Di dîroka dagirkirina Kurdistanê de dîktatorekî din wekî Seddam Husên di komkujiyên ku li ser kurdan pêk aniye ne hatiye dîtin. Gelê kurd li dijî vê neheqî û zilmê serî hilda û dawî li zilm û zordariya bi dehan salan a rejîma Baasê anî. Lê belê 31 sal piştî serhildanê derbasbûn,hîn jî rayedarên Herêma Kurdistanê nikarin daxwazên gel bi cih bînin.
Di 16’ê Tîrmeha 1979’an de, Seddam Husên Mecîd bû pêncemîn Serokomarê Iraqê û heta 9’ê Nîsana 2003’yan li ser desthilatê ma. Di dema desthilatdariya xwe de, bi taybetî di sala 1980’yî de, Seddam Husên zêdetirî 200 hezar kurd kuştin. Kuştinên bi destên Seddam Husên pêk hatin yek ji mezintirîn komkujiyên li Kurdistanê pêk hatine. Ev zilm û çewisandin bû sedem ku gelê kurd rabe ser piyan. Çirûska serhildanê di 5’ê Adara 1991’an de ji navçeya Raniye ya Rabrînê destpê kir û ji wir jî gihîşt seranserê başûrê Kurdistanê.
Adar ji bo gelê kurd bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê mehek dîrokî ye. Serhildana ku di 5’ê adarê de destpê kiribû, di 20’ê adara heman salê de bi rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji destê rejîma Baas gihîşt asta herî bilind.
Rejîma Baasê di 28’ê adara heman salê de careke din êrîş kir û dikarîbû careke din bajarê Kerkûkê dagir bike. Piştre topên xwe ber bi bajar û navçeyên din ên başûrê Kurdistanê ve birin û dest bi êrîşê kir. Ev êrîş bû sedema ku tevgereke mezin a koçberkirina gelê kurd û ev jî hişt ku gel ber bi herêmên bakur û rojhilatê Kurdistanê ve koçber bibin.
Ev koçberî rê li ber guhertina bûyeran ve kir. Ji ber ku pêlên mezin ên koçberiyê hişt ku herêmeke ewle ji aliyê civaka navdewletî ve were avakirin. Di çarçoveya vê ewlehiyê de xeta 36’an ku artêşa Iraqê nikarîbû derbas bibe hate avakirin. Lê belê Kerkûk, Şengal, Xaneqîn û Xurmatû di bin dagirkeriyê de man.
Çima gelê Başûrê Kurdistanê rabûn ser piyan?
Beriya serhildanê di çarçoveya destûr û rejîma Baas a Iraqê de, kurd ji azadî û mafên xwe yên neteweyî bêpar mabûn. Seddam Husên bi armanca ku kurdan di nava çanda nijadperestiya ereban de asmîle bike, polîtîkayeke faşîst dimeşand.
Berovajî daxwaz û armancên serhildana başûr, herêma Kurdistanê ket bin desthilatdariya du partiyan. Pêkanînên van herdu partiyan serhildana gel ji armanca wê dûr xist. Daxwazên serhildanê azadiya raman û derbirînê, dadmendî, mafên neteweyî, berjewendiya giştî û parastina xakê bûn.
Piştî serhildana Başûr, herdu partiyên desthilatdar berê xwe dan destpêkirina şerê navxweyî. Di şerê navxweyî de bi hezaran ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Piştî rûxandina rejîma Seddam Husên û damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê û pêkanîna sîstema budceyê di jiyana aborî de, rewşa jiyanê li seranserê welat baştir bû. Lê azadiya wê demê hîn jî ji ber giraniya rejîmên serdest dinaliya, wekî ku niha dinale.
Tecrûbeya 31 salên desthilatdariya kurdan weke ceribandineke têkçûyî hate binavkirin. Berovajî esasê serhildanê, taybetiyên vê serpêhatiyê bi xizanî, bêkarî, cihêkarî, koçberî, têkçûna îdarî, gendeliya dadweriyê û binpêkirina azadiyan ji hêla rayedaran ve diyar dike.
