30 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1ê Gulanê

Meclisa HDKê ya Stenbolê û Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê diyar kirin ku ew bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1ê Gulanê ve” xwe ji bo 1ê Gulanê amade dikin û her kes vexwedin Kadikoyê

Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê, li avahiya DEM Partiyê ya bajar a li Beyoglûyê bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1ê Gulanê ve” deklarasyona 1ê Gulanê aşkera kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku 1ê Gulanê cejna berxwedanê ye û li dijî kedxwariya zîhniyeta mêrê serdest a li dijî keda jinan û newekheviya her ku diçe zêdetir dibe, hemû jin û gel vexwend pîrozbahiya 1ê Gulanê ya li Kadikoyê.

Piştre jî metna hevpar ji Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ya Stenbolê Seyfettîn Gulengul ve hate xwendin. Gulengul, diyar kir ku ew xwe bi dirûşma “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1ê Gulanê ve” xwe ji bo 1’ê Gulanê amade dikin. Gulengul, diyar kir ku ew ê bi awayekî xurt tev li 1ê Gulanê bibin û wiha domand: “Di demeke bêkarî, xizanî û bihabûn zêde bûyî de em 1ê Gulanê pêşwazî dikin. Di demeke ku bi milyonan kes di mercên ne bi ewle de tên xebitandin, hêza kirînê kêm bûyî û bi bac û enflasyona bilind hatiye tunekirin de pêşwazî dikin. Ji hêla kedkaran ve xizanî êdî veguheriya xespeke sîstematîk. Polîtîkayên aboriyê yên îktîdarê; kêmtirîn mûçe yê daxistin bin sînorê birçîtiyê, wekhevkirina hemû heqdestan, hejarîkirina teqawidan, bêkariya ciwanan û xizaniya jinan, civak terkî krîzeke mezin a aboriyê kiriye. Ev polîtîka, destê bi qirika gelê xizan ve bêhtir dişidîne.”

Bi domdarî Gulengul anî ziman ku serhildanên jinan didomin û wiha pê de çû: “Jinên ku careke din qadên 8ê Adarê bi cisaret, coş û girseyî tije kirin, bûn pêşengên guherînê. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê jî di Newroza 2025an de li her çar aliyên Tirkiyeyê lil dijî tecrîd, neçareserî û şer seknekî biheybet raber kirin. Divê ev biryardarî veguhêze qadên 1ê Gulanê û li qadan bê mezinkirin.”

Di berdewamê de Gulengul got ku dema wê hatiye ku daxwazên ji bo bêkarî, azadî û aştiyê di qadên 1ê Gulanê de bên gel hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demeke geşedanên siyasî û civakî ewqas zû pêş dikevin de 1ê Gulana 2025an hêj watedar bûye. Di serdema nêz de du geşedanên gelek girîng derketin pêş. Ya yekemîn; hêrsa civakî ya ji 19ê Adarê heta niha her ku diçe mezin dibe û berteka ciwanan a li dijî îktîdarê ye. Ya duyemîn jî; Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan e ku di 27ê Sibatê de bi raya giştî re hate parvekirin. Ev bang, destpêka pêvajoyeke nû ya civakî û siyasî ye. Gotina birêz Ocalan a “Avadaniyên sosyo-ekonomîk û siyasî yên her kes derdor xwe esas digire, tenê bi qada civaka demokratîk û siyasî dikarin hebûna xwe bidomînin’, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê çîna karker û kedkaran. Di heman demê de ev pêvajo, balê dikişîne ser derfetên nû jî.”

‘Di 1ê Gulanê de em ê li Kadikoyê bin’

Gulengul, daxwazên xwe jî wiha rêz kir: “Divê çavkanî ne ji bo şer, ji bo kedkaran bên bikaranîn. Dê pariyê nanê me mezin bike, ne xizaniyê dê pêşiya parvekirinê veke. Dê azadiya xwerêxistinkirinê xurt bike û qada demokrasiyê veke. Astengiyên li pêşiya lêgerîna maf, îtîraz û têkoşînê bên rakirin.”

Gulengul, axaftina xwe wiha qedand: “Em di 27ê Nîsanê roja yekşemê saet di 16.00an de bi dirûşma ‘Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1ê Gulanê ve’ li Parka Yogurtçuyê ya Kadikoyê, li Parka Haci Ahmet a Beyoglûyê û li Taxa Şahîntepeyê ya Başakşehîrê dicivin. Em bang li her kesî dikin ku di van foruman de gotina xwe bikin û vedixwînin têkoşîna hevpar. Em ê bi cisareta 8ê Adarê, bi coşa Newrozê û ji bo azadiya kedê di 1ê Gulanê de li qadan bin.”