12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Kerkûk û Urmiyê heta Îdir û Efrînê

Xebat û şoreş ne bêsûd in û ne jî gel di halê xebatê de dikare tim serkeftî be. Em vê rastiyê di dîroka kurd û Kurdistanê de dibînin û di salên bihûrî de gelek ji me bûne şahidên zindî yên vê yekê.

Di 20-30 salên borî de ji hêlekê ve kurd li çar welatên cîran hêza herî mezin a veguherîn û guherandinên bingehîn bûne, ji hêla din ve jî mixabin di nava xwe de hevgirtî nebûne. Ger hevgirtin hebûya hem derfetên zêrîn derketina holê û hem jî pêşî li gelek zirarên mezin bihate girtin. Zirarên weke koçberî, dagirkirina bajarên weke Efrîn û Kerkûk û hwd. dane gelê kurd. Divê têkoşîna ji bo kar û xebatên dîplomasiyekê ku di berjewendiya kurdên Kurdistana mezin de be bê meşandin. Rola herî mezin di encamdayîna karekî wiha de dîrok yê bêxweber PDK, YNK, PYD û PKK’ê ku xwedî hêzeke mezin a gel û çînên li Kurdistanê ne. Ger stratejiyeke hevpar a hêzên kurdistanî hebûya destkeftin dê gelek mezintir bûna, ji yên ku îro em li Bakur û rojavayê Kurdistanê dibînin. Xala girîng ew e ku liv û lebatên çar aliyên Kurdistanê qet nebe vê rastiyê bi me dide selmandin ku hinek asta rewşenbîriya kurdan ji ya gelên cîran zêdetir e. Ev jî yanî şoreş li ser erdê ku zêdetirî dused sal in şerê azadîxwaziyê li ser singa wê berdewame û kurd serî netewandine. Xebat û şoreş ne bêsûd in û ne jî gel di halê xebatê de dikare tim serkeftî be. Em vê rastiyê di dîroka kurd û Kurdistanê de dibînin û di salên bihûrî de gelek ji me şahidên wê yekê yên zindî jî bûne. Di roja îro de şerê çekdarî cihê xwe daye şerên din ku dîsa kurd heta radeyekê têda serkêşên şiyar û zana ne, lê bi hev re kar nekirinê jî zirarên mezin dane doza kurd.

Êdî rewşa li ber çavan vê rastiyê baş bi me dide aşkerekirin ku dawî bi sehrê germ û sar hatiye lê dagirkerên axa me bi rêya ‘şerê nerm’ dest bi şerekî dorfireh li hemû Kurdistanê kirine. Di serkêşiya vî şerî de tirk gelekî bi îsrar in û hemû îmkanên xwe seferber kirine.

Dijmin bi ‘şerê germ û sar’ bi me nekarî. Niha şerê nerm daye destpêkirin. Şerê nerm çi ye? Şerê ku rasterast ziman, çand, kevneşopiyên folklorî, zargotin, huner, stran û ew hîmen ku ‘nasnameya me ya neteweyî’ pêk tînin ji xwe re kirine armanc. Em bandora ev şerê nerm zêdetir li başûrê Kurdistanê dibînin. Bi rêya çand, ragihandin, kêmkirina şexsiyet û sembolên kurdan, bi rêya belavkirina rêzefilmên xwe yên ku têde tim û tim kurdan wek jinkuj û paşkeftî didine diyarkirin. Şerekî giran li dijî me tê meşandin. Ew bi rêya rêzfilm û filmên sînemayê kurdan xwedî çandeke paşketî didine diyarkirin. Xwe dikene doktor û derman, qaşo yê bên ku di nava kurdan de rêbazên şaristaniyê û pêşketinê biguherînin û civaka me pêş de bibin. Takê kurd û di nava wan de jî bi taybetî çîna ciwan gelek xerab dikevin bin bandora wan peyamên tije jehr û xerabî. Xwe kêm û sivik, bêşexsiyet û biçûk his dikin. Heta di diyalogeke sade ya bi tirkekî re xwe erzan û sivik dibînin. Desthilata li Kurdistanê ger van kêmasiyan bibîne jî lê li pey rêyeke çareseriyê nîne ku nesaxiyên wiha bêne dermankirin. Ez wê nexweşiya psîkolojîk bêtir ji her derê li başûrê Kurdistanê bi taybetî di nava çîna ciwanan de dibînim. Bi beyankirina van hemû êşên rojê re divê em çi bikin?

