Rista ji hunermendan ji bo civakên wan girîng e. Kêm hunermend hene ku li gorî rist û bendewariyên civaka xwe tevdigerin. Hunermend Tehsîn Taha jî yek ji wan hunermendan e ku bi têkoşîn, xebat û hunera xwe mîrateyeke giranbuha ji civaka Kurd re hiştiyte. Bi taybetî jî bi stranên xwe, cih û textekî bilind di dilê civaka xwe de afirandiye. Bêguman wekî her hunermendê li ser doza têkoşîna civaka xwe gelekî êş kêşandiye û bedel daye. Tehsîn Taha di 25ê Gulana 1941ê de li bajarê Amêdîyê yê başûrê Kurdîstanê ji dayik dibe. Perwerdeya xwe li Mûsil û Bexdayê dibîne. Ji ber karê bavê xwe, bi malbatî bajar bi bajar geriyane.
Tehsîn Taha di temenê xwe yê biçûk de muzîkê nas dike. Di bin bandora M. Arîf Cizrewî û Hesen Cizrewî de dimîne. Cara yekemîn di sala 1958an de li Radyoya Bexdayê di beşa Kurdî de dest bi xebatê dike û stranan dibêje. Hunermend di temenê xwe yê ciwan de di nav civaka Kurd de tê nasîn. Hunermend Tehsîn Taha piştî qedandina zaningehê jî wekî mamosteyê muzîkê xebatên xwe didomîn e. Di civaka Kurd de her hunrmend, rewşenbîr, nivîskar, dengbêj û stranbêj li gel pêşandana hunerên xwe bi êşa neteweya Kurd re jî radibin. Ji bo azadiya civakê li aliyekî bi hunera xwe gel hişyar dikin li aliyê din jî bi xwe tev li têkoşîna azadiya civaka Kurd û Kurdistanê dibin. Li gel hunermendiyê dil û heşê Tehsîn Teha li ser azadiya Kurdistan û neteweya kurd bû. Di sala 1961an de jî diçe Zaxoyê û tevli Şoreşa Kurdistanê dibe. Di navîna salên 60î de ji aliyê rejîma Iraqê ve tê girtin û nêzikî 2 salan girtî dimîne.
Ji bo çi strana Ey Felek?
Di sala 1970 de hunermend careke din dizivire Bexdayê û di radyoyê de dest bi kar dike. Hunermend Taha di stranên xwe de qala evîn, hezkirin û welaparêziyê dike. Di sala 1975an de, dema ku tevgera Mele Mustafa Barzanî li dijî rejîma Iraqê têk diçe, Taha strana “Ey Felek” dinivîse û hestên xwe tîne ziman. Hunermend Tehsîn Taha bi hunermendên mîna; Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Gulbihar, Salîm Helebî, Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelek hunermendên Kurd re tev digere, stranan dibêje. Êdî li her derê nav û dengê wî belav dibe û tê hezkirin.
Tehsîn Taha bi giştî 8 albuman derdixe. Hunermend herî zêde bi strana “Ey Felek” jî di nav de bi stranên xwe yên navdar yên mîna “Bêrîvanê” û “Rabe Cotyar” tê nasîn. Hurnermend Taha mîrateyeke hêja ji dengbêj, hunermend û stranbêjên Kurd re hiştiye. Bi muzîk û şîroveya xwe xwedî taybetmendiyeke girîng û cihekî taybet û cuda ye.
Hunermend Tehsîn Taha, heta mirina xwe bi dehan stranên ku ji ser zimanan neketin afirand û wekî mîrateyeke giranbuha li dû xwe hişt. Gula Min Werîya, Bi Tenê, Çav Belek, Amedîkê Bilind e, Bûka Behdîna, Rabe Cotyar, Dilêrên Welatî, Dîlberê, Evîndar im, Bêrîvanê, Xalxalokê, Şekir Barî, Erê An Na, Pismamo, Cîranê, Eman Eman, Aso, Rewşena Malê, Xwîna Dilan, Derdo, Were Canê, Yarî Dilo, Wele Şî Nakim, Min Bidinê hin ji stranên ku Tehsîn Taha gotine ne.
Dixwest şerê “Birakujî” bi dawî bibe
Hunermend Taha di destpêka salên 90î de diçe Ewropayê. Li vir başdarî gelek şev û şahiyan dibe. Tehsîn Taha qet ne alîgirê rêxistin û partiyekê bû. Ji xwe ji ber aciziya şerê “Birakujî” li Hollandayê bi cih dibe. Her armanc dike ku ev şerê “Birakujî” bi dawî bibe, tifaqa Kurdan pêş bikeve û yekitiyek avabibe. Lê temenê wî têrê nake. Tehsîn Taha di 13ê Adara 1994an de ji ber nexweşiya ku lê peyda dibe li Hollandayê diçe nexweşxaneyê û demekê tedavî dibîne. Lê belê di 28ê Gulana 1995an de li nexweşxaneya ku tê dermankirin jiyana xwe ji dest dide. Hunermend Tehsîn Taha li bajarê Amediyê tê definkirin.
Bi minasebeta salvegera koça dawî ya Hunermend Tehsîn Taha em wî bi bîr tînin û careke din bi vê mebestê em bi bîra xwînerên xwe dixin.