14 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji merasîma şewitandina çekan

Koma 30 kesî ya gerîlayan ya çekên xwe şewitandin, di heman demê de berpirsiyariyek dan li pêşiya civakê. Ya ji niha û pê ve mezinkirina têkoşînê ye.

Rojnameger Bariş Boyraz ku merasima imhakirina çekan a gerilayên PKKê şopand çavdêriyên xwe yên dîrokî nivîsand. Çavdêriyên Rojnameger Boyoraz ên ku di ANFê de hatine weşandin wiha ye:

Dîrok 11ê Tîrmeha 2025an e, em li navçeya Dûkan a Silimaniyê ne. Em bi kelecaneke mezin hatin vir. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê û 12emîn Kongreya PKKê ya di navbera 5-7ê Gulanê de, ew bi rojan e tê gotin ku wê komeke gerîlayên azadiyê çekên xwe bişewitînin. Armanc pêşvebirina pêvajoyê û nîşandana jidiliya têkildarî pêvajoyê ye. Lê belê zimanê tedbîran hê jî serdest e; ‘’Ji bo berdewamkirina vêpêngavê divê dewlet jî li ser zemîna yasayî pêngavên hiqûqî biavêje.’’ Em jî weke Çapemeniya Azad ji bo şopandina geşedanan beriya rojan hetin bajarê Silêmaniyê. Li vir heyet ku ji çar aliyên cîhanê hatiye wê vêpêngavê bişopîne. Em ê jî li gel van kesan geşedanan bişopînin û ragihînin raya giştî…

Em duh hatin otêla bi navê Asûr ya li rex Gola Dûkanê. Me got; ‘Sibehîrojeke dîrokî ye ûe mê zûşiyar bin’ û em derbasî odeyên xwe bûn. Me dixwest em bêhna xwe vedin lê belê xew jî nakeve çavan, zehmet e. Emdizanin li çiyayên ku ji baceyan xuya dikin,amadekariyên mezin hene û kelecana wê parve dikin. Hema bibêje dem naherike û xwe bi xwe dibêjim; ‘Gelo ez ê sibehî bikaribim mîkrofona xwe dirêjî gerîlayekî\e beşdarî merasîmê dibe, bikim? Ger derfet çêbibe ez ê çi jê bipirsim? Û çavên xwe digirim. Piştî demeke kurt beriya alarmê hê zû hişyar dibim. Li lobîya otêlên li gel hevalên kedkarên çapemeniyê kom dibin.

Ji aliyekî ve jî bi hevalên ku ji Bakurê Kurdistanê bi rê ketine û beriya şevekê gihîştine Hewlê re hevdîtinan pêk tînin. Ew jî hê zû bi rê ketine û berê xwe dane qada merasîmê.

Ji çar aliyên cîhanê herikîn

Ji ber îhtîmala sabotajê em nizanin bê ka merasîm wê li ku û çawa were lidarxistin. Em dipirsin lê belê bersiva vê yekê nayê dayîn, herî dawiyê me biryar da ku êdî em nepirsin û em li benda birêketinê man. Cara ewil e ku ez ji bo rêwiyeteke ku nizanim ber bi ku ve ye, ev qasî kelecan dibim. Li ser pêşniyara hevalekî xwe yê jê hez dikim,ji bo ku beriya konvoya protokolê xwe bigihînin qada merasîmê biryar da ku bi zû bi rê bikevin. Plakaya wesayiya me beriya niha ji rayedaran re hatiye ragihandin, di rê û derbasbûna qada merasîmê wê tu pirsgirêk dernekevin. Çenteyên me li pişta me, me berê xwe da wesayita xwe lê belê li ber deriyê otêlê em rastî surprîzekê hatin. Bi dehan kedkarên çapemeniya ji çar aliyên cîhanê, bi sedan wesayît û qerebalixa zêde rêya ku ber bi deriyê otêlê ve diçe bi temamî girtine. Em bi sedan wesayîtan di rêyeke teng de asê man, derketin ne pêkan e! Me dubare berê xwe da otêlê. Me biryar da ku li gel protokolê bi rê kevin û li benda protoko lêman.

