Li Kurdistana mezin kurdan gelek caran tevkujî dîtine û têda jiyane. Ji serdema sefewiyan heta roja îro îraniyên dagirker tenê bi zimanê kuştin, dûrxistin, gûherandina demografî û terora rêber û şoreşgerên me awayê reng û naveroka cinayetên xwe negûherandine. Lê herî dawiyê ji sala 2022‘yan û şînede şoreşa JIN-JIYAN-AZADÎ bû jiyaneke nû ku ser çopiya wê JÎNA EMÎNÎ ye.
Pirsa yekê an jî destkefteke herî giranbûha ya vê şoreşê ev e: Jinên îranî çawa xetên sor yên hicabê derbas kirin? Tu kes nikare erkan ji kesên din re bide diyarkirin û mafê azadiya rêya hilbijartinê ji dest bide. Di vê mijarê de kî kîjan cil û berg jî dike berxwe, mafekî sirûştî ye. Lê li Îranê ji sala 1979‘an û pê de ew maf ji xelkê hatine standin, lê êdî ji roja 16‘ê îlonê û pê de rewşa hicabê li hemû Îranê venagere sala 2022‘yan. Bi bedîlên giran re êdî gelek jinên azadîxwaz dibêjin:“ Em ber bi paşve venagerin û êdî binavê exlaq û namûsê xwe naspirin daxwazên saziyên olî yên dewletê.“
Du sal li ser şoreşekê derbas bûn ku êdî bûye çeperekî nû yê xebatê. Xebat li dijî dîktatorên ku neçar man îtirafê bi hebûna gelê kurd bikin. Min xwest li Kurdistanê bigiştî û bitaybetî li rojhilatê Kurdistanê salroja vê şoreşê bibînim û piştre vê nivîsê binivîsim û bi we re parve bikim.
Hezaran kes hatin girtin û birîndarkirin, bi hezaran kes neçar man ku ji Kurdistan û Îranê birevin. Kesên ku dirûşma:“ Tehran bibe Kurdistan, Îran bibe Gulistan“ avêtin tirseke mezin xistin dilê rasistên îranî û dîsa kurd weke “cudayîxwaz“ binav kirin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî di sed salên derbasbûyî de yekemîn car bû ku bi destkeftên mezin re êdî bû bingeha hinek gûherandinên ku careke din yê venegere sala 2022‘yan. Ev şoreş bû sedem ku heta komara paşveroya Îranê jî cihekî bilindtir bide hinek jinên girêdayî sîstema xwe ya rêveberiyê ku salên berê karên wiha tabo bûn. Em piştî sala 2022‘yan tabloyên cuda li Tehran, Sine, Kirmaşan, Isfehan û hemû herêm û bajarên din yên Îranê dibînin.
Careke din dîrokî di serê kurdan de ruheke nû ya #Berxwedan_jiyane ava kir û bi bîra dagîrkeran anî ku em ji mirin û tevkujiyên wan mezintirin.
Van rojan em dîmenên tije tirs ji hêla rayedarên îranî ve dibînin ku rûberê mezinbûna serhildana Jîna Emînî dibînin. Gef û zextên dewleta paşveroya Îranê ne tenê di nava sinorên welat de belkî li derve jî zêde û îsal zêdetir jî bûne. Di vê qada tije agir, girtin, kuştin, birîndakirin û xebata li dijî rejîma îslamî dîsa bedîlên herî giran kurdan pêşkêş kirin. Dîsa jin û keçên kurd pêşengên vê doza demokratîk bûne. Dengê jinên kurd gihişte Hindistanê jî û vê yekê kir ku raya giştî ya cihanê bêtir li ser xebata jinên kurd bisekine.
Dursit di salvegera şoreşa Jîna de serokkomarê Îranê Dr. Mesûd Pizişkiyan çû Iraq û başûrê Kurdistanê. 14 girêbestên siyasî, aborî û emniyetî bi du desthilatên li Bexda û Hewlêrê re îmza kirin. Dîsa li dijî xebata kurdên rojhilatê Kurdistanê hevdîtinên wî bi rayedarên PDK û YNK‘ê re hebûn. Û li dijî vê serdanê saziyên sivîl û hemû partiyên siyasî bangî kurdan kirin ku di salroja wê şoreşê de dest bi gireveke seranserî li hemû herêm û bajarên rojhilatê Kurdistanê bikin. Ev daxwaz dîsa jî bi awayê herî baş hat pêşwazîkirin. Ev bersiveke bû ji dewleta Îran û hevalbendên wan yên herêmî re ku tevî hemû zext û mîlîtarîze kirina Kurdistanê dîsa jî yê li hemberî hêza gel bêhêzî ya wane.
