîn ku birîna ceza ya bi vê sedemê tê wateya binpêkirina mafê azadiya fikr û xwe îfadekirinê û daxwaza beraeta xwe kir.

Sînorê agahîdarkirinê derbas nekiriye’

Parêzer Resûl Temûr jî got ku wêneyên bûne mijara tawanbariyan, pêveka naveroka nûçeyan e û wiha got: “Her wiha parçeyeke bivê nevê ya nûçeyan e. Dema nûçe hate parvekirin jî ev naverok bi awayekî otomatîk tên parvekirin. Parvekirinên bûne mijara îddianameyê, nûçeyên aydê ajansê ne û yek ji hêmanên bingehîn ên azadiya çapemeniyê jî parvekirina nûçeyê ye. Divê ji ber parvekirina nûçeyan, ceza neyê dayîn. Li qanûnên heyî, îfadeya ‘daxuyaniyên têkildarî vegotina fikr û raman ên sînorê nûçeyan derbas nakin û bi mebesta rexneyê tên kirin, sûc nînin.’ Miwekîlê min jî di parvekirinên xwe de ev sînor derbas nekiriye. Miwekîlê min rojnameger e û nûçeyên jê tê darizandin jî dikevin çarçoveya xebatên rojnamegeriyê. Lewma divê neyê cezakirin û beraeta wî dixwazim.”

Dadgehê, cezayê berê daxist û salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê da rojnameger Guleş.