15 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji konferansa HDP’ê bang tevlêbûna Meşa Gemlîkê kirin

Rêxistina HDP’ê konferansa mkezin a 4’emîn ku li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar xist piştî du rojan bi dawî bû. HDP’ê konferans bi dirûşmeya “Berxwedana Mezin Meşa Mezin” li dar xist. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêvebir a Navendî, parlementer, hevserokên bajaran, endamên Meclîsa Jinan, endamên Desteya Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk, Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên ESP’ê Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Ayşe Erdem û Îbrahîm Akin, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren, Hevserokên SYKP Canan Yuce û Cavît Ûgûrlû, aktivîstên TJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de 647 delege beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi coşa jin û ciwanan dest pê kir û bi dawî bû. Duh di konferansê de geşedanên li cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nîqaşkirin. Bi awayekî berfirehî li ser rol û rista sereke ya HDP’ê ya di siyasetê de, helwesta muxalefetê ya ji bo HDP’ê û polîtîkayên desthilatê yên ji bo domandina tehkuma wê hat sekinandin. Îro jî li ser rêxistinbûyînê, astengiyên li ber rêxistinbûyînê û avakirina komara demokratîk hat sekinandin. Piştî nîqaşan pêşniyazên komîsyonan û komîsyona navendî hatin nîqaşkirin.

 Meşa Gemlîkê

Di konferansê de li ser Meşa Gemlîkê hat sekinandin ku dê KCD, HDK û DBP di 12’ê Hezîranê de bi hev re li dar bixin hat sekinandin. Di konferansê de ji bo vê meşa li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, bang li rêxistinên demokratîk û hemû welatiyan hat kirin. Di konferansa HDP’ê de biryardariyeke mezin xwe da der ji bo Meşa Gemlîkê. Ji biryar û nîqaşên girîng yek jê jî komar bû. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku ew bi biryar in ku Komara Demokratîk ava bikin.

Piştî nîqaşan û biryaran wêne hat girtin. Konferans bi berzkirina dirûşmeyên “Biji berxwedana HDP’ê” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.  Di dawiya konferansê de jin û ciwanan govend gerandin.

HDP, dê danezana xwe ya encamê ya konferansê van rojan bi raya giştî re parve bike.