Di serdema ku Rojnameya Kurdistanê dest bi weşana xwe kir de li Rojhilata Navîn û Cîhanê konjektora siyasî diguherî. Rêveçûn û hevsengiyên heyî nedikarî xwe li pêşberî herikîna dîrokê û êrîşên serdestan bigirin. Bêguman gelê Kurd jî ji van êrîş û hefsenyên ku serobin dibûn para xwe digirtin. Împaratoriya Osmanî ya ku roj bi roj hêza xwe winda dikir li ser erdnîgariya Kurdistanê serdestiya xwe diparast û hewl da ku mîrekiyên Kurdan tune bike. Di encamê de li dijî vê serdestiyê li Kurdistanê serdema serhildanan dest pê dike. Kurd ji vê rewşê qet ne razî ne û serdestiya Osmaniyan qebûl nakin. Li dijî zext, tundî û girtina bacan di asta eşîrî de Kurd dest bi serîhildan û raperînan dikin.
Ji serhildana destpêkê ya di sala 1806an de ya bi Abdurrehman Babanzadeyan dest pê kir û heta roja me ya îro bi çûk û mezin bi dehan serhildan pêşket. Lê mixabin serhildanên Kurdan bi têkçûnê bi dawî dibin. Pêşengên serhildanan û yan dihatin kuştin an jî mişextkirin. Yek ji van serhilanan û bi mijara me ve eleqedar serhildana Bedirxaniyan e ku pêwîste em bi bîr bixin û mijara xwe bidomînin.
Ji sedsala 16an û vir ve
Serhildana Bedirxaniyan a ku di meha Hezîranê ya sala 1841an de dest pê kir û di Tîrmeha 1847an de bi têkçûnê encam bû di dîroka Kurdisanê de yek ji serhilanên herî girîng bûn. Armanca Serhildanê ew bû ku pêşî li siyaset û polîtîkyên Împaratoriya Osmaniyan ên li ser Kurdan bigire. Lewre ji sedsala 16an û vir ve Osmanî ketibûn nav tevgera tunekirina otonomiya Kurdistanê. Lê bi têkçûna serhildana Bedirxaniyan a di Tîrmeha 1847an de dagirkeriya Kurdistan a ji aliyê Osmaniyan ve kûrtir bû.
Malbata Bedirxaniyan jî yek ji wan bû piştî têkçûna serhildana Bedirxaniyan a di sala 1847an de ji Cizîra Botan mişextî Stenbolê bûbû. Lê dest ji têkoşînê bernedan û bi rêbazên cûda xwestin zordariya li ser gelê Kurd ragihînin û gelê Kurd şiyar bikin. Belê di rewşeke wiha de ji rewşenbîrên malbata Bedirxaniyan wekî xebateke rêxistinî dest bi xebatên çapemenî û weşangeriyê dikin.
Neviyên Bedirxan êdî di qadên ragihandinê de dixwazin gelê Kurd şiyar bikin û têkşîna doza Kurd pêş bixin. Li ser vê bingehê bi pêşengiya Mîqdat Mithat Bedirhan di 22yê Nîsana 1898an de yekem rojnameya bi navê “Kurdistan”ê li Qahîreya Misrê dest bi weşanê dike. Daxwazên wan ew e ku Kurd ronî bibin û cîhanê nas bikin. Rojname cih dide zext û bacên li ser Kurdan. Gelê Kurd jî ji derketina rojnameyê kêfxweş e û xwedî lê derdikevin. Wê demê jî wekî piştî serdema Komara Tirkiyeyê û bi taybetî jî salên 90î zext û tundî li ser Rojnameya Kurdistanê û xwînerên wê yên Kurd hene. Tê gotin ku dewlet pêşiya xwendina rojnameyan digire û kesên rojname dixwînin ceza dike. Lê tevî her tiştî jî xwînerên rojnameyê piştgiriyê didinê. Ji vê yekê em têdigihên ku gelê Kurd xwedî li Rojnameya Kurdistanê derdikevin û wê hembêz dikin.