Divê bi vê rewşa heyî re em zêdetir ji her derwarenekê di vê serdemê de li xwe vegerin. Piştguh xistina mijarên wiha yê nesaxiyên mezintir bi xwe re biafirîne. Pêwîst e hêza me ji hev re hebe û tenê kêmasî neyên dîtin û sedan qencî neyên jibîrkirin. Erkên li ber takê kurd giran û biqasî hebûn û mayînê giranbûhane. Serdemeke nû ya telnolojiyê û rengên cuda ji hev yên tûrên civakî weke lehiyekê hemû tişt dane ber xwe û di vê navê de ger em baş komê li serê xwe negirin, yê jiyana me di vê serdema tije astengî de dawî bibe.

Li başûrê Kurdistanê desthilata kurd buhayê nade sekturên perwerde, kişt û kal û tenduristiyê. Berhemên xwemalî bêqîmet û nayên kirin-firotin. Ji ber wê jî girêdana gel a bi axê ve weke salên berê nîne. Ger hebûna petrolê ji hêlekê dewlemendî be ji hêla din jî malwêraniyê bi xwe re tîne. Ji ber ku hemû hîmên jiyanê bi derxistin û firotina petrolê ve girêdayî dimînin. Sedemeke têkçûna rejîma Mihemed Riza Pehlewî di sala 1979’an de ew bû ku tim wiha digot:“ Petrola me heye, em derxînin, bifiroşin û bixwin…” Bi vê nêrîna çewt re çîna cotkar û xwediyên erd li gundan hemû hatin bajarên mezin û dest bi karkeriyê kirin. Ayetulah Xumêynî ji wê çînê sûda herî mezin stand û bi nêrînên olî yên paşverû ew li dijî rejîma Pehlewî anîn ser şeqam û kolanên bajaran. Li başûrê Kurdistanê jî mijara rojane ya jiyanê ev e. ‘Mûçe kengî tên, çima nehatin û yê kengî bên…’ Çimkî êdî petrol ji salên borî kêmtir tê firotin û navbera hikûmeta federal û Iraqê jî gelek xerab e. Reqabeta ne rast-durist a di navbera du partiyên sereke de bêhîviyên mezin belavî nava civakê kirine. Hikûmet naxwaze dengê opozîsiyê bibihîse, parlamento girtîne û ew nikare pirsgirêkên jiyanê çareser bike. Mixabin êdî ‘kurdayetî’ bi cewherê xwe yên salên berê nayê nirxandin û dîtin. Bi her awayî rewatiya sîstemeke desthilatdar hingî nasnameya xwe ya demkoratîk-rastîn dide xuyanîkirin dema ku xelkê kuçe û kolanên bajar û gundan li dijî wan neaxivin. Ger rewş berevajî vê yekê be êdî rojekê dê dawî li desthilatê jî bê.

Di rewşa îro de Îran ji her demê zêdetir li Iraqê serwer e û siyaseta xwe li dijî dijberên xwe dide meşandin. Ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku yasayên xwe yên ku dadgeha federal derdixîne bi ser desthilata kurdan de bide sepandin. Dema kurd li dijî Bexdayê disekinin hingî Îran Hewlêrê dike armanc û terora xwe li dijî hebûna kurdan didomîne. Peyamên şerê nerm li Kurdistanê û rewşa ku îro kurd li başûr têde ne vê gotina Pîrê Kurd Şêx Ehmedê Barzanî bi bîra me tîne dema ku li dijî êrîşên Melîk Feysel wiha qêriya bû:“ Nabe mirov bindest be, nabe mirov zilmê bike, divê ji hev hezkirin hebe, divê em ji sirûşt û giyandarên din hez bikin. Ger em ji hev hez nekin, çawa dikarin ji gel, ax û welatê xwe hez bikin û çawa dikarin canê xwe ji axa welat re feda bikin?” Ji mêj de gotine:“ Ger Xwedê yar be, bila alem hemû neyar be…”