Partiyên rojhilatê Kurdistanê (HDK, Îran, Komele, PAK û yên din ji xeynî PJAK‘ê) ku zêdetirî 30 salane bi daxwaza xwe ketine kempên izolasiyonê niha bûne amrazên peywendiyên siyasî-emniyetî di navbera Îran, Iraq, desthilata başûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de. Bi vê siyaseta çewt û bêstratejiyeke dûrbînane û kurdistanî re sal ji sala berê zêdetir gel ji wan dûr ket. Êdî gel kete ser rêyeke din a xweparastinê û dewletê jî piştre zanîn ku pirsa kurd li Îranê xwedî dîrokeke tije xwîn û berxwedan a sedan salên berê ye. Di vira de rayedarên Îranê taybetmendiyeke kurdên rojhilatê Kurdistanê ji bîr kirine ku ew jî ev e: Hêza kurdên di nava sinorên siyasî ên Îranê de zêdetir ji ya hemû partiyên siyasî ye ku ew jî “hêza gel”e. Yanî dîsa her ew bûn ku şoreşa Jin Jiyan Azadî bêhevkariya wan rêxistinên siyasî berpa kirin. Hêza ku van rojan di du saliya wê şoreşa mezin de dîsa Tehran û Enqerê lerzandin û tabloyekî nû yê wê dîroka tije şer û serhildan bi bîra wan anî. Beşdarîkirin di hilbijartinekê de hingî sûdmende ku encameke baş bixwe re bîne. Gelo kurdan bi vê şoreşê re gavên nû di hilbijartina xwe de hilanîn an ne? Ev şoreşa ku li gor nêrîna desthilata totalîter vemiriye lê ew gere vê rastiyê bizanîbîn ku “agirê bin xûliyê” yê dîsa gûrtir ji berê germahî û ronahiya xwe belavî her derê bike. Yanî gel li ser rêbazeke durist û rast dimeşin.
Şoreşa Jîna û keda rojnamegeran
Di rojên giran û dijwar de hinek nûçegihan bûn dengê mezlumiyeta bêdawî ya keça 22 salî ku li Tehranê hat kuştin. Wan bixwe jî nedizanî ku qêrînên çend kesên li ber derê nexweşxanê bû hêvênî xebateke nû ya hemû alî li Îranê, lê dema ku li Goristana Ayçî ya bajarê Seqizê bo yekemîn car gel qêriya û got “ Jin Jiyan Azadî“ ew qêrînên ji dil bi rêya du rojnamegerên jin û Îranê belavî hemû rûberê berfireh yê Îranê bû. Ew rojnameger Nîlufer Hamidî, Êlahê Mihemedî bûn. Ew her du ji ber belavkirina nûçeyên şoreşa Jîna niha di girtîgeha Êvîn a Tehranê de ne.
Rewşa rojnamegeran li 31 wilayetên Îranê weke hev nîne. Li Kurdistan, Gîlan, Belûçsitan û Tehranê zextên zêdetir li ser nûçegihanan hene û pirî caran jî gefên kuştinê li wan têne kirin. Bitaybetî li pey şoreşa Jin Jiyan Azadî ku ji Kurdistanê destpêkir û belavî hemû Îranê bû tirseke mezin ji nûçeyên girêdayî mijarê heye. Tûrên medya dijîtal têne şopandin û sansureke giran li ser rojname û bernamên TV‘yên îranî heye. Ajansên Kurdpa û Hengaw bi rêbazên herî dijwar re têne kontrol kirin û dema kesek girêdayî wan ajansan be bi bêrêzî û lêdanên tije şidet tevî wan danûstandinê dikin. Mînak: Zîba Omîdîfer rojnameger û peyamnêra Kurdpressê, roja 16‘ê kanûna yekem ji aliyê îstixbarata Pasdaran a Kurdistanê ve hat girtin. Ev rojnameger di dema lêpirsînê de rastî şikenceyên giran hat û ji ber giraniya îşkenceyê ew rakirin nexweşxaneyê. Ew hê jî di bin çavdêriyê de ye. Kurdbûna kesên weke wê jî sûcekî cudaye ku di hemû lêpirsîn û dadgehan de bandoreke neyînî li ser biryara dawiyê a dosya wan heye.