Xebatên azadiya gel
Rojnameya Kurdistanê ya ku di 22yê Nîsana 1898an de dest bi weşana xwe kir bi demê re ji ber sextên Osmaniyan neçar ma ku li Cenevre, London û Folkestoneyê weşana xwe bidomîne. Lê belê temenê Rojnameya Kurdistanê 4 sal e û bi giştî 31 hejmaran dertê û di 14ê Nîsan 1902yan de dawî li weşana wê tê. Rojnameya ku ji aliyê Osmaniyan ve hatibû qedexekirin, bi nepenî li Kurdistanê dihat belavkirin. Lê belê ev dibe binge ji Rojnamegeriay Kurdî ku îro em li ser wê kevneşopiyê têkoşîna doza Kurdî radigihînin. Ji lewre jî armanca Rojnameya Kurdistanê pîroz e û ji bo me gelekî girîng û dîrokî ye. Em wekî Çapemeniya Azad li ser wê bingha ku Rojnameya Kurdistanê ya Mîqdat Mîthat Bedirxan ji me re ava kiriye kar û xebatê doza azadiya gelê Kurd û Kurdistanê dimeşînin.
Mirov dikare bêje dawiya serdema Împaratoriya Osmanî û ji salên destpêkê yên Komara Tirkiyey û heta niha ev zêdetîrî sed salî ye ku gelê Kurd di bin tundiyeke mizin de ye. Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê û pergala netewedewletî êdî înkara Kurdan dest pê dike. Medrese dihatin girtin û Kurdî dihat qedexekirin. Xebata bi Kurdî zehmetir dibû. Li hemberî zilmê serhildanên Koçgirî, Şêxseîd, Agirî û Dêrsimê pêş ketin. Ev serhildan jî bi têkçûnê encam bûn. Wekî berdewamiya Osmaniyan dewleta Tirk jî dest bi tepisandina serhildan û raperînên Kurdan kiribû. Pêşengên serhildanan dihatin darvekirin û mişextin. Di vî warî de komara Tirkiyeyê qutbûna ji kevneşopiya Osmanî nîşan dida. Ji ber ku osmaniyan bi kêmanî gelê Kurd nas dikirin, lê hewl didan ku wan bi desthilatdariya navendî di bin kontrola xwe de bihêlin. Li aliyekî polîtîkayên red û înkarê, li aliyê din jî qirkirineke fîzîkî li ser gelê Kurd hebû. Lê li dijî van polîtîkayan jî nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi bexabên kovarkerî û rojnamegeriyê hewildidan ku bibin dengê gelê xwe.
Mirov dikare bêje Serhildana Agrî di nav serhildanên Kurdan de ya herî rêxistinkirî ya siyasî bû. Her wiha bi mijar me ve jî girêdayî di wê serdema serhildana Agirî de rojnameya bi navê “Agirî” tê weşandin. Bi taybejî ji bo şervanên Kurd ev weşan gelekî girîng bû. Heke mirov di dîroka çapemeniya Kurdî de cih nede vê rojnameyê bawerim dê aliyekî wê kêm bimîn e.
Belê ji Rojnameya Kurdistanê heta niha bi sedan rojname, kovar, radyo, tv û hwd. weşanên Kurdî dibe dengê gelê Kurd. Em dixwazin li vê derê bi kurtasî çend weşanên Kurdî yên ku mohra xwe li dîrokê xistine bi bîr bixin.
Hawara Kurdan!
Dîsa di wê serdemê de Celadet Alî Bedirxan (biraziyê Mîthat Bedirxan) li ser xebatên ziman û çandê radiweste. Di warê ziman de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve mirov dikare bêje Şoreşa Zimanê Kurdî pêktê. Lewre cara yekemîn bi alfabeya latînî û bi derxistina Kovara Hawarê weşangerî dihat kirin. Kovara Hawarê ya di 15 Gulana 1932an de li paytexta Suriyeyê Şamê bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan tê derxistin dibe bingeha alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî. Hawar heta sala 1943yan weşana xwe didomîne û bi giştî 57 hejmar derdikeve.