Dawiyê em bi rê ketin

Dema ku em li lobiya otêlê disekinîn, li gel dengekî bikelecan ku got: ‘’Em bi rê dikevin’’ em jî ji cihê xwe rabûn û bi rê ketin. Em dubare ji otêlê derdikevin lê belê vê carê jî li ber deriyê otêlê careke din matmayî dimînin. Bi 54 wesayitên mezin li ber derîyê otêlê konvoyek hatiye çêkirin. Hemû nû hatibûn kirîn, plakayên wan tune ne û ji camên wan nava wan xuya nake. Rengê westiyam hemûyan spî bû ku bi min ji ber wate û girîngiya rojê ev reng hatibû hilbijartin. Ji ber ku spî sembola aşitiyê ye. Em li herêma Raperînê ne, organîzasyon bi mazûvaniya YNK’ê tê lidarxistin. Reqabeta di navbera YNK û PDK’ê de jî xwe nîşan dide. Reqabeta; ‘Wê kî baştir qedrê mêvanên xwe bigire yan jî bi şemldar wan pêşwazî bike.’

Axirî îro ji bo Kurdan rojeke dîrokî ye… Em bibêjin; ‘Ji bo destkeftiyên Kurdan di nava reqabetê de ne.’ Em li wesayitan siwar dibin, serê wesayitekê du kes… Li cem min hevalekî rojnameger heye û ji ber protokolê û derbasî dawiya wesayitê dibin. Her tişt weke sehneyeke filmekî ye. Dawiyê konvoy bi rê ket. Ji rêya ku me beriya niha ceriband, bi rê dikevin. Qerebalix zêde bûye lê belê ji ber ku Asayîşa YNK’ê rê vekiriye, em dikarin bi rê kevin. Min cama wesayitê heya niviyê daxistiye, germahiya hewayê û anonsên bi dehan rojnamevanan li rûyê min dikevin. ‘Roja dîrokî… Konvoy bi rê ket.. Çûna ber bi qada merasîmê ve dest pê kir.’ Mejiyê min anonsên amûrên şerê taybet hildibijêre, lê hewl didim nebihîzim. Hemû rê ji bo me hatine girtin, em bi rehetî pêş dikevin.

Em ber bi çiya ve diçin

Hevalê min Soranî jî dizane. Li gel YNK’yiyê wesatiyê diajo, suhbetê dike. Min got ya reqabet, zû bi zû berawirdkirina Silêmaniyê û Hewlêrê tê kirin. Dubarekirina tê zanîn; ‘Hewlêr weke Dûbaiyê ye, Silêmanî jî weke Ameda salên 90’î otantîktir û rasteqîntir…’ Kelecana rê berdewam dike. Di rêya ber ji Dûkanê ber bi Silêmaniyê ve konvoya me ya mezin berê xwe dide aliyê çepê. Li gorî rêya di navbera Dûkan û Silêmaniyê ya hinekî baş, em ketin reyekî hinekî xirab. Em her ku diçin bilindahî zêde dibe, asfalt xirabtir dibe, vîrajên rê zêdetir dibin û li şûna girên biçûk raz û çiyayên mezin pêşwaziya me dikin. Di tevahiya rê de her du aliyên rê yekîneyên girêdayî Asayîşa YNK’ê, tîmên ewlehiya taybet tedbîr girine û rêya me berdewam dike. Hemû gir, her kevirek û her darek weke ku êşa bêstatuya 100 salî di xwe de dihewînin. Lê belê têkoşîna 50 salên vê dawiyê wateyeke nû daye vê erdnigariyê: Hêvî! Em jî di nava hestên cuda de ne bipîvan, çakbîn, hêvî û xemgîni…???

