Carekê meleyek li gundekî dibe mêvan. Xwediyê malê miroveke merd û çavfireh bû. Li ser sifra xwarinê piştî ku mele têr xwar lê xwediyê malê got: “Tu bi xatirê şêxê me bikî, hinekî din bixwe. Mele hinek din xwar.” Vê carê jî xwediyê malê got: “Tu bi qedrê Xwedê bikî hinek din bixwe.”
Welhasil mêrik hingî xwar zikê wî nepixî û nexweş ket. Di rê de çû giha ber çem, kera wî av vexwar piştî vekişiya. Mele ji kera xwe re got: “Ji bo xatirê şêx hinek din avê vexwe.” Lê kerê venexwar. Mele got: “Ji bo Xwedê hinek din vexwe.” Lê kerê nema vexwar. Mele hema rahişt şaşika xwe da serê kerê û wiha got: “Welehî tu ji min biaqiltirî, ji niha şûnde tu mele û ez ker.”