Kovara Ronahî
Her wiha Kovara Hawarê bi alîkariya Fransiyan di sala 1940î de Kovara Ronahî derdixe, di kovarê de piranî nûçeyên şer cih digirt. Di nav rojnameyên Kurdî de di warê rojnamegeriyê de yekemîn kovar e. Hawar di sala 1943yan de hat girtin, Ronahî heta 1945an dewam kir.
Riya Teze
Rojnameya Riya Teze yek ji wan rojnameyane ku di dîroka weşangerîya Kurdî de herî dirêj weşan kiriye. Riya Teze di sala 1930î de li Erîvanê dest bi weşana xwe dike. Ev rojname jî di sala 1937an de ji ber xebatên xwe yên Kurdî ji aliyê Rêveberiya Stalîn tê girtin û di sala di sala 1955an de careke din dest bi weşana xwe dike. Rojnameya Riya Teze bi giranî li ser çand, ziman, wêje û foklora Kurdî xebatên xwe dikrir û ji ber şer û mercên aborî di sala 2003yan de dawî li weşana xwe tîne.
Dîsa yek ji weşana sereke ya Kurdî jî ku li Erîvanê weşanê dike jî Radyoya Erîvanê ye. Di sala 1955an de di radyoyê de beşa Kurdî vedibe û ev radyo hema bêje li seranserê Kurdistanê tê guhdarîkirin. Gelê Kurd bi saya stran û kilamên di vê radyoyê de dihat strîn hay ji çand, ziman, dîrok, wêje û serpêhatiyên xwe dibû.
Serdema Çapemeniya Azad
Belê dîrok dirêj e û weşanên Kurdî jî li ser rêça Kurdistanê dimeşe. Dema em li salên 70yî dinêrin û bi taybetî jî piştî avbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî çapmenî xwe zêdetir xurt dike û ji aliyê gelê ver rastî eleqeyek mezin a pêbaweriyê tê. Heke bi kurtasî mirov behsa van weşanan bike;
Di sala 1979an de “Serxwebûn” dest bi weşana xwe dike. Serxwebûn di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo xebatên rêxistinî û şoreşê cihekî taybet digire. Bi nivîs, perspektîf û mijarên li ser gelê Kurd û Kurdistanê hişmendiyeke kurdewar û rêxistinî da avakikirin. Weşanên Serxwebûnê hêj jî didomin û ji bo her kesên ku di nav xebatên azadiya Kurdistanê de ye gelekî girîng e.
Di sala 1980ê de vê carê bi pêşengiya Mazlûm Dogan Kovara “Hawar” li Zindana Amdê dest bi weşana xwe dike. Tevahiya kovar bi destan tê nivîsîn û hêj jî ev Kovara Hawarê li Zindana Amedê ji aliyê girtiyên siyasî yên ji doza Azadiya Kurdistanê girtîne ji sê mehan carekê dertê. Ev kovar di heman demê de yekemîn weşana ku li zindanê dertê ye.
Di sala 1990î de “Halk Gerçegi” yekem car li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Di heman selê de “Yenî Ulke” derketê, xwediyê wê Serhat Bucak e. Huseyîn Aykol, Gunay Aslan, Ozkan Kiliç, Mehmet Aktaş, Mehmet Uzun hin ji nivîskarên vê rojnameyê ne. Rojnameya Yenî Ulkeyê dibe yek ji rojnameyên ku têkoşîna gelê Kurd ragihîne û kiryarên dewletê yên li ser gel teşîr bike.
Yek ji kovara ku em bi bîr bixin jî Kovar “Ozgur Halk” e. Di sala 1990 de, “Ozgur Halk” dest bi weşana xwe kir. Ev kovar ji ligel ku bi dehan caran hat giritin bi navên cuda weşana xwe domand û ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kovarek girîng e.