Herwiha nûçegihanê wênegir Wehîd Şadman di 5’ê mijdarê de li bajarê Qesrî Şîrînê li wilayeta Kirmaşan hatibû girtin, piştre ew hat berdan lê destûra xebatê jê re tune.
Li Kurdistanê û bitaybetî li bajarên Urmiye, Mehabad, Seqiz, Sine, Kirmaşan, Qesrî Şirîn û Îlamê karê ragihandinê bi gefên kuştin û girtinê re rû bi rû ne û ger kesek bi TV‘yên derveyê Îranê re hevpeyvîn an jî nûçeyekê belav bike, di hemen demê de tê girtin. Ger îtrazekê jî di dema girtin û ragûhaztina wî/ê de jî hebe dibe ku bê kuştin.
Rojnamegerên desteserkirî yên di dema şoreşa Jin Jiyan Azadî de ango ji roja 16 îlona 2022‘yan û şûnda li Îran û rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin, gelek in. Navê hineka tê zanîn û hinek jî kes nizane çi biserê wan hatiye. Rojnamegerên înternet û medyaya nivîskî an jî xwedî malperên înternetî di bin zext û zorên giran de ne. Yanî heta di Telgram, Instgram û Facebookê de jî kes nikare gotina dilê xwe belav bike. Hemû kanal têne şopandin. Li gorî daxûyaniya komîteya şopandina rewşa rojnamegerên girtî, hê jî rewşa 11 rojnamegeran ne diyar e ku navê wan wiha ye: Nîlufer Hamêdî, Êlahê Mihemedî, Nazîla Marûfiyan, Kamiyar Fekûr, Ehmedî Helebîsaz û Maral Dadafrîn. Vana tev di girtîgehê de ne û yên mayî jî li benda dadgehê û biryara dadgehê ne. Herwiha di 10 mehên derbasbûyî de, komîteya çavdêrî ya komara îslamî a Îranê zêdetir ji 90 rojnameger, nûçegihan û wênegir li Îranê girtine an jî gazî û hatine tehdîd kirin. Hin ji wan bi kefaletê bi awayekî demkî hatine berdan lê destûra karê ragihandinê ji wan re tune.
Federasyona Navnetewî ya Rojnamegerên Bêsinor girtina 19 kesên rojnamegeran îlan kiriye, kesên navên wan hatine diyarkirin ev in; Vîda Rebbanî, Elîreza Xoşbext, Ruhullah Nexayî, Îman Bêhpesend, Fatime Recebî, Ehmed Helebîsaz, Elîreza Cebarî Darestanî, Ferşîd Gurbanpûr, Nevîd Cemşîdî.
Mesûd Kordpûr berpirsê ajansa nûçegihan a Kurdpa li Urmiyê, Mêhrnûş Tafiyan li Ehwazê, Cebar Destbaz li Dîwandere, Merziye Talayî û Elî Xetîbzade li Seqiz, Semîra Elînejad û Betul Bilalî li Sîrcanê û Muctebî Rehîmî li bajarê Qezwîn hatin girtin.
Hejmara kuştî û birîndararn
Li gor raportên ajansên kurdî, îranî û herwiha Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê li pey derbasbûna du sal li ser şoreşa Jin Jiyan Azadî 632 kes hatine kuştin. Lê bultena veşartî a Spahê Pasdaran bi awayekî sirî hejmara kuştiyan zêdetirî 1500 kesan dide diyarkirin ku 71 kes ji wana zarok û nûciwan bûn. Herî kêm 109 kesên girtî ku di nava wan de rojnameger jî hene bi xetera îdamê re rû bi rû ne. Ji hunermendan re gefên fetisandina dengê wan hatiye kirin. Tenê li wilayeta Sine zêdetirî 8 hezar kes hatine birîndar kirin û biser hevde girtiyên wê şoreşê zêdetirî 60 hezar kes in.
