Artêşa tirk êrîşên xwe yên ku bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî gerîllayên HPG’ê daye destpêkirin didomîne. Artêşa tirk di van êrîşan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Herî dawî 17’ê gerîllayên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku dîmenên vê der barê de hatin weşandin li Kurdistanê û qada navneteweyî li dijî Tirkiyeyê bertek hatin nîşandan. Bertekên vê der barê de hê jî didomin.
Di vê çarçoveyê de deh rêxistinên hiqûqî yên ji Ewropa, Amerîka û Kanadayê, bang li Peymana Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku li ser agahiyên têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî dest bi lêpirsînê bike. Saziyên hiqûqî yên navneteweyî daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku nûçeyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî cihê tirs û fikaran e û nerazîbûn nîşan da ku kesên daxwaza lêkolînê dikin ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Em ji nûçe û raporên li ser wê yekê bi fikar in ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqê fîşekên gazê yên çavan dişewitîne, têne bikaranîn. Ev gaz di Peymana Çekên Kîmyewî (OPWC) de li nava lîsteya kîmyasalên qedexekirî hatiye bicihkirin.”
Lêpirsîna serbixwe
Li gorî nûçeyên hatin weşandin, Wezîrê Parastinê înkar nekir ku artêşa tirk li Herêma Kurdistanê ya Iraqê gazên çavan dişewitînin bi kar tîne, lewma mijar hêjayî lêpirsîneke serbixwe ye ku Tirkiye eşkere bibe bê peymanên navneteweyî yên pejirandine binpê dike yan na. Tirkiye dewletek ku CWC pejirandiye, lê belê ne aliyekî Statuya Romayê ye.
Lewma ne cihê matmayinê ye ku hin sazî û kesan xwestin, mijara bikaranîna gaza çavan dişewitîne ya li Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ya ku mirovan matmayî dihêle ew e, kesên ku vê rewşê tînin ziman dikevin ber lêpirsînê.
Girtina rojnamegeran
Endama Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Hiqûqnasan a Azadîxwaz (OHD) parêzer Aryen Tûran ji ber ku di Civata Giştî ya Baroya Îzmîrê de xwest mijara bikaranîna kîmyasalê bê lêkolîn medya dîjîtal jî di nav de bi rêya qenalên cuda yên medyayê gef lê hate xwarin û kete ber lêpirsînê. Piştre Aryen Tûran hate destgîrkirin, bi qedexeya derketina derveyî welat hate berdan.
Her wiha 11 rojnamevanên ku îdîa û daneyên cuda yên li ser bikaranîna madeyên kîmyewî yên ji aliyê hêzên fermî yên dewleta Tirk ve li xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê kirin nûçe, sibea 25’ê Cotmehê ji mal û kargehan bi serdegirtinê hatin destgîrkirin û 10 rojnamevan hatin girtin. Dozgeriyê dîmenê binçavkirina Berîvan Altan û Denîz Nazlim da weşandin ku ji pişt ve destên wan hatin kelepçekirin.
Girtina Fîncanci
Piştî vê bûyerê, Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci ku pisporeke tipa edlî ya li Tirkiyeyê ye, ji ber ku di qenaleke televîzyonê de got divê mijar bê lêkolîn, destpêkê ji aliyê organên hikumetê ve bû hedef, piştre jî li medya dîjîtal heqaret lê hate kirin û herî dawî 26’ê Cotmehê serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hate destgîrkirin. Dadgeriya lêpirsînê hikum da ku Fîncanci bi rengekî girtî bê darizandin.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) saziya bicihanîna Peymana Çekên Kîmyewî ye. Lewma gava destpêkê ku divê bê avêtin divê ew be ku OPCW dest bi lêpirsîneke fermî bike. Ji bo vê jî divê dewleteke endamê OPCW daxwaza vê yekê bike.
Daxwazên saziyan
Divê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêpirsînê bike
Lewma dewletên endamên OPCW;
-Divê pêşî li wê yekê veke ku OPCW bi heyeteke serbixwe lêpirsînê bike.
– Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpirsîna îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yan jî biyolojîk mekanîzmaya taybet bi kar bîne û daxwaza lêpirsînê bike.
– Her wiha divê Komara Tirkiyeyê dawî li zexta li wan rêxistinên civakî, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan bîne ku daxwaza lêpirsîneke bi vî rengî kirine.
– Herî dawî divê Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û rojnamevanên girtî hemû tavilê bêne berdan.”
Saziyên piştgirî dan
Saziyên mohra xwe danîne bin daxuyaniyê wiha ne:
“- Komeleya Hiqûqnasan a Emerîkî (AAJ)
– Komeleya Şopandina Mafan a Parêzeran Kanada (LRWC)
– Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED)
– Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD)
– Navenda Lêkolîn û Peşvebirina Demokrasiyê / Koma Destewerdana Hiqûqî ya Navneteweyî (CRED / GÎGÎ)
– Komeleya Parêzerên Ewropî ya ji bo Mafên Mirovan ên Cîhanî û Demokrasiyê (ELDH)
– Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê (MAF-DAD)
– Yekîtiya Neteweyî ya Parêzeran a Gel (NULP) Fîlîpîn
– Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê(OHD)
– Yekîtiya Hiqûqnasan a Demokratîk a Neteweyî Îtalya (GD)”