Di sala 1992’an de bi navê “Ciwanên Welatparêzên Şoreşger” heftenameyek ji bo ciwanan derket. Ev kovar jî bi dehan caran hat girtin lê bi navên cuda xebatên xwe domand.
Li aliyê din di sala 1992an de Rojnameya Yeni Ulke bi navê “Ozgur Gundem” derket. Xwediyê wê Yaşar Kaya û Sernivîskarê wê Ragip Duran e. Di vê heyamê de cînayetên kiryar nediyar pêk tên. Serdema êrîşên dijwar e. Ozgur Gundem tê girtin.
Di sala 1994an de “Ozgur Ulke” dest bi weşana xwe kir. Xeteke wê ya pir zelal, pir radîkal hebû. Rojname di 3ê Kanûna 1994an de hat bombekirin û yek ji xebatkarên wê Ersîn Yildiz şehîd ket. Tevî vê yekê jî rojnameyê weşana xwe domand. Li aliyê din ji ber zext, tundî, girtinan mirov dikare bêje bi dehan kovar û rojname hatin girtin û li şûna wan yên nû vebûn. Hin ji van ku em li vê derê rêz bikin navê wan wiha ne; “Yenî Polîtîka” Yenikapi’ “Demokrasî” “Ulkede Gundem”, “Ozgur Bakis”,”Yenî Gundem” “Yedîncî Gundem”, “Yenîden Ozgur Gundem”, “Demokrasî” û “Yenî Yaşam”.
Rojnameya Welat…
Ligel kovar û rojnameyên kurdî yên bi zimanê Tirkî di di 22yê Sibata 1992yan de Rojnameya Welat dest bi weşanê dike. Bi Rojnameya Welat a xwerû bi zimanê Kurdî re êdî rewşa rojnamegeriya Kurdî diguhere û wekî ronesansa Rojnamegeriya Kurdî mirov dikare pênase bike. Xwediyê wê Zubeyir Aydar e. Rastiya ku bi tevahî bi kurdî ye, deng veda. Hejmara yekem 20 hezar heb hat firotin. Lê belê piştî 115 hejmaran hat girtin. Bi girtina Rojnameya Welat re rojnameya “Welatê Me” û bi girtina Rojnameya Welatê Me re jî Rojnameya Azadîya Welat di sala 1996an de dest bi weşanê kir.
Rojnameya Azadiya Welat a ku heftane weşanê dike di 15ê Tebaxa 2006an de dibe rojane. Lê di vê navberê de jî gelek caran rojname hatiye girtin. Her carê bi navên cûda weşana xwe didomîn e. Li ser kevneşopiya Rojnameya Kurdistanê û Rojnameya Welat îro bi navê Rojnameya Xwebûnê weşana Kurdî dike û dibe dengê gelê Kurd.
Medyaya Kurdî
Rojnamegeriya Kurdî ligel weşanên rojname û kavarên Kurdî di warê weşangeriya dijîtal ên wekî Tv, Radiyo, ajans û malperên ragihandinê de jî gaveke mezin avêjt. Bi taybetî jî Med TV ku di 30ê Adara 1995an de li Londonê hat damezrandin û yekemîn kanala televizyonê ya Kurdî ye ku bi rêya satelîtê ji Ewropayê weşanê dike. Lê belê Med TV jî ligel ku li diyasporayê weşanê dike jî ji ber zext û tundiya Dewleta Tirkiye tê girtin. Destûra weşanê ya kanalê di 23ê Nîsana 1999an de li ser daxwaza fermî ya Tirkiyeyê ji aliyê Brîtanyayê ve hat betalkirin. Bi girtina Med TVyê re Medya TVyê dest bi weşana xwe kiribû. Lê belê Medya TV jî di sala 2004 de ji aliyê rayedarên Fransî ve hat girtin. Roj TV ku di heman salê de li Danîmarkayê dest bi weşanê kir, li şûna Medya TV hat avakirin. Roj TV jî di sala 2013yan de piştî zextên giran ên Tirkiyeyê û biryarên dadgehên Danîmarka û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku propagandaya PKKê dike, hat girtin. Piştî girtina Roj TVyê jî Med Nûçe weşan domand û niha bi Medya Haber û Stêrk TVyê weşanên Kurdî yên li ser televîzyonê didomin.
