9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kurdî re statu

Ji milê serheda jorîn ji ber tirba Exmedê Xanî yê gorbuhişt dengek bilind bû. Xerîdarên vî qumaşî li ber tirba şêxê delal ji daxwazên me gişan re berdevkî kirin. Dewa statuyê ji bo zarê şîrîn Kurdî kirin

Her civak xwe bi ziman îfade dike. Li vê derê îfadekirin tenê bi axaftinê nabe ku were bisînorkirin. Xweîfadekirin bi rêya ziman tê wateya di nava civakê de veguhestina çand, dîrok, dab û nêrît û exlaqê.  Kurdên ku zimanê neolîtîkê diyariyê mirovahiyê kirin, di sedsala bihorî de zimanê wan jî hat qedexekirin. Bi ziman re zext û tehdeyeke mezin û dijwar li nasname, çand, dîrok, dab û nêrît û exlaqê civakê hat kirin.

Dêhna xwe bidinê heta wan çend salên dawîn jî axaftina bi Kurdî bi serê xwe têkoşîneke polîtîk bû. Destnîşankirina helwestekê bû. Pê re diviya te her cure tehde jî bida berçavê xwe. Herçî li nav sînorên Komara Tirkiyê Kurd weke hebûneke ontolojîk jî nedihatin qebûlkirin. Kurd li gorî nêrîna fermî ya dewletê “Tirkên Çiyayî” bûn. Zimanê wan tine bû.

Îroroj Kurd û Kurdî û Kurdistan bi hemû îhtîşama xwe vedigerîn ser hemd û hişê xwe. Vedigerin qada cemaveriyê, vedigerin dîrokê. Kurdên ku ji aliyê serdestan ve ji aliyê pergala bêrehm a cîhanî ve dihat xwestin ku ji dîrokê bên rakirin, bi ked, xwîn û xwêdanê vedigerin dîrokê. Dîroka xwe bi destê xwe dinivîsin. Zimanê xwe yê ku ji dema neolîtîkê heta roja îro anîne, îroroj dixwazin bi statuyekê biparêzin û pêş de bibin.

Em baş pê dizanin ku civakeke ku nikaribe xwe bi zimanê xwe îfade bike, nikare li ser piyan bimîne. Nikare bibe xwedan nasname, çand û dîrok, nikare bibe xwedan huner, felsefe û polîtîka, nikare bibe xwedan statu. Ji ber wê jî berî her tiştî ji ziman re statu divê. Statu ji aliyê civakê tê çêkirin. Madem Kurd jî li Tirkiyê pêkhateyeke eslî ye, hingê divê bi gihîştina vê serwextiyê li her qadê doza zimanê xwe bike. Ji malê heta ber deriyê hikûmatê, dema me ev dehw û doz meşand, ez yeqîn dikim ku em ê bigihîjin armanca xwe. Ev bangeke ji bo redkirin, ji bo wêderkirinê nîn e.  Lê divê em ji bîr nekin, zimanên ji xeynî zimanê me kiras û îşlikên rojane ne em li xwe dikin, ew ne ruh û bedena me ne.

Ji milê serheda jorîn ji ber tirba Exmedê Xanî yê gorbuhişt dengek bilind bû. Xerîdarên vî qumaşî li ber tirba şêxê delal ji daxwazên me gişan re berdevkî kirin. Dewa statuyê ji bo zarê şîrîn Kurdî kirin. Em jî heman daxwazê dikin. Ji bo ev ked, xwîn û xwedan badilhewa neçe, ji bo em paşerojê bi serfirazî û serbilindî pêşwazî bikin, dive em bi zimanê xwe hebin. Hebûn, çêbûn û xwebûna me bi zimanê me dibe. Em li benda sibê jî nemînin bi zimanê xwe bijîn ku em her hebin.