16 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê

Bi dehan şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê da ku tev li berxwedana li bendavê bibin.

Îro sibê karwaneke şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo tev li çalakiyên li dijî êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê û parastina bendavê bibin ber bi bendavê ve ketin rê.

Bi dehan jin, ciwan, kal, hunermend û rewşenbîran li çerxerêya Firûsiyê ya rojavayê bajarê Reqayê kom bûn û piştî ku karwanê ji Dêrazorê gihişte wan ber bi bendavê ve ketin rê.

Tê payin ku şêniyên kantona Tebqayê li kampa Mehmûdlî ya gundewarê rojhilatê kantona Tebqayê tev li karwanê şêniyên kantonên Reqa û Dêrazorê bibe.

Ji 8ê çileyê ve çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê li bendavê çalakî û berxwedana parastinê dikin.