Ajansên Kurdî
Piştî kovar, rojname û televîzyonan em dibînin ku di warê ajansan de jî sazîbûna rojnamegeriya Kurdî pêş dikeve û rojana hêza xwe mezin dike. Di 4ê Nîsana 2002yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) ava dibe û di demek kin de li bajarên Bakur û metrepolên Tirkiyeyê tora xwe ya nûçeyan berfireh dike. DÎHA jî di sala 2016an de tê girtin û li şûna wê DÎHABER ava dibe. DÎHABER jî tê girtin vê carê bi Ajansa Mezopotamyayê weşana xwe didomîn e.
Piştre jî Ajansa Nûçeyan a Firatê – (ANF), 2005an de dest bi weşana xwe dike û bi hewl dide ku li tevahiya Kurdistan, diyaspora û cîhanê bibe çav û guhê gelê Kurd û Doza Azadiya Kurdistanê.
Em dinêrin ku di 8ê Adara 2012an de Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) ku ajanseke nûçeyan a navenda wê li Amedê ye tê damezrandin. JINHA, yekemîn ajansa nûçeyan a ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi xebatkarên jin xebat û têkoşîna jinê pêş dixe. JINHA jî di sala 2016an de tê girtin û li şûna wê Şûjin weşanê dike û pişît ku Şûjin jî tê girtin niha bi JinNewsê xebat û têkoşîna jinê ya di ragihandinê de didome.
Dîsa em dibînin ku bi heman rengî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1ê Adara 2013an de dest bi weşana xwe dike û bi taybetî jî li rojavayê Kurdistanê dibe dengê Şoreşa Rojava. ANHA jî gelek caran rastî êrîşên sîber ên dewlet Tirk tê. Di heman demê de gelek kedkarên wê di encama êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest didin.
Salek piştî ANHAyê vê carê di 2014an de em dibînin ku li başûrê Kurdistanê Ajansa Rojnewsê dest bi weşana xwe dike. Rojnews jî bi taybetî xebat û têkoşîna gelê Kurd ên li başûrê Kurdistanê radigihîn e. RojNews jî gelek caran rastî êrîşên dewlet Tirk tê kedkarên wê jî ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest didin.
Li vê derê em pêdivî dibînin ku wekî têbinî destnîşan bikin ku yek ji weşanên Kurdî ya li ser vê kok û kevneşopiyê zêde bûye Ajansa Welat e. Ajansa Welat di 27ê Mijdara 2024an de dest bi weşana xwe kir û yekem care ku ajanseke ku xwerû bi Kurdî weşanê dike ye. Bê guman wekî weşanên din kedkarên wê jî di şopandina nûçe û bûyeran de ji bo rasiyan ragihînin rastî êrîşan tên.
Bêguman ji derveyî van kovar, rojname, tv, ajans û hwd. bi sedan weşan hene ku em nikarin yek bi yek navên wan li vê derê rêz bikin. Lê armanca me ya ku ji bîrxistana van weşanana ew ku yên rasterast bi êrîş û tundiya dewleta Tirk ve rû bi rû mane. Her wiha van weşanana ku bi her tim ji ber polîtîkayên dewletê hatine girtin û rastî cezayan hatine. Bi dehan kedkarên vê Çapemeniya Azad hatine girtin û rastî cezayan hatine. Her wiha bi dehan kedkar, nivîskar û rojnamegerên vê Çapemeniya Azadin ku ji aliyê vê dewletê ve hatine kuştin. Ewqas zêde ye ku zehmete mirov di nivîseke wiha de cih bide wan. Lê bi minasebeta salvegera Rojnamegeriya Kurdî mexwest em vana bi bîr bixin û pê dakevin;
Tiştek ne guherî ye!
