12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Londonê bang kirin: Em ê Rêber Apo azad bikin

Saziyên Kurdistanî û dostên Kurdan li Londonê kom bûn û gotin: "Em bi hêza xwe ya rêxistinî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin."

Saziyên Kurdistanî û dostên Kurdan li Londonê kom bûn û gotin: “Em bi hêza xwe ya rêxistinî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin.”Saziyên Kurdistanî û tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyî di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ li Londonê daxuyanî dan. Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nûnerê Tevgera Goran û Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û Nûnerê Brîtanyayê yê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê Mahmût Yoldaş tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak diyar kir ku heta serxistina pêngava azadiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin wiha got: “Heta ku Serok Apo azad nebe aştî nayê Rojhilata Navîn. Fikrên wî dikare çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd pêk bîne. Ev yek jî wê aştiyê li Rojhilata Navîn bi cih bike.”

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Seyît Sûrûç jî daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Pergala tecrîd û îşkenceyê ji bo tinekirina hişmendiya Kurdên azad pêk tê. Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, bi taybetî jî ji bo Kurdan paradîgmayeke aştiyane û wekhev ava kir û ji bo vê yekê jî her roj têdikoşe. Ev têkoşîn ji bo Kurdîtiya azad e. Ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bingeha azadiya gelan û doza neteweya demokratîk e.”

Sûrûç anî ziman ku li gelek herêmên Brîtanyayê gelek tevgerên sendîka û siyasî piştgiriyê didin pêngavê û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd û dostên wan di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de israr dikin. Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî re ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, gelê Kurd ji bo xwedîderketina li berxwedana Rêbertî û misogerkirina azadiya wî li hev kom dibe. Berxwedan bi rengên cuda dewam dike. Weke Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin: Di kampanya sala duyemîn de bi rengekî çalak tevlî bibin. Em bi hêza xwe ya rêxistinî dîwarên Îmraliyê hilweşînin, Rêber Apo azad bikin.”

Piştî axaftina beşdaran civîna çapemeniyê bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.