Beriya serhildanê, rêjeya çavkaniyên navxweyî û çandiniyê ji niha zêdetir bû. Piştî avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmetê cotkar û karker arasteyî çekdarên hizbî kirin. Ev rê li ber kçmbûna çandiniyê vekir û bi vê re girêdayî jî welatî ji gundan koçî bajaran kirin.
Piraniya gelê herêmê îro bi mûçeyan ve girê dan û bi birîna her mûçeyên mehane, rewşa jiyanê xirabtir dibe. Desthilatdar vê rewşê wekî ku gel li ser wan bûye barekî giran dinirxîne.
Yek ji armancên serhildanê û şehîdên ku ji bo rizgarbûna ji rejîma Baasê canê xwe feda kirine, azadiya ax û gel e. Piştî 31 salan, beşeke mezin ji axa Başûr di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Hemû welat li ser xaka Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên sîxuriyê dikin û bi rehetî Kurdistanê talan dikin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî hemû destkeftiyên di warê aborî de, weke petrol, çandinî, deriyên sînorî û yên din, bi 25 milyar dolar deynên xwe dikişîne. Tevî ku bi dewleta tirk re ji bo heyama 50 salan peyman hatiye îmzekirin, lê herêm bi krîzeke aborî, siyasî û civakî re rû bir û hiştiye. Ji ber vê krîzê êdî nikare mûçeyên karmendan bide.
Li gorî zanyariyên ku belav bûne, roj bi roj hêjarî zêdetir dibe. Li gorî Wezîrê Plandanan li Herêma Kurdistanê, rêjeya hêjariyê gihîştiye %10’an, lê raportên nefermî nîşan didin ku rêjeya hêjariyê gihîştiye %20’an.
Li gorî raportên nefermî, di sala 2013’an de rêjeya bêkariyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye %7’an lê piştî biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina serxwebûna aborî, rêjeya bêkariyê zêdetirî %25’an bûye. Li gorî pîvanên navneteweyî divê rêjeya bêkariyê ji %5’an derbas nebe.
Derbarê koçberiyê de jî, ew koçberî bûye diyardeyeke mezin di nav ciwanên Herêma Kurdistanê de û ji destpêka serhildan û şerê navxweyî li Herêma Kurdistanê, bi sed hezaran ji rûniştvanên herêmê koçberî welatên cur bi cur ên cîhanê bûne.
Hê jî koçberiya ne yasayî li herêma Kurdistanê didome. Bi taybetî par bi hezaran kes ji xelkê herêma Kurdistanê welat terikandin û çûn ser sînorên Belarûsya û Polonyayê.
Tevî hemû êş û azarên li ser sînoran, bi dehan koçber jiyana xwe ji dest dan. Divê were zanîn ku ji ber siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê ev geşedan rû didin.
Derbarê azadiya gotin, derbirîn û çapemeniyê de, ev yek ketiye metirsiyeke mezin. Nemaze li navçeyên di bin desthilata PDK’ê de ne bi sedan rojnamevan, çalakvan û ciwan bi tawanên cuda weke sîxurî tên girtin û binçavkirin. Bi taybetî kesên ku beşdarî çalakiyên aştiyane yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk dibin tên girtin. Hîn jî bi sedan çalakvan û rojnamevanên li Behdînanê di girtîgehên PDKê de ne.
Her wiha siyasetên xelet ên PDK’ê li Herêma Kurdistanê, bûne sedema vê yekê ku di encama referanduma 2017’an de, %51 ji erdnîgariya xwe ji dest bide û îro jî nakokiyên di navbera YNK’ê û PDK’ê de derketine.
Ev nakokî her ku diçe zêde dibe bi taybetî derbarê postê serokatiyê de zêdetir bûye. Lê wisa dixuye ku siyasetên ku li herêmê tên meşandin nîşaneya xirabûna paşerojê ye. Em dikarin bibêjin ku li hemberî siyaseta yekpartîtiyê pêwîstiya wê bi raperîneke duyem heye.