26 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Pazirik heta Bosnayê çîroka xalîçe û diziyekê

Gelo ew înkara çandî, dizî û li ser ked û nûra çavên xelkê xwe pesinandina heta kengî berdewam bike û ya bi rastî jî wan mezin bike? Jinên kurd wana di tevnan de çêdikin lê diz xwedî lêderdikevin! Çi şermeka mezine!

Dîrokazanên tirk dibêjin ku; ”Xalîçeya herî kevn a cîhanê, li Pazirikê hatiyê dîtin û ew ji alî zenda reşîyan ve hatiyê hûnandin!” Helbet ve yekê li ser bingeha ku ew reşiyan turkmen û tirk dihesibînin dibêjin. Ji ber wê tu pirsgirêkan di aşkere kirina dîrokî ya bi vî rengî de nabînin. Dîrokzanên cîhanê jî piranî vê yekê misoger dikin ku ew xalîçeyên cîhanê yê herî kevne, lê heta niha min nexwandiye ku yekî gotiyê ew ê reşiya ye. Beşek jê dibêjin ew ji “saka-îskîtan mayê” û vê komê jî wek: ”arî”, ”îranî” û ”hînd-awrûpî” penasê dikin.

Reşiyên xwêdiyê vê xalîçeyê, zendeka mezina kurda ye.  Piranî bi zaravê kurmancî û beşek jî li Dêrsîmê bi kirmanckî diaxivin. Êla min sêvikan jî girêdayî vê zendê ye. Navê zendê, di çavkniyên osmaniyan de, bi nêzikî pêncî navên cuda hene lê piranî wek `reşwan-rişwan` di yên farisan de `reşwanlû` derbas dibin. Navê rast û kurdî jî reşî ye. Serhêjmara wan nayêzanîn. Serokê `Komala Reşîyan` yê li derdora Semsûrê di bernama tv de îdîa dikir ku ew şeş mîlyonin lê baweriya min bi vê îdîayê nîne. Li nava Anatoliyê 12 êl; li dora Semsûr-Meletî 16 êl, di çavkaniyên osmaniyan de 44 êl girêdayî reşiyan tên xûya kirin. Li Xorasanê jî serbixwe, yanî tu êlên girêdayî nînin. Êlên wekî `têrikan` yê di defterên osmaniyan de girêdayî reşiyan xûya dikin lê ew ne reşî ne. Bi zanyarî an nezanî di bin sîvana reşîyan de hatinê nivîsîn.

Wekî li jor jî hatî nivîsîn, çavkaniyên biyanî xalîçeyê dikin malê sakayan/îskîtan ku gor lêkolînên min kiriye reşî û saka jî yekin! Ya jî mirov dikarê bibêje ku reşî beşekî ji saka ne. Encama ji vê derdikeve holê ewe ku dîrokzanên tirk dizanin ku reşî û saka yekin. Di derbarê vê yekê de, agahiyên zêdê di pirtûka min a bi navê ”Rastiya Dîroka Turkmen-Oxûz- Kurdan” de dikarin bixwînin. Bi vî awayî, hem dîtina dîrokzanên tirk û hem jî yên biyanî derdixin holê ku ew xaliçeyê di wênê de xûya dike yê reşiyên kurd e. Pekî tirk li ser çi bingehê xwêdî lê derdikevin?

Dîrokzanên tirk çawa tespît kirine ku ew xaliçê ji alî reşiyan ve hatiyê hûnandin ez nizanim lê texmîn dikim ew yekbûna reşî û sakayan dizanin ji ber wê ye ku vê îdîayê davêjin holê. Gor îdîaya tirkan reşî turkmen in, yanî tirkin! Ji bo ku vê yekê bi xelkê bidin misoger kirin, di TRT de rêzêfîlmekî ji 8 beşan li ser reşiyan çêkirin. Di vê belgeselê de bidehan profesor şêvîrmendê fîlman, îdîa dikin ku reşî turkmen in, ji Asya Navîn ketine dû pezên xwe û hatinê li derdora Semsûrê… Di fîlm de çend kurdên nezan ên dilpak jî didan axafitin û hinekan ji wan digot: “Ferqa me nîne, em birane” û hinekan jî digot;  ”em turkmen in.” Bi van gotinên nezanan dixwazin îdîayên xwe piştrast bikin lê ew yeka ji kok de derewe. Nikarin kesekî bi van derawan qanî bikin. Raste ku hatineka reşiya yê ji herêma gola kurdan (Aral) heye lê reşiyan tu caran negotinê em tirkin an turkmen in. Tirkan, gerokên ereban û hinek gelên din, ji bo beşekî kurdên ku misilmantî nepêjirandî peyva turkmen bikar anîne, ew rastê balam kurdan tu caran ji bo xwe ew peyv qebûl nekirine û hertim li dij derketine. Wekî tê dîtin, kesekî ku ji zenda reşiyaye, van rêzikan dinivîse ku ew bi serê xwe ispateke.