Ji Kerkûkê heta Urmiyê

Sala 2024’an li Kurdistanê weke sala hilbijartinan tê dîtin. Berî demekê li Iraq û başûrê Kurdistanê hilbijartinên encûmenên bajaran pêk hatin. Mixabin tevî ku partiyên kurdan bi lîsteyeke hevgirtî li ‘herêmên veqetiyayî yan cihê gengeşiyê û pirsgirêkên birêvebirinê’ nebûn yek, lê li bajarekî weke Kerkûkê dîsa jî kurd bi ser ketin û ji sedî 64 zêdetir deng bidest xistin. Êdî li pey referandûma sala 2017’an ev cara duyemîn bû ku nasnameya Kerkûkê ya kurdistanî bi dengê gel ji raya giştî ya cihanê re dihate selmandin. Ji ber vê serkeftinê rejîma Erdogan gelek şepirze û rê li ber hinek partiyên biçûk yên tirkmenên herêmê vekir ku dîsa li dijî kurdan dest bi dijpropagandeyan bikin. Li wilayeta Urmiyeyê jî dîsa li hemberî azerî yên ku herdem alîgirên rejîma Îranê bûne, kurdan dengekî mezin bidest xisitin. Careke din kurdistanîbûna bajarên weke Urmiye, Makû, Selmas, Neqede û bajar-deverên din ku li gor pergala dewleta navendî ya Îranê weke “Azerbeycana Rojava” tên binavkirin bi rêya dengê kurdan bû belgeyek dîrokî.

Pêşbîniya min ew e ku sala 2024’an sala jiholêrabûna rejîma îslamî li Îranê ye. Êdî cihan û heta welatên weke Rûsya û Çînê jî bi vê rastiyê hesiyane ku dewleta meleyên Tehranê bi çêkirina bombeyên atomî û belavkirina şerê terorê li cihanê wê zirareke pir mezin be ji tevahî û demokrasiyê re. Piştgîrîkirina wê rejîma dîktator ji komên terorîstî û îslamî re bûye sedema şerekî malwêranker li gelek welatên Rojhilata Navîn. Beşdarîkirina herî kêm a xelkê di hilbijartinên parlamentoya Îranê de nîşan dide ku rejîm ketiye nefesên xwe yên dawiyê. Bandora Şoreşa Jin Jiyan Azadî li ser vê rewşa rejîmê gelekî mezin bû. Ji bîr nekin ku pêşengên wê şoreşê li Îranê kurd in. Ji ber wê jî dewleta Îranê li dijî kurdan hemû rêbazên dijberiyê, şer û terorên derî sînorên xwe bi kar anîn lê nekarî çerxa wê şoreşê bide sekinandin. Tê payîn ku li pey hilbijartinên serokkomariyê li Amerîka û hatina ser kar a komarîxwazan dawî bi temenê rejîma Îranê jî were. Hingî nefeseke nû û derfetên mezin û dîrokî yê li ber şoreşa kurdan vedibin. Statûya sêyem ê li rojhilatê Kurdistanê be û pêvajoya desthilatdariyê li Îranê êdî weke berê navendgerayî namîne. An yê bi sîstema federal bê îdarekirin an jî yê welat ji hev bê parçe parçe kirin. Ev weke erkekî giran û dîrokî yê bimîne li ser kar û hevgirtina partiyên rojhilatê Kurdistanê. Ji niha da partiyên çalak û xwedî bandor yên wekî PDKÎ, PJAK û Komele divê ji pêşhatinên pêşerojê re xwedî stratejîyeke hevgirtî û amadekariyên wan ên ji berê de hebin.