Haya me ji saetê nîne lê belê piştî 15-20 deqeyên rêya bivîraj û me rêya Gundê Kanî Xan a biasfalt qedand em ketin rêyeke ax. Em konvoya ji 50 wesayitên reş a li aliyê rastê yê rêyê dibînin. Erê hatine, em heyeta ku ji Bakurê Kurdistanê hatiye dibînin. Bi vî awayî me fêm kir ji qada merasîmê re çend kîlometre mane. Dema ku min bala xwe dayê bê ka di wesayitên reş de kî heye û kî tune ye ji vîraja li pêşiya me konvoya Hewlêrê winda dibe. Ew jî li pişt me ne. Piştî wê vîrajê êdî qada merasîmê tê xuyakirin. Lecana me careke din zêdetir dibe û em nêzî platform ekraneke mezin û konekî spî dibin. Em dadikevin qadê. Dema em ji nuqteya kontrolê derbas dibin em telefon û komputerên xwe li vir dihêlin. Edî em ê bi tenê dîmenên çavên xwe û notên mejiyê xwe şahidiya dîrokê bikin.

Qada merasîmê bi taybetî hatiye bijartin

Di vê dîrokê de Şikefta Caseneyê ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Çima? Li hemberî gefên Ingilîzan ên êrîşê, Şêx Mehmûd Hafid gel veguhestiyê vê herêmê. Piştre di şikeftê de Rojnameya Bangî Heq hatiye çapkirin ku ji ber vê yekê di heman demê de jêre ‘’Şikefta Çapemeniyê’’ jî tê gotin. Dibe ku qada merasîmê ji ber vê yekê bi taybetî hatibe hilbijartin.

Em hê jî şikeftê nabînin (min jî nedizanî ku em ê piştre bibînin) çimkî koma gerîlayan ya wêçekên xwe îmha bike li vir disekine. Li derdora şikeftê tedbîrên ewlehiyê yên bilind hatine girtin. Em qada 150-200 gavan dûrî şifetê rûniştine. Hewa zêdetirî 45 dereyan germ e û li her di aliyên konî ji bo mêvanan klîma hatine danîn. Dema em ji kanî derbas bûn, li aliyêçepê platforma ku wê gerîla li ser daxuyaniyê bidin û li hemberî wan jî konekî biçûktir yê ji bo protokolê hatiye amadekirin, heye. Yanî em li cihê xwe hem platforma ku wê gerîla li ser daxuyaniyê bidin û hem jî konê platformê dibînin.

Me jî cihê xwe girt. Kesên ku li welatê xwe weke penaberan dijîn, ninerên saziyên civakî, rojnamevan, nivîskar û Dayikên Aşitiyê hene. Barê şer û pevçûnan dane ser milên xwe û hatine. Ji ber wê yekê ev merasîmê di heman demê de kesên ji ber sirgûnê bi salan e hevdu nedîtine tîne li ba hev. Hemû kes hem ji hev têr dibe û hem jî bi kelecaneke mezin li benda merasîmê ye. Ev hesret li gel têkoşîna bi salan di vê merasîmê de li ser navê aşitiyê wateyekê bi dest dixe.

Atmosfera li konê protokolê hinekîdin cudatir e… Endamên MÎT’ê, leşkerên cil û bergên sivîl li xwe kirine, heyeta ji derveyî welêt hatiye û rêveberên DEM Partiyê di konê din de rûniştine. Lı aliyê çepê yê protokolê jî ji bo şewitandina çekan qazaneke mezin hatiye danîn.

Li aliyê çepê yê têketina qada merasîmê wesayîteke weşana zindî ku nikare weşana zindî bike heye. Kamera, kameravan û wênegir her tişt amade ye lê belê weşana zindî qedexe ye. Merasîm wê were tomarkirin û piştre dîmen ji hemû cîhanê re werin ragihandin. Gelek kes ji bo çareseriya krîzên ku rû didin jî hewl didin ku ew jî xwe nîşan didin. tevî hemû tiştan jî merasîm bi hesasiyet û fedekariyeke mezin berdewam dike.