Bi nêzîkbûna salroja destpêkirina şoreşa Jîna Emînî re zext û zor li ser xelkê û bitaybetî malbatên şehîdan zêdetir bûne û yê hê jî ew rewş berdewam be. Rojnameger û siyasetmedar tevî çalakvanên civaka sivîl çend roj beriya du saliya şoreşê hatine şiyarkirin û bangkirin. Tehdîda li wan dikin û ji wan dixwazin ku nûçeyên girêdayî mijara wê şoreşê di tûrên civakî de belav nekin.
Rojnamegerên hatine kuşin
Ji sala 1979‘an û pêde ku desthilata komara îslamî hate ser kar rayedarên nûhatî zû cewherê xwe yê li dijî azadiya raderbirîn an jî beyankirinê dane xûyakirin.
Li Rojhilata Navîn kîjan hikûmet li ser kar be an jî nû hatibe ser kar ne girîng e; dîrok dide xûyakirin ku hinek hikûmet hene ku bi “azadiya derbirînê” re ne hevaheng in û li dijî pênûsa azad in. Hikûmet bi aşkerekirin, rexne û her tiştê ku hêza wan tehdîd dike re mijûl dibin. Mînaka wan dewletan Îrana serdema Pehlewî û Xûmêynî, Baasiyên cinayetkar li Iraqê, Tunis, dewleta Tirkiyeyê an di bin banê rêveberiya AKP-MHP û hwd in. Di vê navberê de nûçegihan û rojnameger ji hemû komên din zêdetir di bin gefên kuştin û girtinê de ne. Zindan ji bo hikûmetan weke amrazekî tepeserkirinê û belavnebûna nûçeyên rast û durist rêya herî hêsan e. Hinek xwedî desthilat vê tercîh hildibijêrin ku rexnegirên xwe bi tevahî ji holê rakin. Herî kêm ji sed salên berê û şûnde di rêya agahdarkirinê de dehan rojnameger û rewşenbîrên naskirî li Îran û Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Dema ku Riza Pehlewî hat ser kar yekê ku ji ber helbestên xwe yên şoreşgerî hate teror kirin Mîrzadê Êşiqî Kurdistanî (1893- 1924) bû. Piştî wî jî gelek kesên weke Feroxî Yezdî (1889-1939) bû ku lêvên wî dirûtin û çend sal piştre hate girtin û di girtîgehê de hate kuştin. Kesên din jî hatine kuştin û terorkirin ku yek jî dîroknivîs Ehmed Kersrewî (1890-1946) bû.
Bi hatina rejîma Xûmênî re hêvî ew bûn ku dawî bi kuştina rojnameger û rewşenbîran were, lê rejîma nûhatî zû dadiyarkirin ku li dijî ragihandina azad e.
Sibata sala 2017‘an saziya ragihandina bêsinor aşkere kiribû ku 4 rojnameger bi nasnameya “Seîd Sultanpûr”, “Rehman Hatfîmonferd”, “Simon Ferzamî” û “Elî Esxer Emîranî” di salên 80‘an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Simon Ferzamî rojnamegerekî Swîsrî-Îranî bû ku piştî şoreşê li Îranê karê xwe berdewam dikir. Ew berpirsê ofîsa “Agence France-Presse” li Îranê û sernivîserê “Journal de Tehran”ê bû ku di gulana sala 1979`an de bi tawana sîxurî bo rêxistina sîxûrî ya welatê Amerîka hat girtin û piştre jî ew îdam kirin.
