Kurdistaniyên li Ewropa, ji saetên serê sibehê herikîn ber bi Parîsê ve û tevî astengiyên polîsên Almanya, Swîsre û Belçîka kurdistaniyan pêça xwe neda van astengiyan, di rêwîtiya xwe ya ber bi Parîsê ve bi coş, kelecana hesap pirsîne meşiyan…
Kurdên ku ji çarhelên Ewropayê herikîn mintînga 7’ê çileyê ya li Parîsê û li hev civiyan, çar peyamên giring ên dîrokî dan dewletên Ewropayê.
1: Bila, ‘sira dewletê’ ya ser dosya komkujiya 9’ê çileya 2013’yan bê rakirin û komkujî were ronîkirin.
2: Bila, komkujiya 23’yê kanûna 2022’yan a li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat, weke êrîşek siyasî bê pênasekirin û kesên li pişt vê komkujî werin aşkerakirin.
3: Bila PKK ji lîsteyên rêxistinên “terorê” bê derxistin û dawî li politîkayên krîmînalîze yên li dijî kurdan ên dewletên Ewropayê bê anîn.
4: Ji bo ku politîkaya tecrîd-îzolasyonê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe; ji bo azadiya wî ya fizîkî wê di qada navneteweyî de kar û xebat di asta cîhanê de werin meşandin. Ji bo vê jî divê dewletên Ewropa, dev ji hevkariya xwe ya di politîkaya şidandina tecridê de berdin.
Kurdan bi vê helwesta xwe, nirxên ku yekitiya Ewropa li ser ava bûye, nirxên demokratîk ên mafên mirovan bi bîra desthilatdaran ên van welatan xistin ku ji van nirxan dûrketin çêbûye. Dema mesele dibe kurd, nirxên civakî, mafên mirovan ji bîr dibin, mixabin nayên parastin. Berhemên ku ji keda destê mirovan şînbûyî yên dîrokê, dibin qurbana berjewendiyên aborî, siyasî yên dewletan…Kurdên li diyasporayê di mitînga 7’ê çileyê ya li Parîsê de, li dijî vê siyaseta dinyayê sekna xwe ya têkoşînê nîşandan.
Mitînga 7’ê çileyê li qada ku peymana mafên mirovan lê hatibû erêkirin a Parîsê pêk hat; ji qadê daxwaza heq, hiqûq, edaletê bilind bû… Kurdan, bi bîra îktîdarên dewletên Ewropayê xist ku ew li dijî zilma dewleta tirk a mêtînger ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Kurd û dostên wan destnîşan kirin ku ew ji bo hesabê komkujiya 9’ê çileyê û 23’yê kanûnê bi biryar in ku xwedî li şehîdên komkujiyên Parîsê, bi mezinkirina têkoşînê derkevin.
Kurdan, her wiha ji hikûmeta Firansayê daxwaz kir ku berjewendiyên aborî, siyasî yên li gel dewleta tirk dane hêleke û hêzên ku her du komkujiyên Parîsê pêk anîn tavilê aşkera bike.
Bi hezaran kes bi yek helwestê diyar kirin ku ew li hemberî komkujiyan gav bi paşde navejin û wê bi mezinkirina têkoşînê xwedî li bîranîna şehîdên komkujiyên Parîsê, Sara, Evîn, Rojbîn, Ronahî, Mîr û Apê Abdurrahman derkev in. Li ser 50’î hezar kesî re sond û peyman di hizûra bîranîna şehîdan de dubare kirin ku ew ê xweyn û xeyalên şehîdan bi Kurdistana azad pêk bînin.
Hejmarek zêde ji partî, saziyên civakî, kesayet, rêxistinên jinan, sendîka û komeleyên fransî yên dostên kurdan, di mitîngê de amade bûn. Her wiha ji gelek welatên Ewropayê, enternasyonalîst tev li mitîngê bûn. Elaqeyek xurt a çapemenî-ragihandina biyanî hebû; heta kêliya dawî, li qadê mitîngê şopandin. Raqihandina azad, ji bo şopandina mitîngê bi tevahî seferber bû.
Di mitîngê de têkoşîna edaletê ya deh salan hat bibîrxistin û hat gotin ku wê meşa hesab pirsîna ji kujeran bidome. Em dikarin vê bêjin; Parîs, ji qêrîna kurdan a edaletê hajiya. Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo edaletê, li Parîsê, li hev civiyan. Ji hemû baweriyan kom bi kom hatibûn. Hat gotin ku mitînga herî girseyî ya kurdistaniyên li Ewropa ya van salên dawiyê bû.
Tevî hêrsa girseyê, hêvî û coşek mezin a kurdistaniyan ji berzkirina dirûşmeyên wan ên “Bê Serok jiyan naba,” “Jin, Jiyan, Azadî,” “Şehîd Namirin” ji qadê gur dibû. Ew kêliyên ku hestiyarî li qada mitîngê serdest bû; beşdariya jinên ciwan a mitîngê tev li rengê girseya gel bibû, weke her carê wê rojê jî dayikan ji herkesê bêpakî meşa xwe ya xweser domand… Parîs, bi rengê berxwedanê yê sor xemilî…