Pıştî ku me jîcihê xwe girt piştî demeke kurt anons hatin kirin ku girtina dîmenan û berzkirina dirûşmeyan qedexe ye. Di vê navberê de hin kes dikevin şikeftê û derdikevin. Amadekariyên dawiyê tên kirtin, hee kes mereq dike ku wê kî ewilî ji derenceyan dakeva. Tam di wê kêliyê de li ser barkovîzyoma mezin wêneyê Rêber Apo xuya dike. Û em pê hesiyan ku wê bisteke din merasîm dest pê bike û em ê bizanibin bê ka wê kî cara ewil dakeve.

Yekbûna ruhê hevpar

Û piştî deh deqeyan berê hemû kesî li serê derenceyan bû ku yek ji berdevka Koma Aşitî û Civaka Demokratîk wê were îlankirin Besê Hozat xuya kir. Bêdengiyeke mezin serdest bû û bala her kesî li ser wê kêliyê bû. Nîşaneya yekbûna ruhê hevpar ya li gel bedenê û berxwedêriya têkoşîna hebûnê ya herî şênber bû. Ev temaşekirina bibaldarî û bêdeng, dema gihîşt derenceya dawîn dengê çepik, dirûşme û tîlîliyan bilind bû. Pêşiya koma gerîlayan Besê Hozat û li pişt Behzat Çarçel, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş. 15 jê jin û 15 jîjê mêr 30 gerîla li gel çekên xwe yên cuda daketin qadê. Li ser platformê 4 sendelî hene, berdevkên komê Besê Hozat, Behzat Çarçel, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş cihê xwe girtin. 26 gerîlayên din jî li pişt wan cihê xwe girtin.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Em îro girêdayî banga Rêber Apo ji bo nîşandana helwesta xwe û dayîna daxuyaniyekê hatine vir.’’ Tirkiya daxuyaniyê ji aliyê Besê Hozat ve û Kurdiya wê jî ji aliyê Behzat Çarçel ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê bêdengiyeke din çêbû û piştre Besê Hozat diyar kir ku ji bo pêşketina vê pêvajoyê divê pêngavên hiqûqî û yasayî werin avêtin. Û piştre çeka xwe hilda, rabû ser piyan û di nava wê bêdengiyê de ber bi qada şewitandina çekan ve meşiya. Piştre hemû gerîlayan çek û rextên xwe bi baldarî di qazanê de bi cih kirin. Gerîlayên ku çekên xwe danîn li rex protokolê sekinîn. Gerîlaya dawîn jî çeka xwe danî.

Kêliya dihat payîn hat, Besê Hozat û Behzat Çarçel agir vêxistin û çek şewitandin. Agir di heman demê de ji bo Kurdan sembola vejînê ye. Peyan eşkere bû: ‘’Ev ne dawiyek e, destpêka vejîneke nû ye.’’ Piştî vêxistina agir besê Hozat û gerîlayên li rex disekinîn, hatin li ba hev. Kêliyeke biçûk li hev nêrîn, zivirîn û vegeriyan cihê ku lê hatin. Aliyekî wîçiya aliyê din deşt. Ev çûyîn di heman demê de ji yên mayî re azadî û hevpariya têkoşîna aşitiyê hişt.

Piştre heya gerîla hemû çûn dirûşme hatin berzkirin û dengê tîlîliyan bilind bû. Anons hate kirin ku merasîm bi dawî bûye. Em bi şens bûn. Daxwaza me ya bi rojan ya ji roportajê hate erêkirin. Yanî ez ê Şikefta Caseneyê û gerîlayên li wir bibînim.Hemû kes qada merasîmê diterikîne lê belê em ji bo hevdîtina li gel gerîlayên ku çekên xwe şewitandine, tên sekinandin…