Di deh salên bihûrî de gelek rojnameger di hundir û derveyê Îranê de hatine kuştin û revandin. Awayê kuştina wan weke a Jîtem û Hizbulaha Tirkiyeyê ye ku piştî kuştinê kes nizane cenazê wan li ku derê hatiye veşartin. Kesên bêhêz jî hebûn ku ew di bin zextên giran de neçar kirin ku li dijî xwe îtirafê bikin. Ew dîmen di TV‘yên xwe de belav û bi vî awayî kesayetiya wî jî teror kirin. Wêblagnivîs Setar Bêhiştî li pey girtinê di bin îşkenceyên giran û hovane da hat kuştin. Dayika wî bû dengê mezlûmiyeta kurê xwe û wergira xelata Nobelê Nergiz Mihemedî jî bû parêzera Setar, lê heta roja îro jî encamek tune. Rojnamegerên naskirî Halê Sehabî di merasima şîna babê xwe de hat kuştin. Ruhilah Zem bi rêbazên xapandkariyê ji Parîsê kişandine Iraqê û li wira ew girtin û li Tehranê îdamkirin. Ew xwediyê ajansa Amednewsê bû ku xwedî rolekî mezin di agehdarkirina civakê de hebû û bi belgeyên zindî sirên veşartî yên rayedarên komara îslamî aşkere dikirin û milyonan şopînerên wî hebûn. Mesûd Mulewî yek ji kesên jîr di karê ragihandinê de bû ku bi armanca aşkerekirina navê kesên ku di fesada aborî ya Îranê de xwedî rolekî mezinin, ji Îranê reviya û xwe gihande Stembolê.
Sedema kuştina wî ku hingî 33 salî bû ew belgeyên dewletê bûn ku hinek ji wan di kanala xwe ya telegramê de belav kiribûn. Dema ku ew hat Tirkiyeyê, di nîsana 2017‘an de kanala Telegramê ya bi navê “Black Box-Sinduqa Reş” vekir. Wî xwe wek “dengê gelê Îranê” û “medyaya aşkerekirina gendelî, tawanên veşartî û piştperdeya rejîma Komara Îslamî” da nasandin. Bi vî awayî gelek belge, agahî, vîdeo û dengên der barê dezgehên dadwerî, wezareta ragihandinê û rêxistina îstixbarata Spahê Pasdaran belav kirin ku bertekeke mezin di civak û ragehandina cihanê de hebû.
Ew berê di nava sîstema desthilatdar de xebitîbû û li rex Refsencanî û Xatemî jî wêneyên wî hene. Vîdeoyên Mulewî hene û nîşan dide ku ew çendîn car di radiyo û televizyona Komara Îslamî ya Îranê de wek “bavê zanista nû û hişa destçêkirî ya cîhanê” hatiye binavkirin.
“Riza Hodasabir” lêkolîner, çalakvanê olî-mezhebî ku karê rojnamegeriyê jî dikir, di roja 10‘emîn a greva birçîbûnê de dema ew ji nexweşxanê vedigerandin girtîgeha Êvînê, jiyana xwe ji dest da.
Salên piştre dîsa 6 rojnamegerên din hatine kuştin: Kuroş Aryameniş, Îbrahîm Zalzade, Zehra Kazimî ku hemwelatiya Kanada bû, Omîd Riza Mîrsiyafî, Yeqûb Mêhnihad û Elîriza Êftixarî.
Encam
Di vê nivîsê de min tenê xwest li ser kar û xebata rojnameger û wan rewşenbîran bisekinim ku di serdema desthilata komara îslamî a Îranê de hatine girtin û kuştin an jî teror kirin. Dewleta Îranê heta li welatên Ewropa jî rojnamegerên îranî û kurd tehdîd dike, carna jî wan dikuje. Bo zanîna we xwendevanên hêja heta niha çendîn caran ez weke rojnamegerekî kurd ji hêla dewleta Îran û Tirkiyeyê ve hatime tehdîd kirin. Bila ew zaniyarî jî bo dîrokê li vira bê tomar kirin.
Karê ragihandinê îtibara rêxistinên siyasî û hikûmeteke demokratîk bilindtir dike lê sîstemên dîktator ji pênûsa azad ditirsin. Rêya herî hêsan li dijî pênûsa azad jî dîktator di kuştin û giritinê de dibînin. Rêbazên ku tenê rûreşiyê ji wan re dike mîratekî bêmirin. Ji hêla din jî bi ked, xizmet û xwîna hemû şehdîdên vê dozê re him rûpelekî nû di xebata jinan de vebû, him cesareteke mezin ket dilê hemû çînên civakê û him jî meşrûyeta komara îdamê di çavên hemû dewletên cihanê de ket bin sifrê.