Bakurê Kurdistan û hêviyên mezin

Di 31’ê adarê de hilbijartinên şaredariyan li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hene. Bakur dayika Kurdistanê ye û zêdetirî 32 milyon kurd li wir û Tirkiyeyê dijîn. Ji hêla din ve jî 31’ê adarê salroja şehadeta rêberên komara Kurdistan a sala 1946’an e. Pêwîste kurd bêtir ji herkesî di wê roja dîrokî de gotin, şîret, wesiyet û daxwazên Pêşewa Qazî Mihemed bi bîra xwe bînin û dengê xwe bidin namzedên DEM Partiyê. Li Tirkiyeyê û di nava partiyên wan ên çep û rast, neteweperest û qaşo heta demokrat de jî hêşta hebûna kurd û Kurdistanê nayên pejirandin. PKK, HDP û hemû rêxistinên din ên kurdan weke terorîst û cudayîxwaz bi nav dikin. Deriyê diyalogê li ber kurdan girtine û hêza wan a mezin nabînin. Hemû rêberên kurdan, hezaran çalakvan û şoreşgerên kurd di girtîgehên rejîma totalîter a Tirkiyeyê de ne. Rejîma Tirkiyeyê û di serî de jî kesekî weke Erdogan perspektîvên rêberekî karîzmatîk ên weke Serok Ocalan nedîtin û ji azmûnên wî yên siyasî sûd nestandin. Ji ber wê jî îro rewşa aborî ya Tirkiyeyê bi krîzeke mezin re rû bi rû maye. Ji hêla din jî daxwazên PKK’ê yên ji bo diyalog û çareseriyê red kirin. Hê jî zimanê kurdî li Kurdistan û Tirkiyeyê weke zimanekî fêrmî nayê pejirandin. Siyaseta asîmîlasyonê berdewam û şerê li dijî şoreşa Kurdistanê li derveyî sinorên welatê wan jî berdewame. Hemû berbend û qedexeyên li ber hebûna kurdan nikaiîn rê li ber aliyê kurd bigirin ku tabûyên wan ên fuladîn neşkînin. Kurdan bi rêya deng, xwîn û bedelên giran serkeftinên mezin bidest xistin. AKP-MHP baş bi hêza mezin a kurdan hesiyane û tirseke mezin li pey serjeftina kurdan li Rojava, Kerkûk û Urmiyê ketiye nava dilê wan. Ji hêla din ve jî êdî aliyê kurd weke salên berê bi tu partiyên mirî-nîvmirî, çep û rast re tifaq çênake. Êdî baweriya DEM Partiyê bi hêza gel û îradeya wan ya siyasî ve wisa mezine ku yê ji salên berê zêdetir serkeftinê bidest bixe. Divê em vê rastiyê ji bîr nekin ku serkeftina bakurê Kurdistan yê xwedî bandoreke gelekî mezin li ser doza kurdan a parçeyên din bike. Ji ber ku sinor di navbera kurdan de nemane û serkefina li Kerkûkê bandor li ser mezibûna hêza gel li rojhilatê Kurdistan çêkir.

Rojavayê Kurdistanê

Di hezîrana îsal de li rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê jî hilbijartin hene. Kurdên Rojava tevî hemû şer û terorên ku li dijî wan ji hêla dewleta cinayetkar a Tirkiyeyê ve têne kirin, li ser meşa xwe ya bêrawestan tim ber bi pêş ve diçin. Bêguman serkeftinên wan weke berxwedana Kobanê ku prestîja doza Kurdistanê derbasî pêvajoyeke nûtir kir, yê xwedî bandor be li ser paşeroj û qedera siyasî ya hemû kurdan. Berevajî başûrê Kurdistanê statûya Rojava bihayekî giran dide sekturên kiş û kal, perwerde û dihêle ku gel zêdetir baweriyê bihêza xwe ya zatî bînin. Jin li Rojava xwedî hêz. Gundî û cotkar bi erdê xwe ve girêdayî ne. Bi rêveberî tevî hemû astengiyên ku rejîma Şam û Enqereyê ji wan re çêdike, dixwaze di warên: aborî, perwerde û avedaniyê de pêngavên mezintir bavêje.

Bi vê nivîsê re hêviyên mezin ew in ku kurd di vê sedsalê de bigihêjin armancên xwe yên girîng ku ‘diyarkirina qederê’ bêtir ji hemû armancên din têde xuyaye.