Wekî me anî ziman di serdema Osmaniyan de zext û zor li ser Rojnameya Kurdistanê hebû û di serdema Komara Tirkiyeyê de jî heman zext û tundî bi dawî nebûye. Dema em berê xwe didinê ji Rojnameya Kurdistanê heta niha bi dehan kovar û rojnameyên Kurdî hatine girtin, rojnameger û weşangerên Kurd, nivîskar û rewşenbîrên Kurd rastî kuştin, tundî, girtin û cezayan hatine. Lê belê ew têkoşîna bi vîn a ku di 22yê Nîsana 1898an de bi Rojnameye Kurdistanê hatiye destpêkirin, armanc û xeyalên pêşengên wê îro di Çapemeniya Azad de em dibînin. Wekî gel û netew em li dijî serdest û dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê kirine çar parçe têkoşînekê didin. Di her qadê de ev têkoşîn heye. Têkoşîna siyasî, nasnameyî, çandî, zimanî û bi giştî azadiya gel û erdnîgariya Kurdistanê tê dayîn. Yên ku vê têkoşînê dibîne, radigihîne û hişmendiyeke Kurdî û neteweyî dide avakirin û pêşve dixe çapemeniye. Ji Rojnameya Kurdistanê bigire heta niha çapemeniya Kurdî li ser vê hişmendî û bingehê xebatên xwe meşandiye. Çapemeniya Azad wekî duh, îro jî ji ber kar û xebatên xwe yên pîroz ên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê dike rastî êrîşên dewlet û desthilatiyê yên sîstematîk tê. Lê belê her kedkarekî Çapemeniya Azad di wê hişmendiya berpirsyariya xwe ya dîrokî ya ji bo azadiyê de ye. Lewma jî bi tu awayî gav şûnde navêje, ew ala û pênûsa têkoşînê ya Miqdat Mîthat Bedirxan, Apê Mûsa û Gurbeteliyan li erdê nahêlin.
Bila giyanê wan şad be
Bi taybetî jî li Tirkiye û Kurdistanê bi her awayî mafên gel û civakê tê binpêkirin û rastî tundiyeke mezin tê. Rojnameger jî li dijî vê neheqiyê bi wijanê xwe, bi kar û xebatên xwe hewil didin pêşî li vê rêveçûnê bigirin. Lê mixabin rojnamevan jî ji van tundî û rêrîşên li ser civakê para xwe digirin. Ji salên 90î ve ye bi dehan rojnameger ji ber zext, tûndî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk derxistine holê û ragihandine rastî êrîşan hatine, hatine girtin û di îşkenceyên giran re derbas bûne û hatine kuştin. Bi sedan rojnamevan di zindanan re derbasbûne û hêj jî rojnamevan tên giritin. Niha jî bi dehan rojnamevan di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de dîl tên girtin. Belê hevalên me yên girtî di warê wijan de gelekî rihet û serbilindin ku ji ber kar û xebatên ji bo azadiyê kirine û her wiha ku binpêkirina mafên mirovî ragihandine. Lê li aliyê din jî gelekî zehmet e ku çav û guhê civakê yanî rojnamevanek girtî be. Bi minasebeta salvegera 127emîn a Rojnameya Kurdistanê em hemû cangoriyên Kurdistanê û Şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzadarî bibîr tînim û dibêjim bila giyanê wan şad be ku îro bi hezaran canbexşanên doza azadiya Kurdistanê hene. Em jî wekî şopdarên doza wan bi tu awayî dev ji vê têkoşîna wan bernadin hetanî ku ev têkoşîn bi azadiyê encam bibe.