26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji pirran em bibin yek!

Vî zemanî ti civak, kom û pêkhate bi aîdiyeteke xwe ve nayên naskirin. Reng, pirr in, nasname pirr in, zarava û ziman pirr in, dîn û diyanet pirr in... Hingê em ê di nava xwe de yek bin, bi cîranên xwe re yek bin, bi dostên xwe re yek bin, bi helwesta xwe yek bin, bi dîplomasiya xwe yek bin heta em ê bi artêşa xwe yek bin. Şer qeder nîne

Ezber û hînbûn hemû diguherin. Tiştên ku weke tabu dihatin dîtin bûn weke elek û bêjing.  Rojhilata Navîn dîsa ketiye ber meqesên pergala serdest a cîhanî. Ew dixwazin li gorî xwe kirasekê li bejna herêmê bifesilînin.  Piştî şerê yekemîn ê cîhanê jî wisa bû, piştî şerê duduyan ê cîhanê jî wisa bû. Niha di vî demî de şerê sisêyan ê cîhanê de jî tişta dixwazin bikin ev e.

Beriya sed kisûr salî Kurd û Kurdistan weke ku qet tinebin. Peyaman hatin girêdan. Sînor hatin kişandin. Ne nivîsek ne maqaleyek ne jî pirtûkeke bi hecm dikare behsa êş û azarên sedsalî bike. Herçî Kurd bi êşa xwe dizanin. Ji ber wê jî li dijî van peymanan rabûne, îtîraz kirine, têl û têlgiraf qetandine ku dengê xwe bigihînin cîhanê. Nebûye, rakirine çek û şer kirine. Bi ser neketine lê mîrasek jî li peyy xwe hêlane.

Niha îro roj jî em di qonaxeke wisa ya dîrokê re derbas dibin ku ev qonax keyseke xwe heye em hebûn, azadî û ewşehiya xwe bi hev re bi dest bixin. Pêre xetereke mezin jî heye ku em dikarin hebûna xwe ya ku ewqas pir êşiyayî jî ji dest bidin, tine bibin. Ka em bidin ber aqilan; em ê çawa bi çi rengî, bi kîjan rê û rêbazan vê keysê veguherînin destnîşankirina çarenûsê.  Helbet wisa hêsan nîne ku mirov reçeteyekê dane holê. Ji Peymana Qesrî Şîrîn pirseke hema bêje çarsed salî li ber me ye ku ev zêdetirî sed sal e hîn kûrtir û hişkegirêktir bûye.

Dema ku mirov mahiyeta pirsgirkê, sedemên pirsgirêkê rast dane hole, mirov dikare li gorî wê li çareseriyên maqûl jî bigere ku maliyeta wê hem di warê manewî hem jî di ware maddî de kêm be ji bo gelê me. Ev aliyekê meselê ye. Aliyek din ê ku mirov li sere bifikre bi qinaeta min; sedema têkçûna rabûn, raperîn, serhildana li hemberî vê çarenûsa reş e.

Pirs zelal e; Em çima têkçûn? Sedemên têkçûnên xwe em bi xurtî û bi dirûstî analîz nekin, jê dersan dernexin wê dîrok ji bo me tim tekerrur bike. Vî zemanî nabe ku em hema wisa bi çend gotinên ezber rabin bêjin; dinya li me bû yek, dijminên me bêexlaq û dirinde bûn, em feqîr û perîşan bûn fian û bêfan. Erê ev hemû rast in. Lê ev gilî û gazinc bi xwe re encamekê dernaxin, heta me ji mil û max me ji qidûm dixin. Nabe ku mirov gazinc ji dij-minê xwe, ji ne-yarê re bike. Mirov heke gazincek, sitemkariyek bike mirov ji xwe dike. Mirov ji xwe dipirse; ez çima bi ser neketim?

Heke em di vir de hem fikir bin hingê, em ê bên ser mesela tifaqa navxweyî.  Vî zemanî ti civak, kom û pêkhate bi aîdiyeteke xwe ve nayên naskirin. Reng, pirr in, nasname pirr in, zarava û ziman pirr in, dîn û diyanet pirr in. Li gorî van pirran lêgerîna çêkirina tifaqê tevî zehmetiyên xwe awantajên xwe jî hene. Dema ev pirr li dora armancê bibin yek hingê dinya na, lê gerdûn li me bibe yek nikare vê yeka ji pirrê çêbûyî bişkîne. Ti çekeke wisa tine. Ne balafir û teknolojiya Îsraîlê ne jî moşekên hîpersonîk û balîstîk ên Îranê nikarin vê yeka ji pirrê çêbûyî bişkînin.

Me behsa keysa bidestistina hebûn, azadî û ewlehiya xwe kir ne wisa? Hingê em ê di nava xwe de yek bin, bi cîranên xwe re yek bin, bi dostên xwe re yek bin, bi helwesta xwe yek bin, bi dîplomasiya xwe yek bin heta em ê bi artêşa xwe yek bin. Şer qeder nîne. Lê dema ew çek di destê gelan de be dikarin pê dij-minên xwe jî bînin rayê, dikarin wan çekan bihelînin û bikin cumbuş û tembûr jî. Dikarin dewra çekan bigirin dewra şer bigirin û dewra şahî û bextewariya bi hev re bînin. Her tişt li lez çêdibe, diqewime, divê em jî destê xwe lez bikin.