Nexşe

Di nexşeya li jêr de jî hûnê bibînin ku Pazirik di nava sinûrên Rûsyayê de ye û yek ji cîhê berê saka-kurd-reşî lê jiyan e. Ji bo ku tirk dîroka xwe bi Asya Navîn re girêdidin, dixwazin bibêjin ku yên ji vê herêmê hatine hemû tirkin. Lê rastiya dîroka vê yekê misoger nake û dide xûyakirin ku beşeke kurdan serdêmeka dirêj li herêmê jeyane û li wir dewletên xwe jî damezirandine… Kelepûrên ji wan de manî jî ji aliyê arkeologan ve wek saka tên penasê kirin.

Kolanên li Pazirik, dora gola kurdan, Qafkasya û bakûrê Deryayê Reş hatine kirin didin ispat kirin ku alavên li wan herêman derketine yên heman çandê ne. Tirk li vê çandê xwedî derdikevin, gelên ji vê herêmê hatine Kurdistan û Anatoliyê turkmen û tirk dihesibînin. Ji bo vê jî xalîçeyên ji destê kurdan derketî wek malê xwe birine dervayî welat an Bosna-Hersekê jî.

Înkara çandî

Di nexşeyê de rengê welatên wek: Tacîkistan, Pakistan, Turkmenistan, Azerbeycan, Turkiye û Bosna-Hersekê yekin û dixwazin bibêjin ku xaliçên li wan deran hatine çêkirin yên xwêdî yek çandê ne. Balkeşe ku Îran nekirine wê katagorîyê! Çawa ku Îran jî xwêdî li keda kurdan derdikevê, xalîçeyên kurdan çêkirinî wek yên Îranê didê nîşandan, tirk jî li ser hunera jinên kurd rudinin û li dervayî welat wek ya wan be reklamê dikin! Gelo ew înkara çandî, dizî û li ser ked û nûra çavên xelkê xwe pesinandina heta kengî berdewam bike û ya bi rastî jî wan mezin bike?

Di sala 2024an de, dema min atolya xalîçeyan ya li Bosna ye zîyaret kir, wênêyê xalîçeyêm li Pazirikê derketî li dîwêrbû û ew wek zomekî li serê min ket. Piştre min dît ku tirk xwediyê wê fabrîqeyêne ku mesele hate fêhm kirin. Bi dehan karker ji Turkiyeyê anîne û tê de kar dikin û bi bihayekî gelek zêde xalîçeyan difroşin awrûpiyan. Xalîçeyên li wir çêdibin an tên firotin, piranî yên kurda ne. Çîn, kirarî û tevnê wan bi yên kurdan ve yekin û tu ferqa wan nînê. Çend nimûnên li jer xûya dikin, yê baştir vê yekê bidin fêhm kirin.

Xalîçeyên dîzîne

Ew wêneyên gelt û xalîçeyên heyî yên ku hûn dibînin jî li Bosnayê ji ser dîwarên fabrîqê hatinê girtin. Pêwîstî bisporiyê nîne ku mirov tê derxe ew ji Xorasanê anîne û daliqandine! Hîna jî li gund û bajarên Xorasanê ew bi wan çîn û stîlana tên hûnandin û li mala min jî hene. Ji van a hûn dikarin bi hezeran nimûnan li Xorasan, Semsûr, Dîlok, Mereş, Efrîn, Kobanî û navênda Anatoliyê peyda bikin. Jinên kurd wana di tevnan de çêdikin lê diz xwedî lêderdikevin! Çi şermeka mezine!

Miletên xwedî çandên kevnare, berfireh, bandor li cîran û miletên din kirî û mohra xwe li şaristaniya mirovatiyê xistine, diziyeka wiha tucaran layiqê xwe nabînin; berêqs, ewê bi tiştekî wiha xwe biçûk û qirêj bihesibînin.