12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Lozanê heta îro êrîş didomin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Şeva 1’ê sibatê balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker bi awayekî hemwext, êrîşî Wargeha Penaberan a Mexmûr, Şengal û rojavayê Kurdistanê kirin. Bombebarana li Şengalê bi saetan berdewam kir û 21 dever hatin bombebarankirin. Li Mexmûrê jî Hêzên Parastina Cewherî hedef hatin girtin. Di êrîşa li dijî Rojava de jî dewleta dagirker gundê Teqil Beqil ê Dêrikê kir hedef. Di van êrîşan de li gor daxuyaniyên hatine dayîn herî kêm 80 dever hatin bombabaran kirin. Di encama bombebaranan de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Piştî bihîstina êrîşê li welat û derveyî welat ji gelek aliyên cuda peyamên nerazîbûnê hatin dayîn û ev êrîş bi tundî hatin şermezar kirin. Bêguman ev êrîş ne ya despêkê û ne jî wê ya dawî be. Lê di van êrîşên bêyom de tişta ku bala mirov dikşîne êrîşên hemxwet in. Bi vê êrîşê dewleta dagirker li gor peymanên navneteweyî careke din serweriya axa Iraqê û Sûriyeyê binpê kir.

Ev êrîşa ku li ber çavê cîhanê pêk hat û di encamê de sivîlan jiyana xwe ji dest dan, di qada navneteweyî de weke bûyereke ji rêzê hat dîtin. Bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî ya li dijî vê êrîşê, plangeriya li ser îradeya kurdê azad hatiye kirin radixe ber çavan. Wisa diyar e ku di vê planê de rola celad dane Tirkiyeyê. Hin hêzên herêmê jî wekî xulam xistine bin fermana Tirkiyeyê. Yek ji van hêzan jî PDK’ye.

Piştî vê êrîşa hovane çûyîna Neçîrvan Barzanî ya Enqerê nîqaşên destê îxanetê ya di êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava de xurtir kirin. Di roja ku Neçîrvan û Erdogan li ber kamerayan poz didan, gel şehîdên xwe dispartin axê. Di merasîman de biryardariya gel ya li dijî îxanetê û êrîşan peyama herî xurt û bi wate bû.

Lê tişta girîng armanc û plangeriya van êrîşa ye. Ev êrîş li ser çi armancê hatin bi pêş xistin û ji aliyê kê ve hatin plankirin? Wisa diyar e ku dewleta tirk bi têkçûna DAIŞ’ê ya li herêma Hesekê careke din xwest xwe bi hin hêzan bide qebûlkirin.

Li ser vê beriya êrîşê roja 23’yê çileyê sefîrê tirk ê li Bexdayê Alî Riza Guney li gel Serok Wezîrê Iraqê Mistafa Kazimî hevdîtinek kir. Rayedarên tirk li Hewlerê li gel rêveberiya PDK’ê rûniştin. Di şeva ku êrîş pêk hatî de Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amarîkayê Jake Sullivan re axivî. Jixwe di her kêliyê de şefê rejîma dîktator bêtehmuliya xwe ya li dijî Rojava, Şengal û Mexmûrê tîne ziman. Lewma wek di vê trafîka dîplomasiyê de jî derdikeve holê, ji bo vê êrîşê xebatek berfireh dane meşandin.
Lê divê baş bê zanîn ku di vê êrîşê de rola sereke ya koalîsyona hêzên navneteweyî ye. Her çendî ev koalîsyon xwe alîgirê kurda dide nîşandan jî di bingeha xwe de ji ber têgehên ku li ser hatiye avakirin li dijî destkeftiyên gelê kurd in. Lewma li gel Amarîka û Tirkiyeyê hemû hêzên di nava koalîsyonê de cih digrin ji ber vê berpirsyar in.

Bêguman rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo di sedsaliya damezarandina Komara Tirkiyeyê de li herêmê gibihêjin armancên xwe çi ji destê wan tê dikin. Dewleta tirk ya ku sedsal berê li ser înkara kurda hatibû avakirin, bi polîtîkayên hîn dijwartir û qirker hebûna kurdan înkar dike. Ev înkar êdî ne li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê tenê, belavî hemû Kurdistanê kiriye. Li Rojava, Şengal û Mexmûrê êrîşên li dijî destkeftiyên gelê kurd bi vê polîkaya înkar û îmhayê ve girêdayî ye.

Hêzên navneteweyî û herêmê çawa ku beriya sed sal berê rê ji qirkirina kurdan re vekirin bi heman têgehê îro jî piştgiriya dewleta tirk a dagirker dikin. Înkara li ser hebûna kurdan hîn di qada navneteweyî de dewam dike. Hêzên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê spasiya kurdan dikirin, îro li hemberî van êrîşan kurda ji nedîtî ve tên.

Di cewher de, ne mimkune ku mirov bikaribe van êrîşên dewleta tirk a dagirker di mijarekê tenê de binirxîne. Gelek aliyên van êrîşan hene ku dengeyên siyasî yên herêmê eleqedar dikin. Dewleta tirk li gor van dengeyên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine avakirin êrîş dike. Hêzên ku li herêmê pêşiyê li van êrîşan vedikin berpirsyarê rijandina xwîna kurdan e.
Lewma êrîşên dewleta tirk ne pirsgirêkek herêmî, pirsgirêkek navneteweyî ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê her çendî gelê kurd bi hemû pêkhateyên xwe di nava têkoşîneke xurt de be jî divê hêzên navneteweyî jî li gor erk û berpirsyariyên xwe tevbigerin da ku pêşî li van êrîşan bê girtin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê