13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji pêş girtîgehan bang kirin: Tecrîdê rakin

Malbatên girtiyan li Êlih û Îzmirê di di çarçoveya “Deng bide azadiyê” de kom bûn û xwestin rayedar tecrîdê bi dawî bikin û xwestin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Malbatên girtiyan çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dane destpêkirin didomînin. Xizmên girtiyan îro li Êlih û Îzmirê li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Êlîh

Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a Walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne. Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.”

Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.

Îzmîr

Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê daxuyanî da. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm ji Colemêrgê bicehime” berz kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in. Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.”

Kuruş, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha bi dawî kir: “Mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazekê. Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.